NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên me ji bo oxirkirina 9 şervanên YAT`ê dê roja 22`yê Adarê merasîmeke navendî, leşkerî ya bi heybet li dar bixin. Merasîm dê saet 11:00`an li Hesekê be. Dê şandeyên fermî ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şirîkên me yên şerê li dijî terorê tevlî merasîmê bibin.
Wek dilsoziya bi zarokên gelê me yên ku di oxira parastina tevahî pêkahteyên herêmê de canê xwe feda kirin, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê netewî û serhildanê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.”
Roja 15’yê Adarê (2023) li herêma Çemankê ya girêdayî bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê helîkopter ketibû. Piştî bûyerê QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku helîkopter ji ber rewşa hewa ya xirab di encama qezayê de ketiye û 9 şervanên wan ên YAT’ê şehîd bûne. QSD’ê piştre jî nasnameyên 9 şehîdan eşkere kiribûn.