NAVENDA NÛÇEYAN – Ji zêdetirî 2 salan ve dewleta Tirk a dagirker Rêber APO ji derve qut kiriye, hevdîtinên parêzer û malbatên lê qedexe kiriye û heta nikare bi telefonê jî bi axive.
Herî dawî, 25`ê Adara 2021`an Rêber APO bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî bû ku tenê 5 deqe bû û piştre telefon hat birîn.
Ji wê demê û heta niha ve, desthilata dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li girtiyên Îmraliyê (Rêber APO, Xeyrî Konar, Hamilî Yildirim û Weysî Aktaş) ferz dike.
HEWLDANÊN NASKIRINA REWŞÊ TÊN REDKIRIN
Malbata Rêber APO û malbatên girtiyên din roja înê (10`ê Adarê) serî li nivîsgeha serdozgeriyê giştî yê Bursayê û gerînendetiya girtîgeha Îmraliyê dan ji bo ku hevdîtinê bi wan re çêkin.
Parêzerên Rêber APO jî, ji bo ku mewkîlê xwe bibînin, heftê 2 caran daxwaznameyê pêşkêş dikin. Lê daxwazên wan tên redkirin. Hin caran piştî derbasbûna çend mehan, bi neyînî bersiva daxwaznameya wan didin. Desthilatên dewleta Tirk a dagirker bi hiceta ferzkirina cezayên displînê hevdîtinan red dikin.
Parêzerên Rêber APO Rêzan Serîca, Newroz Osyal piştî 8 salan di 2 û 22`yê Gulanê, 12 û 18`ê Hezîranê û 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin bi mewkîlê xwe re lidar xist. Dûre desthilatên Tirkiyeyê, hemû daxwaznameyên parêzeran red kirin.
Sala 2021`an malbata Rêber Abdullah Ocalan 49 daxwazname, wekîlan 49 û parêzeran 98 daxwaznameyên hevdîtinê pêşkêş kirin, lê ew daxwazname bê bersiv mane û heta di cejna de destûr nayê dayîn ku hevdîtinê pêk were.
Di 3 mehên dawîn de parêzeran 14 daxwazname û malbatê 11 daxwazname ji bo hevdîtinê pêşkêş kirin, lê heta niha tu bersiv nîn e.
Şandeyeke CPT`ê di 11 û 25`ê Çileya 2021`an çû Tirkiyeyê û serdana gelek girtîgehan kir lê Îmralî ne di nav de bû.
Komîteyê di 20 û 29`ê Îlona 2022`yan de dîsa çû Tirkiyeyê û piştre ragihand ku wê serdana Îmraliyê kiriye. Lê tu agahiyên dîtir parve nekirin. Dûre parêzeran ragihand ku Rêber APO derneketiye hevdîtinê. Ji ber wê, fikarên wan zêde bû.
Sûcên Tirkiye yên li dijî girtiyan pêk tîne, li dijî peymanên navneteweyî ye ku bi awayekî zelal dsetnîşan dike ku pêwîst girtî bi malbat, dostên xwe re têkilî deynin, nameyan ji hev re binivîsin, serdan pêk werin. Lê Tirkiye ji ber sedemên siyasî van peymanan paşguh dike.
REWŞEKE TENDURISTIYÊ YA DIJWAR!
Rêber APO di pirtûka 5`an a Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk-doza kurd û çareseriya neteweya demokratîk de, wiha behsa şert û mercên Îmraliyê dike: “Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe.”
Ji vê wesifandinê em dikarin şert û mercên tenduristiyê yên dijwar fêm bike ku di hevdîtina xwe li gel parêzerê xwe de sala 2009`an şîrove kir.
Rêber APO têkildarî rewşa li Îmraliyê wiha got: “Ji ber pergala hewayê ya ku li vir hatiye sazkirin, ez nikarim nefesê hildim. Bêhna min diçike, ji ber ku odeya min bê hewa ye. Xwînbûyîna di qirika min de dewam dike. Jixwe sinûzîta min hebû, demax û qirika min diêşin û dixurin. Ev êş roj bi roj girantir dibin, her roj girantir dibin. Ez nikarim nefesê hildim. Ez dema nefesê hildidim gelek zehmetiyê dikişînim. Rewşa min ji ber şert û mercên li vir girantir dibe. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê bi rewşa li vir ve girêdayî ne. Nizanim êdî dê çi bibe, çawa bibe. Nebûna hewa bandorê li hemû fonksîyonên min ên bedenî dike. Tê zanîn ku hucreyên mêjî yên mirovên bê hewa dimînin, dimirin. Ez jî wisa hîs dikim ku hucreyên di mêjiyê min de ji ber tunebûna hewayê dimirin. Dibe sedema serêşê. Ev yek konsantrasyonê nahêle. Ev rewşeka pir acizker e ku bandorê li fonksiyona mêjîyê min dike û wekî rewşeke nîv mirî, nîv xerîqî ye. Ez li vir nîv xeriqî, nîv mirî dijîm. Ez nizanim dê çi qasî vê ragirim, di nava van şert û mercan dê çi qasî mirov dikare bijî.”
