RANYA – Di bin pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz de, li bajarokê Ranya ya navenda îdareya Raperîn bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Apo 74 şitilên cur be cur hatin çandin.
Li bajarokê Ranya ya navenda îdareya Raperîn di bin pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz de, xwarinek ji bo ciwanan hate organîzekirin. Heman demê de bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 74 şitilên cur be cur yên weke zeytûn, goz, tû, hinar, hêjîr, darmêw û hwk… hatin çandin.
https://youtu.be/sJHyhUA0l-4
Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Dîlan Rêbwar di derbarê çalakiyan de axivî û wiha ragihand: “Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê têkoşîn kiriye, ji bo wê tevahiya mirovahiyê rojbûna Rêber Apo wek rojbûna xwe dibînin. Tevî ku Rêber Apo di girtîgehê de ye jî, lê fikrê Rêberê me li vir û hemû cîhanê ye. Ti desthilatdarek yê cîhanê nikare li pêşiya belavbûna fikir, felsefe û rêbaza Rêberê Gelê Kurd bibe asteng.”
Dîlan Rêbwar herî dawî 4’ê Nîsanê li tevahî cîhan û mirovahiyê pîroz kir û got: “Roja rojbûna Rêber Apo, roja azadî û tolhildanê ye.”