MEXMÛR –Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmurê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO di 10’ê Kanuna 2022’an de dest bi çalakiya nobeta azadiyê kiribûn. Di 1’ê Sibata 2023’an de ev çalakî vegerandin çalakiya gireva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger. Roja 8’ê Adarê piştî meşa 8’ê Adarê ku hatî li darxistin, çalakiya gireva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî kirin û ev çalakî bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmur (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmur (TCM) veguherî çalakiya kon vedanê.
Tevgera Jinên Ciwanên Mexmur (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmurê (TCM) bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn. Di destpêka daxuyaniyê de ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hat dayîn. Daxuyanî bi dûrûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘4’Nîsanê li Rêber pîroz be’ bi dawî bû û piştî daxuyaniyê agir hat pêxistin.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.