NAVENDA NUÇÊ – Di sala 1973’an de dema ku Tevgera Azadiya Kurd bi Newroza Bendava Çubukê re tevlî bû, di Newroza 1982’an de li Zindana Amedê bi Mazlum Dogan re Destana Kawayê Hemdem nivîsand. Di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz de bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an çiyayên Kurdistanê azad kir, ev têkoşîna 50 salî, nûnertiya hêza azadiyê ya ku serî li ber dijmin nade, didomîne. Tevgera Azadiya Kurdistanê ti carî şehîdên xwe yên ku ev hêz derxistine ji bîr nekir.
Ji ber vê yekê PKK’ê di 3’yemîn Kongreya xwe de 21-28’ê Adarê weke Hefteya Lehengiyê îlan kir û di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz de dest bi bîranîna hemû şehîdên azadiyê kir.
Rêber Apo di nirxandina xwe ya ji bo Şehîd Egît de wiha dibêje;
“Belê, naskirin û fêhmkirina wî pêwîst e, rêheval Agît delal e, rêheval Egît wêrek e, rêheval Egît mirovekî fedakar e!
Divê ev hevalê giyanê were bîranîn û lêgerîn. Bi taybetî îro ku wêneyê jiyana bê tehemûl a gelê me yê ku hê jî mîrateya şermê ya dîrokê mîna zincîreyekê li ser stû û lingên xwe hildigire li ber çavan e, pêwîstiyek mîna nefes û nefesgirtinê ye ku mirov bi kesayetek wiha re beşdar bibe. di wê heyama ku wî afirandiye de bibe rêhevalê wî û bigihîje mezinahiya wî.. Rêheval Agît mirovekî mezin e ku ji destpêkê heta dawiyê dizanibû ku zincîra şehîdan xwedî mejî û dil bû û xwedî wê hêzê bû ku dil û mejiyê hemû gelan di nava yek kesî de bi cih bike. Mirov ger gîhîştibe sifetên xwe, dikare layiqê sifetên mezinahî û mêrxasiyê be. Ji bo yekî ku rastiyek wiha afirandiye, çi peyva mirinê ye! Ma yê ku di jiyana herî esilzade, ku bûye xwe, dikare bimire?”
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Mazlûm Dogan heta Şehîd Egît bi ruhê lehengiyê têkoşîna xwe didomînin.