Rêber APO bandora tecrîdê ya li ser rewşa tenduristî û psîkolojîk wiha rave dike: “Ez li cihekî yekqat im, bi qasî 6-6,5 metreçargoşe fireh e, tuwaletek pê ve çêkirine, lewma di nava hev de ne. Nivîneke min heye ku li ber dîwarî ye. Bi dîwêr ve ye. Di navbera dîwarê din û nivînên min de mesafeyeke pir teng heye. Di navbera dîwar û nivîna min da hema bêje bi qasî ku mirovek derbas bibe mesafeyek heye. Bi qasî çend gavan e. Ez di vê mesafeya teng re têm û diçim. Cihekî pir teng e. Pergala hewayê ya odeya ku ez lê dimînim, pir xerab e. Ez nikarim nefesê hildim. Pencereya hewayê ya odeyê pir bilind e, nêzî banî ye, li asîman dinêre, tê de têl hene, ez tenê asîman dibînim. Bê guman ketina hewayê di vê pencereyê re ber bi hundir ve ye, ji bilindahiyê tê. Ev fişarê li jêra odeyê de çêdike û jêra wê bê hewa dihêle. Ji ber ku ez li nêzî erdê dimînim, bi taybetî jî dema ez radikevim bandora neyînî ya vê fişarê li min dibe. Fişar nefesa min pir zehmet dike, hema bibêje min difetisîne, mîna giraniyek bi ser min de hildiweşe. Ev jî bêhna min pir teng dike, nikarim nefesê hildim. Dema radizêm bêhna min teng dibe, ez nikarim nefesê hildim. Ez gelek caran ji xewê hişyar dibim ji ber vê yekê. Serê xwe ji nav nivînan derdixim û ditewînim da ku di nav nivînan de nefesê hildim. Dema ku ez vê dikim, tenê dikarim di nav nivînan da hinekî nefesê hildim. Dîsa bi vî awayî divê ez nîv xeriqî di nava nivînan da rakevim. An ez dikarim bi vî awayî xwe bitewînim û nefesê hildim, an jî ez radibim û nêzî cihê hewadarkirinê dibim û hewl didim nefesê hildim. Ev yek jî xewa min diherimîne.”
Rêber APO wiha didomîne: “Li cihê berê min li ber camê bêhn dikişand, min dikarîbû bêhn bikişanda. Pencereya bêhnvedanê jî biçûk û bilind e, ev jî bandorê li biyolojî yên bedena min dike. Dema ez xew dikim ez bêhnteng dibim. Ji ber wê jî, yan ez xew dikim yan jî ji bo ku bêhnê bikişînim hişyar dimînim. Ez gelek caran ji xewê hişyar dibim û neçar dibim ku bimeşim da ku bikarim bêhnê bikişînim. Dema ku ez li cihê xwe yê berê bûm bijîşkek ji CPT’ê hat û ji min re got ku bêhntengiya min bi sedema kêmbûna bêhnvedanê ye û ku divê ez li ber pencereyê xew bikim û berê xwe bidim wê. Jixwe min wiha xew dikir ji ber ku nivîna min tam li wî cihî bû. Tiştê ku bijîşk ji min re digot min pêk dianî. Wî rewşa min baş nas dikir.”
Ji vir diyar dibe ku bi derbasbûna demê re û ji ber şert û mercên ne baş ên girtîgeha ku Rêber APO tê de tê ragirtin, çiqas pirsgirêkên tenduristî pir dibin û girantir dibin.
Madem ev axaftina Rêber APO beriya 14 salan bû, bi demê re em dikarin fêm bikin ku pirsgirêkên tenduristiyê her ku çûne girantir bûne.
Ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên bi vî awayî, pirsgirêkên tenduristiyê yên nû li ba Rêber Abdullah Ocalan derketin, heta 15’ê Sibata 1999’an tenê nexweşiya sînûzît bi Rêber APO re hebû, lê piştî demekê û ji ber tecrîdê, hucreya tekakesî û îşkenceya li Îmraliyê êdî nexweşiyên wî zêde bûn û veguherîn bêhna teng, gewrîkulbûn, alerjîk û bêhntengî (asma).
Çavkanî: ANHA