AMED – Fînala Newrozê ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi şîara “Her Der Newroz Her Dem Azadî” îro li Amedê tê pîrozkirin.
Ciwanên welatparêz ên ku qadên Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” tije kirin, danê sibehê bi bilindkirina alên PKK’ê ketin qada Newrozê.
Ciwanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li qada Newrozê meşiyan posterên Rêber APO rakirin û dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav ” qîriyan.
Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” qîr dikin.