AMED – Bazên Metropol li navçeya Sûrê ya Amedê bi meşaleyan rojbûna Rêber APO pîroz kir.
“Em 4’ê Nîsanê ya ji aliyê gelê Kurd ve hatiye ragihandin pîroz dikin û careke din diyar dikin ku em ê di têkoşîna azadiyê ya gelan û çîna karkeran de bi ser bikevin.”
Bazên Metropol bi wesîleya rojbûna Rêber APO banga bilindkirina têkoşîna azadiyê li dijî tecrîdê bi çalakiya meşaleyî û nivîsandinê kir. Bazên Metropol daxuyaniyeke nivîskî da û soz da ku dê bîranîna rêheval Fazil fermandarê mezin zindî bihêle.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rojbûna Rêber APO û 50. salvegera têkoşîna azadiyê ji bo gelê Kurd qonaxeke nû ye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jiyan û tenduristiya wî weke xeta sor dibînin. Em ê nehêlin ti planek têk biçe. Em ê bi dirûşma ‘Rêber APO dema azadiyê’ têkoşîn û berxwedanê bidomînin.
Rojbûna Rêber APO ya 4’ê Nîsanê ji bo bi milyonan Kurdan weke rojbûna gelan bûye sembol û ji aliyê gel ve weke zayîna têkoşîna azadiya neteweyî hatiye qebûlkirin. Weke Bazên Metropol em ‘jidayikbûna’ gelê Kurd ku îro weke zayîna xwe qebûl dikin, çawa ku nêzîkatiya li azadiya Rêber APO weke nêzîkatiya azadiya gelan hate ragihandin, em silav dikin.” got.