HESEKÊ – Îro saet di 11ê sibê de Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê ji bo kampanyaya nû: ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’, komxabatekî li dar xist.
Di destpêka komxabate de ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Ji ber ku rojbûna Rêber APO nêzîk dibe, jinên ciwan di destpêkê de bi rêzdarî silav dan Rêber APO û wiha hate gotin: “Em 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û li tevahî hevalan pîroz dikin. Bi hêviya bi Rêbertiya azad re li Kurdistana azad bijîn em soz û peymana bilindkirina têkoşîna şoreşê dubare dikin.” Û ji ber ku rojbûna Rêber APO nêzîk dibe, jinên ciwan sinevisyonek li ser jiyana Rêber APO temaşe kirin.
Piştî ser armanca vê kampanyaya nû ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ hat niqaş kirin. Jinên ciwan dan xuyakirin, ku kampanya ji bo rengê jinên ciwan, afirînerî, dînamîzm, enerjiya wan û azadiyê ji xwe re dike armanc. Li ser vê bingehê bi kampanya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ bi pêşengiya jinên ciwan wê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xeta çalakiyan a radîkal bê destnîşankirin. Di nîqaşan de rola jinê bi taybet e jinên ciwan hate nîqaşkirin. Li ser mafên we, li ser rola we di malbat û civakê de.
Komxabat bi qîrîna dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ û moralek mezin bi dawî bû.