NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê gendel a PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên Tirkiyeyê de, hîn ji niha de ketiye nava tevgerê. Çalakvanên siyasî û civaka sivîl vê pêngava Barzanî weke xiyanetê binav dikin û dibêjin; “PDK bê piştgiriya dagirkeran nikare temenê xwe dirêj bike.”
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker di hilbijartinên Tirkiyeyê de, hîn ji niha de ketiye nava tevgerê. Tê gotin di çend rojên borî de Barzanî li gel hin serokeşîr û kesên dijberê gelê Kurd hin hevdîtin pêkaniye. Derbarê vê pêngava serokê PDK’ê de, çalakvanên civaka sivîl û siyasî ji ajansa me re axivîn.