MEXMÛR – Li hemberî îxaneta ku ji aliyê kontrayan ve ru dayî û gerilayê bi navê Harun Elbak bi şêweyek hovane radestî dewleta Tirk hatî kirin ciwanên Mexmûrê li hemberî vê îxanetê gotin: “ Em weke ciwan û weke gelê Kurd beramberî vê îxanetê bêdeng namînin”
Ciwanê bi navê Sipan Yaman û jina ciwan ya bi navê Kajin Ozek li hemberî îxaneta ku ji aliyê kontrayan ve ru dayî û gêrilayê bi navê Harun Elbak bi şêwayek hovane radestî Dewleta Tirk a dagirker kirî ji ajansa Nuce Ciwan re axivîn.
https://youtu.be/ABJDOxekFDc
Ciwana bi navê Kajin Ozek diyar kir ku em soz didin hevalê xwe Harun hata ku em hene emê ji bona doza wî emê bikevin nava tevgerê û got: “ Ew buyera ku li Hezex Şirnexê hatî pêkanîn, ku hevalê bi navê Harun ketiye destê hinek xwe firoşên ku li dijî gelê Kurdistanê têkoşinê dikin ketiye destê wan de. Em wekî ciwanên Mexmûr bi rastî ji em pir bi hêrsin. Ji ber ku bi rasti ji eger em Kurd xiyanetê li himberî Kurdiniya xwe bikin ev ji bo me tiştekê pir nexweşe ji ber ku eger em, Kurdin divê em li himberî vê terorê em rabin ser xwe. Ne me berovajî vê cangoriyên xwe radestî vê xetê bikin.”
Ozek di berdewamiya axaftinê xwe de bal kişan li ser erkê ciwanan û gelê Kurd û got: “ Eger Kurdek eger ciwanek bibêje ez xwedî wijdanim û ezê ji bona gelê xwe hertiştî bikim. Divê her ciwanek li himberî vê kindar be û ew kesên ku hevalên me radestî van kiriye divê li hemberî wan kesan ji tişta ku ji destê wan were bikin. Ji ber ku êdi dem hatiye ku em ji vê terorê re bibejin êdi bese. Weke ciwan tişta ku ji me were xwestin em amadene û divê her ciwanek ji Bakur li hemberî vê ixanetê bêdeng nemîne.
Kajin Ozek di qedandinê axaftinê xwe de bang li tevahî gelê Kurd û taybet ciwanên Kurd kir û got: “ Banga min ji tevahî ciwanan û bi bêhtirî xwe ciwanên Bakur cihê ku ev tişta lê qewimiye, divê ciwanên wir rabin ser xwe û bejin êdi bese.
Li ser heman mijarê ciwanê bi navê Sipan Yaman bal kişand li ser ixaneta koruciya û got: “ Buyere ku li Hezex Şirnexê rû da rêheval Harun yê ku dixwast xwe bigihîne malbatek welatparêz û ketîye destê çar kesên xayîn, em vê buyerê bertek nişan didin û em didin ragihadin ku em wek gel weke ciwan hemberî vê buyerê bedeng naminin. Heman demê de ew ku li hemberî heval Harun hatî bi kar anîn li hemberî îradeya gelê Kurd hatîye bikaranîn, bê guman şoreşan de tiştên wisa ru didin lê bila bizanin xayîn û xwe firoş, emê tu carî bi buyerên wisa têk neçin emê tu carî dest ji tekoşina xwe ber nedin û hin bêhtir têkoşîna xwe mezintir bikin.
Ji ber vê yekê em bang li tevahî gelê Kurd dikin û li hemû ciwanan, li himberî kesên wisa derkevin bertek nişan dbidin û kesên wisa ji nav xwe bavêjin.
NC// Rizgar Adanmış