NAVENDA NÛÇEYAN – Gava em dibejîn hevaltî pêşîn hevalên me tên bîra me. Hevalên ku em bi xwe hildibijêrin. Lê divê em ji xwe bipirsin: Em hevaltiya xwe li ser kijan bingehî datînin? Em li gorî kîjan pîvanan hevaltiyekê dikin? Bendewariya me ji hevaltiyê çi ye û hevaltî divê çawa be? Bêguman dema em dibejin hevaltî xetekê datînin navbeyna hevaltiya pergalê û ya rêxistinî. Di nava pergalê de bi taybetî hevaltiya jinên ciwan li ser esasê ecibandina hevdu, dîtina nêzî xwe, derbaskirina wext bi hev re, gotina derdên xwe ji hev re an jî rikeberiyê ye. Lê gelo ev hevaltiyeke rast e? Di nava hevaltiyeke wiha de gelo hezkirin, mezinkirina hev û din û armanceke hevpar heye? Di cewherê xwe de nîn e. Lewma pir caran em difikirin ku hevaltiyên me pir kûr û xurt in, dibe ku zû bi zû ya jî ji ber tiştên biçûk xera bibin. Mirovên ku me herî zêde qedrê wan girtiye û bawerî bi wan aniye, dibin mirovine din. Divê hevaltî cewhera têkiliyên civakî nîşan bide Îro em dixwazin hevaltiyên wiha ava bikin ku em bê guman, bê dudilî û bê metirsî bikarin baweriya bihev û din hebe, hez ji hev bikin û bi qedrê hevdu bizanin. Ji wê boneyê pîvana me ya herî zelal û bilind, hevaltiya bi Rêber APO re ye. Di têkiliya hevaltiyê Rêber APO bi dayîna wateyê û fam û feraseta xwe di rêhevaltiyê mînaka herî esas e. Rêber APO dibêje:
“Divê hevaltî cewhera têkiliyên civakî nîşan dide.”
Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku çawa em dixwazin nêzîkatiyên exlaqî, demokratîk, bi rêzdarî û hezkirin di nav civakê de bi cih bikin, divê mirov wiha li ser hevaltiya me bisekine. An go têkiliya me ya hevaltiyê divê li ser esasê birdoziya Rêber APO bi rê ve biçin. Di birdoziya Rêber APO de avakirin û sekinîna li ser xwe, rêhevaltiya herî rast û avaker e. Ji ber ku di nava vê birdoziyê de cewhera civakbûne, azadiya jinan, civakeke demokratîk û ekolojîk, armanca sereke ye. Her mirovekê/e ku dixwaze xwe di nava vê heqîqetê de ava bike, û bi pey heqîqetê bikeve, divê mirovên derveyê vê lêgerînê ji bo hevaltiyeke rastîn neke esas. Hevaltiya me, nîşaneya rastiya me ye. Lewma divê em di têkiliya xwe de bêyî metîrsî rastiyê bibêjin. Divê em bi hev re rast bin. Şaşî û rastiyên hev ji hevdu re bibêjin. Bi vî awayî em ê hevdu bi pêş ve bibin û bibin mirovên pêşêng ên vê civakê.
Taybetî jinên ciwan hevaltiya bi Rêber APO re baş hîs bikin û bihêlin ku bijî
Xwe ji nû ve ava bikin û bidin jiyandin
Bi rastî, fikir û ramanên Rêber APO, bi taybetî heqîqeta jinên ciwan diyar dibe. Ji ber ku bi pêşxistina birdoziya wî, me xwe ji nû ve gihand rastiya jinan; bi taybetî jî jinên ciwan. Pergala baviksalar û kapîtalîst ser rastiya heqîqeta me di nav pênc hezar salan de girt. Dixwast heqîqeta me ji hevdu qut bike, parçe parçe bike, ji xwe dûr bixe û bixe bin destên xwe û kontrol bike. Beriya ku Rêber APO ji bo jinan bi awayekê bêhempa têbikoşe, jin bi derew, zordestî û mêtingeriya bi pênc hezar salan hatibûn şehitandin. Bi hevaltiyeke rast em dixwazin xwe ji nû ve ava bikin û bidin jiyandin. Ev, bi tenê bi hevaltiya rast a bi Rêber APO re pêkan e. Ji bo vê yekê divê yekem em xwe ji tekiliyên bi tiştên madî, tekiliyên di nava qaliban de û têkiliyên ku ji milkê taybet re xizmet in, xwe qut bikin.
