NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêz li Stenbol û Mêrsînê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Îro Ciwanên Welatparêz danê êvarê rojbûna Rêber Apo li Stenbol Zeytînburnu, Mêrsîn Yenîpazarê û Adanayê pîroz kir.
Stenbol
Ciwanên Welatparêz li Zeytînburnuya Stenbolê li gelek nuqteyên cuda nivîs nivîsandin. Ciwanan li ser dîwêr “Rojbûna te Pîroz be Rêber Apo” nivîsandin.
Mersîn
Ciwanên Welatparêz vê êvarê li Yenîpazara Mêrsînê meş li dar xistin û rojbûna Rêber Apo bi fîşekên hewayî pîroz kirin.
Adana
Ciwanên Welatparêz li Taxa Gulbahçeya Edeneyê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin, meşale pêxistin û bi qîrîna dirûşmên “Silav, silav, hezar silav ji Îmraliyê re” meşiyan.