NAVENDA NÛÇEYAN – Ev 2 sal in tu nûçe ji Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin. Tam du sal berê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihandibû ku xizmên Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo bi rêya telefonê di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de biaxivin, gazî dozgeriyên herêmê kirine. “Hevdîtina birêz Ocalan û birayê wî piştî demeke pir kurt hat qutkirin û nekarî berdewam bike. Peywendiya telefonê ya birêz Hamîlî Yildirim jî pir kurt bû. Di hevdîtinên bi birêz Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de derket holê ku her du Ji wan ji bo şermezarkirina şert û mercên tecrîdê hevdîtin red kirin. Ji ber gotinên wan ev yek pêk nehat.”
Têkiliya herî dawî ya bi Rêber APO re di 27’ê Nîsana 2020’an de bû. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran bi muwekîlên xwe re di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatibû. Ji wê demê û vir ve parêzerên Buroya Hiqûqê Asrînê û xizmên wan ji bo bi girtiyan re têkilî daynin û ji rewşa wan agahdar bibin têdikoşin. Ev du sal in ti têkilî bi girtiyan re nayê kirin; Ev 2 sal in ne parêzer, ne xizmên wan û ne jî raya giştî nizanin rewşa girtiyan di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de çawa ye. Bersiva dem bi dem ji pergala darazê ya Tirk a li ser serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê eşkere ye. Bi hincetên sexte li dijî Rêber APO bi cezayên dîsîplînê bersiv didin. Bêyî agahî bidin parêzeran li dijî muwekîlên wan cezayên dîsîplînê yên cuda hatin sepandin. Di vê navberê de di navbera 20-29’ê Îlona 2022’an de ji aliyê CPT’yê ve serdana Îmraliyê hat kirin û parêzeran piştî vê serdanê agahî dan.
CPT heta niha der barê mijarê de raporek nedaye. Tişta ku tê zanîn gotinên ku CPT bi Rêber APO re hevdîtin pêk neaniye. Lê belê, sedema vê yekê nayê zanîn.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo tirsandin, xapandin û manîpulekirina raya giştî bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk, di nava raya giştî de kêm agahî bikar tîne.
Lê civaka Kurd li Kurdistan û derveyî welat ve rêbazên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û hêzên emperyalîst dizane. Civaka Kurd di pêşengiya ciwan û jinên ciwan de, bi çalakiyên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dike. Rast e, êdî tenê ji bo agahiyên li ser Rêber APO û girtiyên din ên li Îmraliyê bigirin, çalakiyan nakin.
Ji bo bidawîkirina îşkenceya tecrîdê û binçavkirina rêberên xwe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ji bo bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rê ve diçe çalakiyan li dar dixin.
Bi taybetî jî ciwanan bi çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re nîşan dan û li çiyayên azad ên Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê û li welatên Ewropayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li ber xwe dan.
Ciwanên navneteweyî jî bi taybetî di Meşa Dirêj a Sibata îsal de nîşan dan ku ew bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku paradîgma, fikir û felsefeya wî dilê bi hezaran mirovan germ kir û hişê mîlyonan insan li seranserê cîhanê ronî kiriye, li ber xwe didin.
Piştî du salên bê têkilî û du salan jî nezelaliyê, hêviyên civaka Kurd û civaka navneteweyî namire. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO li her derê tê parastin û tê xwestin û bi hatina sala nû re bi Newroza ku duyemîn salvegera 50. a meşa azadiyê ya Rêber APO yê mizgînî dide, teqez ev daxwaz wê bibe rastî.
NC// Seher Deniz