NAVENDA NÛÇEYAN – Êvara 22’ê Adarê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan ê bajarê Bane, ji aliyê hêzên dewletê ve li bendeke kontrolê hate rawestandin û êşkence lê hate kirin.
Behzad Ezîzî dema ku li ber êşkenceyê rabû, hate înfazkirin. Xelkê Bane berê xwe da cihê bûyerê û agir berda benda kontrolê.
Cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneay Selahaddîn a li Baneyê. Malbata ciwanê hate qetilkirin û xizmên wan li ber nexweşxaneyê kom bûn.