BEHDÎNAN – Mîna li gelek herêmên Kurdistanê û cîhanê, li qadên gerîla jî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo Abdullah Ocalan bi coş hate pîrozkirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di dema çalakiyê hest û fikrê xwe anîn ziman û diyar kir ku ew bi biryar in 2023’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd.
Gerîlayan bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û paşerojeke azad şitil çandin. Gerîlayan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan û bi gerandina govendê 4’ê Nîsanê pîroz kirin.