BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî hêzên me yên ku cihê xwe diparêzin, bê navber didomîne. Di encama çalakiyên hêzên me yên li ser esasê xweparastinê de 1 dagirker hate cezakirin, 1 dron û 1 sîstema kameraya mobesse hatin rûxandin.”
Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
“Li herêma Zapê;
Di 18’ê Adarê saet 17.00’an de dagirkeran êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û 1 dagirker hate cezakirin.
19’ê Adarê saet 19:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li derdora çeperên berxwedanê yên Sîda sîstema kameraya mobesse danîne. Hêzên me yên ku li ser esasê parastina cewherî bersiv dan dagirkeran, 1 pergala kameraya mobesse hate rûxandin.
Li herêma Metîna;
18’ê Adarê saet 18:00’an artêşa TC’ê ya dagirker ji bo tespîtkirina pozîsyona hêzên me yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê, balafirên keşfê yên bêmirov şandine herêmê. Hêzên me yên ku neçar man xwe biparêzin, 1 dron kirin hedef û rûxandin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 18 û 19’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li herêma Berxwedana Girê FM û Çemço û Sîda 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”