BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên 18’ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;
18’ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
18’ê Adarê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”