NAVENDA NÛÇEYAN – Em 4’ê Nîsanê nû pêşwazî dikin. Ger hûn bipirsin ji bo gelê Kurd tê çi wateyê, helbet tê wateya jiyanê. Ew bedewî, paqijî, nûbûnê, vejînê temsîl dike.
Tam 74 sal berê li Gundê Amara yê navçeya Xalfetî ya Rihayê ku tijî sir û pîroziyên dîrokî bû dayika Uveys ew girtibû hembêza xwe. Wê demê hemû lêgerîna azadî û heqîqetê dest pê dike.
https://youtu.be/1UQp80xHSm0
Rêberê me di zarokatiya xwe de jî weke civa tê pênasekirin. Dema lîstikan dileyze, şer dike, diçû zeviyan, di nav baxçeyên fistiqan de dixebitî, dizane ku di her kêliya jiyanê de azadî çiqas zehmet e, lê balkêş e.
Niha jidayikbûna wî axa şikestî zindî dike û şitlên hişkbûyî vedijîne. Mîna tovekî di her kêliya jiyanê de şîn dibe. Mîna bêhna jiyanê ye..
Ya herî baş ew e ku ji zarokên herî nêzî azadiyê li Rêber Apo guhdarî bikin. Tenê bi hevokekê bi awayekî herî xweş û paqijî vedibêjin, evîna xwe tînin ziman.