KOBANÊ – Yekitiya jinên Ciwan do bi şiara “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li bajarê Kobanê li ser asta Bakur û Rojhilatê Surî bi mitîngekê kampanya nu ragihand.
Miting li qada Qada Azadiyê ya ş. Arin Mirkan bi tevlîbuna dehan jinên ciwan hat lidar xistin. Mitîng bi deqeyek rêz girtin destpêkir.
Di mitîngê pêşengeha jineoloji ciwan weneyên gelerî û berhemên ku bi desta hat çê kirin hat pêskeş kirin. Her wiha broşurên der barê kampanyaya nû ya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”hatin belavkirin.
Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Jinda Yusif û Mutiha Mihemed axaftin kirin: “Em wek Yekîtiya jinên ciwan pengava KJC ya bi navê ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ ragihandgelekî girîng dibînin em jî bi biryardarî pêşengî û berpirsyariya di vê pêngavê de wek Yekîtiya jinên ciwan radigihînin ku em jî kampanya ‘Jin, Jiyan, Azadî,Serbixe Azadî’ bi coşek mezin tevlî dibin.”
Piştî axaftinê grubê dîlanê govenda gerîla girtin. Piştra grubê Kevana Zerîn derket ser dike. Bi girtina govendê û sloganên “jin jiyan Azadî” mitîng bi moralek mezin dawî bû dawî bû.