Nasnameya Gerîlayê şehîd Koçer Dogan Hat ragihandin

Tevî biryara bêçalaktiyê ya hêzên gerîla, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi navê Koçer Dogan di êrîşa 7’ê Adarê de şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Agahiyên êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kirine wiha ne;

Di 4’ê Nîsanê de derdora gundê Çemrobotkî yê Garê û berpalên Xêrê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 5’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 13 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

LI METÎNAYÊ ŞERVANEK ŞEHÎD BÛ

Hevrê Koçer Dogan di 7’ê Adara 2023’an de li herêma Girê FM ya Metîna, di êrîşên dijmin ên li dijî hêzên me de şehîd ket. Ligel ku hêzên me li gorî biryara rêxistina me tevdigeriyan û li hemberî dijmin tu çalakî nedikirin jî, êrîş li ser hêzên me tên kirin. Yek ji milîtanên mînak ên fedaî yên Apoyî, hevrêyê me Koçer, di gelek qonaxên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de têkoşiya û bûbû yek ji hevalê me yê ku xeyalên dagirkeriyê yên dijmin pûç kiribû.  Malbata wî ya hêja ya di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalê me Koçer Dogan wisa ye:


Nasnav: Koçer Dogan

Nav û paşnav: Mehmet Salîh Erdal

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Xeriya – Abîd

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Adara 2023’an / Metîna

Hevrêyê me Koçer li Hezexê ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Koçer ji ber polîtîkayên zext û zordariyê yên dijmin weke pêkanîneke qirkirinê neçar ma koçî Nisêbînê bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me Koçer li Nisêbînê mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe ve ji ber hawîrdora welatparêziya ku tê de, têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir, bi destanên lehengiya gerîlayên ku gelê me li hemberî dijmin bi fedekarî parast, mezin bû. Ji bo vê jî gerîla kir lehengê zarokatiyê û tevlîbûna gerîla weke armanca xwe ya herî mezin destnîşan kir. Hevrêyê me Koçer ê ku ji biçûkatiya xwe dest bi naskirin û fêhmkirina rastiya dijmin kir, ji ber pêkanînên dijminahiyê hem ji malbata xwe bihîstiye û hem jî bi xwe şahidî kiriye; ji zû de pê hesiyabû qirkirina ku dijmin li ser gelê me daye destpêkirin, encax bi têkoşîneke bi bandor dikare were şikandin. Ji bo vê jî ji ciwantiya xwe ve bi awayekî aktîf di nava xebatên ciwanan de cih girt. Lê belê rastiya ku dijmin gelê me bêyî ferqa zarok, jin û kal û pîran qetil kir, ne tenê hevrêyê me Koçer hêrs kir, di heman demê de bû sedem ku têkoşîna xwe bigihîne asteke hîn radîkaltir. Dîsa Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku gelê me bi berdêlên mezin pêş xist û hema hema her roj şehadetên ji bo parastina vê şoreşê hatin jiyîn, bandor li ser hevrêyê me Koçer jî kir. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de bi tevlîbûna li nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava, erkên xwe yên li hemberî gelê me bi cih anî.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên giran dibir ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, ew tevlî nav refên şoreşê bûbû û ev jî bûbû sedem ku ew di nava demeke kurt de tevlî nav têkoşîna çalak bibe. Tecrubeyên leşkerî yên ku bi salan dikare bihata bidestxistin wî di nava demeke kurt de bi dest xistiye û ew jî tevlî nav eniyên şer bûye. Hevrêyê me Koçer ê ku beşdarî gelek operasyonên leşkerî yên ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ’ê bû, di van çalakiyan de bi tevlîbûna xwe ya leheng, fedakar û kedkar bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku di van pêngavan de xwe di warê leşkerî de bi pêş xist, bi serxistina gelek erkan di asta pêşengtiyê de cih girt. Lê pê hesiya ku tenê jêhatiya leşkerî têra milîtanekî Apoyî nake û hewl da xwe di felsefeya Rêbertiyê de pêş bixe. Bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dît, hem ji xebat û pêkanînên ku pêk anîne re îmkana xwe çêkir û hem jî di jiyana şoreşê de bi watetir û bi zanebûn bimeşe. Ji tesbîtên ku kirî destnîşan kir ku her çend di warê leşkerî de milîtanekî serketî be jî, di gihandina rastiya Rêbertî û şehîdan de kêmasî hene. Wî fêm kir ku divê ji bo vê yekê bêtir şer bike

Di sala 2018’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi giranî têk çûn, wî jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê ve  tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Bi fedekariya xwe di her xebatên ku cih girtibû de derketibû pêş û fedakarî weke felsefeya jiyanê jiya. Lewma bi helwesta xwe ya jiyanê, bi reng û moralê ku li jiyanê zêde kir, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî, ew ji xwe re wekî mînak didîtin.

Hevrêyê me Koçer ku difikire ku divê weke milîtan li hemberî êrîşên dijwar ên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hevalên xwe yên li çeperan re be û li ser vî esasî tevlî Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bû. Hevrêyê me Koçer li Qada Berxwedanê ya Girê FM bûye yek ji mîmarê berxwedana li vir û destûr nedaye ku dijmin gavekê jî bi pêş ve were. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna hevalê xwe Koçer bigihînin serfiraziyê.”

 

Nivîsa Pêş