MEXMÛR – Cejna Newrozê ku li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin, îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî tê pîrozkirin. Pîrozbahî weke her sal bi deqeyek rêz girtin jibo tevahî şehîdan destpê kir.
Civaka Mexmûrê li Qada Çand û Honerê li hev kom dibû û weke her sal xwêndekaran û Ciwanan ku ber bi qadê Newrozê meşiyan û di milê gel de hate pêşwazî kirin.
Ciwan û jinên ciwan bi cil û bergên Kurdî daketin qadan û alên PKK û Rêber APO bilind kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê îsal bernameyeke bi axaftin, şano û muzîkê bê lidarxistin.