NAVENDA NÛÇEYAN – Her ku em nêzî 4’ê Nîsanê dibin, têkoşîna azadiya civaka Kurd a li dijî zext, mêtingerî û şîdetê bi rastî ji nû ve zindî bû. Di şexsê Rêber APO, Abdullah Ocalan de di sala 1949’an de bi zayîna wî re lêgerîna azadî, wekhevî û demokrasiya rasteqîn ji nû ve dest pê kir.
Rêber APO ku hemû jiyana xwe ji bo vê têkoşîn û lêgerînê terxan kiriye, ji bo pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst û ji bo azadiya civakên bindest nêzîkatiyên herî çareserî û têkoşîna herî serkeftî kiriye. Di vî şerî de Rêber APO bi taybetî girîngiyê dide ciwanan. Ciwanên ku di modernîteya kapîtalîst de tên îstîsmarkirin, asîmîlekirin û çewisandin, di têkoşîna azadiyê ya civaka Kurd de di refên herî pêş de cih digirin û bi jinan re pêşengiya civakê dikin.
Ciwanên ku di pergala kal û pîran de xwedî gotin nînin, di têkoşîna tevgera ciwanan de, di têkoşîna PKK’ê de dengê xwe dibînin. Ne tenê ji ber vê sedemê ye ku li her çar aliyên cîhanê ciwan li pey paradîgmaya Rêber APO, li ser şopa lehengên têkoşîna azadiyê ne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têdikoşin.
Ji ber ku ciwan dizanin ku sala 2023’an wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber APO ku bi taybetî jî ciwan wê weke pêşengên civakê têbikoşin.
Bi vî rengî ciwanên Rêber APO salvegera ji nû ve jidayikbûna civaka Kurd li ciwan, civaka Kurd û civakên bindest ên cîhanê pîroz dikin û banga mezinkirina têkoşînê dikin.
NC// Andrea Wolf