BEHDÎNAN – Gerîlayên YJA-Star û HPG’ê Yildiz Serdar Duraq û Dilxwaz Efrîn têkildarî Newrozê ji ajansa me re axivîn. Gerîlayan diyar kirin ku ev Newroz Newroza serketinê ye, gerîlayan her wiha işaret bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî kirin û diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêk were û gerîlayan di serî de ciwan û jinên ciwan bang li her kesên ku lêgerîna wan ya azadiyê heye bila tevlî navê refên gerîla bibin.
“Em ê agirê azadiyê geş bikin”
Gerîlaya YJA-Starê Yildiz Serdar Durak bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got; “Ez Newrozê di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gelê me yê welatparêz û gelê me yê ku bi şev û roj têkoşîna azadiyê dimeşîne pîroz dikim. Newroz tê wateya serhildan û berxwedanê. Bi RehşananMazlum Doganan û Kawayê Hesinkar dest pê kir. Em berdewamiya vê yekê ne. Heval Mazlûm Dogan agirê dilê xwe bi 3 darikan têkoşîna azadiyê, gelê Kurd û xakên pîroz rakir. Weke şagirtên Mazlûm Dogan û Rehşanan, ji bo bi Rehşan û Mazlûm Dogan re, bi îrade û dilê xwe îdeolojî û felsefeya Rêber Apo bi wate bikin, em ê agirê azadiyê bilind dikin û li zindana Îmraliyê têkoşîna Rêber Apo bidomînin.”
Dûvre wiha dewam kir; Ji ber ku li pişt me gel heye, gelê berxwedêr jî heye. Têkoşîna ku wan li gel erdhej, windahî û şehîdan dane, ji bo me vîna herî mezin e û em vîna xwe ji vî gelî û felsefeya Rêber Apo digirin. Weke şagirtên Rêber Apo ji bo em vîna gel mezin bikin û nûnertiya gel bikin deyndarê Rêber Apo ne.
Tevî erdhejê jî îradeya gelê me dijmin vala derxist. Dijmin her cure teknîk erîş kir. Zapê li Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Zagrosê bi çekên kîmyewî êrîş kir. Bi teknîkeke wisa dijwar hatin, lê nekarîn vîna vî gelî, vîna gerîla bişkînin. Ji ber ku em bi felsefeya Rêber Apo û vîna Mazlûm Dogan mezin bûn. Ji ber vê yekê çiqas êrîş bike jî nikare vîna me bişkîne. Em îdeolojiya xwe ji Rêberê xwe digirin, hêza xwe jî ji gelê xwe digirin. Ger gel ewqas li ber xwe dide, zarokên wan tên qetilkirin, erdhejek çêdibe û hîn jî piştgirî dide gerîla, ji bo me vîna herî mezin ev e. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê têbikoşin. Weke gerîlayên YJA-Star em ê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku Rêber Apo gotî li ber xwe bidin û ev bi Jina Emînî li hemû cîhanê belav dibe. Dîsa hevalên me li Avaşînê şehîd ketin û gotin xwîn mîna avê diherike, lê ger hestiyên me bimîne em ê bi wê re li ber xwe bidin û weke gerîlayên YJA-Star em ê li ber xwe bidin. Em deyndarê Rêber Apo ne. Dijmin çi bike bila bike, wê nikaribe vîna gerîla bişkîne. Me digot em li pişt gelê xwe ne, lê niha em li kelekê gelê xwe ne. Çi dibe bila bibe em ê li kelekêgelê xwe bin. KCK’ê daxuyaniyek da û ragihand ku çalakî hatine rawestandin, lê dijmin hê jî êrîşên xwe didomîne. Em jî şervan û şoreşger in, her ku êrîş bikin em ê xwe biparêzin.
