ZURÎCH – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku di çarçoveya hemleya Werin Cenga Azadiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê li kantona Zurîh a Swîsreyê meşekê li dar bixin.
Komîteya Amadekar a çalakiyê destnîşan kir ku ev 2 sal in agahî ji Rêber APO nayê girtin û destnîşan kir ku divê hemû ciwanên Kurdistanê xwe ji vê yekê berpirsyar bibînin. Di dawiyê de komîteyê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku di Newrozê de kolan tijî kirine û destnîşan kir ku divê xwedî li destana lehengiyê ya ku ji bindestan heta Mahsum derketiye, cih bigirin.
Daxuyaniya nivîskî ya komîteya amadekar a meşê wiha ye;
“Rêber APO ku di van rojên girîng ên dîrokî de têkoşîna herî germ û dijwar da, 24 sal in li Zindana Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev 2 sal in tu nûçe ji rêveberiya xwe nagirin. Ji ber ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê rapora xwe ya serdana Îmraliyê eşkere nekir û nekarî bi Rêberê me re hevdîtinê bike, gûman zêdetir kir.
DIVÊ HER CIWANÊ KURD BIBE ŞIRGIRÊ DEMIRCÎ KAWA.
Careke din nîşanî me da ku divê tevgera me Newroza 2023’an diyarî Rêber APO bike û azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi lezgînî hem li Kurdistanê û hem jî li Ewropayê bê misogerkirin. Di vê pêvajoya germ de ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye, pêwîste her ciwanê Kurd yê birûmet bibe cîgirê Demircî Kawa. Ev qompasa azadiyê û mifteya Serketinê ye û ev yek ji ciwanan re hatiye dayîn.
Dem hatiye ku ciwanên Kurd ên leheng û birûmet bi ruhê seferberiyê qadên berxwedanê dagirin. Hemû şert û mercên serketinê baştir bûne. Ger ciwanên Kurd di pêvajoyên bi vî rengî yên krîtîk de nexwazin lenet li dîrokê bên kirin, divê bi ruhê Newrozê ber bi serkeftinê ve biçin. Ciwanên Kurd ên wêrek, fedakar, bi rûmet bi hêza ku ji xeta berxwedanê ya APOCU digirin ber bi serkeftinê ve diçin. Niha qonaxa şoreşê ya ciwanan e, rola ciwanan jî ew e ku bibe Newroz. Ciwanên Kurd “Gelo ev lêgerîna heqîqetê wê bi dawî bibe?” divê ew biqîre. Ciwan xurt e, ciwan amade ye û ciwan wê li ser vê bingehê serkeftinê bi xwe re bîne.
CIWAN DÊ BI NEWROZ SERKEFTINÊ BIKE
Di vê pêvajoya dîrokî de divê em deqîqeyek jî li esareta Rêber APO temaşe nekin. Li ser vê bingehê em weke TCŞ û TekoJIN hemû ciwan û jinên ciwan, civaka xwe ya welatparêz û dostên xwe vedixwînin çalakiya “Ji bo azadiya fîzîkî Rêber APOs têkoşîna azadiyê” ku wê di 1’ê Nîsana 2023’an de li Zurîhê pêk were û bi ruhê li Kurdistan û Ewropayê wê Newroz bê pîrozkirin. Di wê rewşê de di destê ciwanan de ye ku bibe Newroz, berxwedan û bi ser bikeve. Roj roja misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan e. Roja Tolhildana Gerîlayên Azadiyê ye ku axa Kurdistanê bi xwîna xwe av dan.
Der barê çalakiyê de;
Cih: Helvetiaplatz 8004 Zurich
Dîrok: 01.04.2023
Dem: 13:00