ATÎNA – Endamen TCŞ û RiseUp4Rojava çalakiyek hevpar li dar xistin. Çalakî danê vê sibehê saet di 10:00 de li ber Dêra Agios Nikolas a li Kolana Acharnon pêk hat.
Li Atînayê ji bo salvegera şehadeta Şehîd Elefterîa Fortulakî ya ku dîlgirtina Rêber APO qebûl nekir û di Newrozê de bedena xwe da ber agir, çalakiyek hate lidarxistin. Şehîd Elefteria Fortulaki ku welatiya Yewnanîstanê ye û dayika du zarokan e wiha got: “Bijî Biratiya Gelan! Azadiya gelê Kurd û Serok Apo azadiya hemû gelên cîhanê ye” û cenazeyê wî li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanos a Atînayê da ber agir.
Çalakiya ciwanên enternasyonal û ciwanên kurd bi dirûşmeyan bi dawî bû.