Em ji bo gelê xwe dikin. Ji bo em li xaka azad bi awayekî wekhev bijîn û bi gelê xwe re bi awayekî fîzîkî bi Rêberê xwe re bijîn. Sala 2023’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Lewma em ê îsal teqez bi ser bikevin. Ev rastî ye, ne propaganda ye.Divê jinên ciwan werin û jiyana li vir fêr bibinNewroz îsal pêngaveke azadiyê ye, pêngaveke serketinê ye. Ji ber vê yekê êşa ku di encama erdhejê de hatiye jiyîn wê bibe kêfxweşiya herî mezin. Ji ber vê yekê Newroz ji bo me gelek wate ye. Êşa erdhejê mezin e. Gelê me di komkujiyeke mezin re derbas bû. Ji bo me taybet weke gerîla gelekî bi êş e. Em êşa gelê xwe parve dikin. Em ji agirê Newrozê û ji peyama gelê xwe moral digirin.Banga min ji bo jinên ciwan heye ku xwedî lê derkevin. Jinên ciwan jî li cîhanê rastî tundiyê tên. Banga min ji wan re ew e ku werin xwe û jiyanê nas bikin. Em dibêjin bihuşt, bila werin bihuştê di PKK’ê de bibînin. Divê ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê tevlî têkoşîna azadiyê bibin.
“Dijmin nikarîbû yek milî jî erd bigire”
Li aliyê din gêrîlayê HPG’ê Dilxwaz Efrînî Newroza Rêber Apo û gelê Kurdistanê pîroz kir û bal kişand ser îşkenceya mutleq û sîstema tecrîda li ser Rêber Apo hatiye pêşxistin. Paşê, Efrînê bal kişand ser şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk a dagirker li dijî gel dide meşandin û bang li ciwanan kir ku tevlî cenga azadiyê bibin û tevlî nava refên gerîla bibin.
“Em Newroza 50 salên dawî ya Rêber Apo di serî de li gelê Kurd û gelên Kurdistanê pîroz dikin. Roja serhildana Newrozê û êrîşa wê ya têkbirina AKP-MHP’ê ye. Lewma banga me ji hemû ciwanên Kurdistan û Rojhilata Navîn re ew e ku tevlî nava refên gerîla bibin di şerê azadiyê de.2 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê. Dijmin ji bo ku em ji Rêber Apo agahî negirin her rêbazê bikar tîne. Dijmin hewl dide her rêbazê bikar bîne. Ciwan li ku bin, çi dibe bila bibe, çi ji destê wan tê bila bikin. Dijmin li her derê li dijî gerîla çalakî li dar xistine. Li hemberî gerîla têk çû. Ew her rêbazê bikar tîne. Ew çekên kîmyewî bikar tîne û her kesî çavên xwe girtiye. Tiştekî ku li hemû cîhanê qedexe ye, lê dîsa jî li dijî me tê bikaranîn. Ew qas leşkeran dadixe, lê dîsa jî têk çuye. Ev demeke dirêje li Zap, Avaşîn û Metîna operasyon hene. Lê dîsa jî bostek ax bi dest nexistiye. Balafir radibe û her derê bombe dike û dû re dibêje “me 50 gerîlla kuştin.” Ev hemû derew in, tiştekî wisa tune.
Hevalan tedbîr girtine. Şerekî li dijî gel e. Hewl didin feraseta ku di nava gel de gerîla nemaye ava bikin. Şerê psîkolojîk dimeşîne. Bi taybet ji bo ciwan tevlî nava refên gerîla û cenga azadiyê nebin şerê psîkolojîk dimeşînin. Erka ciwanan çi ye? Erka wî ne tenê ji bo ciwanên Kurd, ji bo her kesê ku dixwaze azad bijî çi ye? Ew dikare bixebite. Eger tevlî meşê bibe jî ev helwesteke li hemberî dijmin e. Bi taybet hemû gerîlayên li Zap, Avaşîn li berxwe didin, hevalên ciwan in. Li gorî vê divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin, tevlî cenga azadiyê bibin û berê xwe bidin çiyayan.
NC// Zerya Bagok