BEHDÎNAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, tevli bernameye taybet ya televizyona Medya haberê bû.
Besê Hozat di nirxandinê xwe de diyar kir ku ew weke biryara xwe ya rawestandina çalakiyên leşkerî heya roja hilbijartinê taloq dikin.
Besê Hozat di dewama axaftinên xwe de wiha got:
“Me biryar girt ku em çalakiyên xwe yên leşkerî heya hilbijartinê bidin sekinandin.”
KCK’ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî piştî erdhejên Mereşê girtibû.
Lê tevî vê biryarê jî Tirkiyê heya niha gelek caran êrişî herêmên parastinê yên Medyayê dike.