MINBIC- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbic û gundewarên wê sala 75’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Ciwanan bi dirûşma ‘Di sala 75’an a Rojbûna Rêbertî de, em hebûna xayînan red dikin’ meşek meşaleyî lidar xistin û soza tolhildanê dan.
Ciwan li dorhêla El Mizan kom bûn û piştre li ser rêya Helebê re derbasî pêşiya Navena Ciwanên Şoreşger a bajar bûn. Li vir deqeyek rêz hate girtin û piştre li ser navê ciwanan Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ereb El-Îsa axivî.
El-Îsa anî ziman ku diyar kir ku ew bi vê rojê serbilind in û got: “Rêber Apo girîngiyeke mezin daye jinê. Rêya jinê ronî kiriye.”
El-Îsa destnîşan kir ku ew saoza têkoşîn û berxwedanê didin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Çalakî bi dirûşman dawî bû.