BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;
24’ê Adarê qada Girê Çarçêl û derdora gundê Şêlazê yên Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
25’ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Şehîd Kamûran û derdora Çemê Lolanê yên Xakurkê û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 57 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”