NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes li qadên Newrozê kombûn û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Li qadan bangên azadiya Rêber Ocalan bilind dibin.
https://youtu.be/OjX-UMK2DJM
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Newroza 2023’yan li 43 navendan tê pîrozkirin.
Agirê Newrozê îsal cara ewil di 15’ê Adarê de li navçeya Şemzînan ya ser bi Colemêrgê hatibû vêxistin. Piştî wê li gelek bajar, navçe, gund û bajarokên Bakurê Kurdistanê Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Îro jî Cejna Newrozê bi coşek mezin li Wan, Qoser, Stenbol, Gever, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Izmîr, Aydin, Mugla, Denizli, Manisa, Bursa, Trakya, Balikesir, Kocaelî-Gebze, Bazid, Tetwan û Yeşilê bi coşek mezin tê pîrozkirin.
Di Newroza bi dirûşmeya ‘Her der Newroz, herdem azadî’ di serî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwestin û dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê banga têkoşînek hevpar tê kirin.
Tê payîn di 21’ê Adarê Cejna Newrozê di serî de li Amed, Cizîr, Wêranşar û Çanakkaleyê bi coşek mezin were pîrozkirin.