Hevaltî tene bi gotina peyva “hevrê” re nayê kirin
Hevaltî ne tiştekî madî an derveyê menewiyatê ye. Ji bo em baştir jê fêm bikin em bi awayê hevaltiya Rêber APO de bikevin. Rêber APO, her tim xeta hilanîna tola hevalên xwe û gihîştina armancên mezin, ji xwe re kirine esas. Bi soza xwe ya ji bo şehîdan xwe dide ser pêkanîna armancên mezin û pêk tîne. Rêber APO, ji bo heval Hakî dibêje; “Ew ruhê min ê veşartî bû.” Hevaltiya wan hevaltiyeke ew qas kûr bû, wan bêyî axavtin dikarî ji hev fêm bike. Lê piştî şehadeta heval Hakî, Rêber APO li hevaltiya xwe di asta herî jor de dewam kir. Ji bo rakirina tola şehadeta Hakî, Rêber APO damezirandina PKK’ê ji xwe re dike armanc û pêk tîne. Piştî şehadeta heval Bêrîtan, Rêber APO artêşbûyîna jinan bi pêş dixe, piştî şehadeta heval Zîlan birdoziya rizgariya jinan ava dike. Hevala xwe ya zarokatiyê ji bîr nake. Bi Elîf re jî heta îro hevaltiyê dike û tolê hiltîne. Di şexsê Elîf de Rêber APO ji bo azadkirina hemû jinên cîhanê, jiyana xwe feda kiriye. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku ji bo Rêber APO ya esas di şexsê hevalên xwe de bicihanîna daxwazên wan û jiyandina wan e. Ji bo jiyandina wan li ser şopa cîhanê diguhêre û bêyî navber kedê dide.
Hevaltiya Rêber APO ji xwe re bikin mînaka herî mezin
Lê ne tene bi şehadeta hevalan, di nava jiyanê de jî Rêber APO her dem keda herî bilind, herî zêde dide. Ji bo hevalên xwe ku nabîne, nedîtiye û nas nekiriye jî dikare hezkirineke mezin ava bike. Di esasê xwe de hemû mirovahiyê dide ber dilê xwe. Lê ji bo wan hêstyar nabe, ji bo wan têkoşîna herî mezin di nava çar dîwarên zindana İmraliyê de dide. Rêber APO hestên xwe polîtîze dike û her ku diçe gavên ber bi azadiyê ve diavêje. Li ser vî esasî em jinên ciwan jî divê hevaltiya Rêber APO ji xwe re bikin mînaka herî mezin. Eger Rêber APO têkoşîna xwe kiriye têkoşîneke ji bo jina azad, divê em xwe di fikir û têkoşîna wî de bipejirînin. Rêber APO gava dîl hat girtin, rexne li me dikir ku me hevaltiya xwe baş nekiriye. Ji bo azadkirina wî ya bi fîzîkî, divê em jinên ciwan pêşengtiya hevaltiya rast bikin! Em pêşengên civakbûnê, divê di heqîqeta Rêber APO de xwe ava bikin û bi wî awahî hevaltiya rast pêk bînin. Di nava stratejiya demdirêj a Şerê Gel ê Şoreşgerî de tekîliyên me di nava gel de jî pir giring in. Lingekê bingehîn ê vê stratejiyê gelê şoreşxwaz e. Gelê ku ji bo azadiyê xwe feda dike, divê rastiya Rêber APO baş fêm bike, divê gotinên Rêber APO rast pêk bîne. Eger em pêşeng nikaribin wê hevaltiyê bi Rêber APO re bidin jiyîn, em ê nekarin wê hezkirin û têkiliya xurt di nav gel de jî ava bikin.
Hevaltî ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî bingehîn e
Lê ji bo serketina Şerê Gel ê Şoreşgerî ev hevaltî bingehîn e. Rêber APO jî her tim serkeftinê ji bo gelê xwe kir esas, ew perwerde dikir, bi pêş dixist û kişand ber bi xeta şoreşê ve. Nasnameya dijmin diziye dîsa da destê gel. Tovê şoreşa Rojava bi wî awayî 40 sal berê Rêber APO bi xwe reşand. Em baş dizanin ku bêyî gel, jin û jinên ciwan şoreş pêk nedihat û wê di pêşerojê de jî pêk nayê. Ji ber vê divê em hevaltiya Rêber APO fêm bikin û bi xwe pêk bînin. Em bawer in ku bi taybetî jinên ciwan hevaltiya bi Rêber APO re baş hîs bikin û bihêlin ku bijî. Divê em bersiva qedrê ku Rêber APO dide jinên ciwan, bidin. Li kû û kengê be jî em dikarin hevaltiyê bi Rêber APO re bikin. Ji wê boneyê dîtina Rêber APO ne giring e. Bi tenê divê em di navenda jiyana xwe de hezkirineke rast ji bo Rêber APO ava bikin. Divê em bi wî re bijîn. Bi wî awayî em ê Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin!
Çavkanî: Kovara Xwebûn