HAMBÛRG – Konferansa ‘Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst’ ku bi dirûşma ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin’ û li ber fikrên Rêber APO tê lidarxistin, di roja 4’an de ye. Endamê Konseya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Dûran Kalkan, ji konferansê re peyamek şand û got, “Berî her tiştî ez li ser navê Rêber Apo û rêveberiya partiya me, her kes û beşdarên konferansê bi rêzdarî silav dikim. Ez spasiya wan kesan dikim ku bi alîkariya gelê me hatiye, ku sed sal in di bin jenosîdê de maye û di vê dema dawî de erdhejeke mezin ser ve hatiye.”
Dûran Kalkan di nava axaftîna xwe de jî got: “PKK a ku xwe li ser bingeha paradîgmaya nû jinûve ava kiriye, pêşeng e ku perwerde û bi rêxistin dike. Rê li ber kes û civakê dixe, dibe alîkar. Rêveberiya siyasî jî li ser bingeha konfederalîzma demokratîk ji civakê re dihêle.”
‘TEVGERA PKK’Ê TEVGEREKE ŞOREŞGER E‘
Di peyama Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ev tişt hatin gotin:
Bê şik, rast e ku hişmendiya sosyalîst a demokratîk ji derve ve ji civakan re tê dayîn, hişmendî û rêxistinbûna civakî ne jiberxwe ye. Diyalektîka dîrokî-civakî nîşanî me dide ku rastî ev e. Bê şik rewşenbîrên şoreşger vê wezîfeya hişyarkirinê pêk tînin. Tevgera PKK’ê tevgereke şoreşgerî ye, tevgereke azadiyê ye ku ji sala 1973’an û vir ve weke tevgereke rewşenbîr-ciwanî derketiye holê û di şeklê partiyeke pêşeng de xwe bi cih kiriye.
PKK’ê di salên 1970 û 80’ê de hewl daye ku van fonksiyonên pêşeng ên partiyê bi awayek pir alî bilîze. Lê hîn zêdetir aliyên siyasî û leşkerî derketin pêş, aliyên wî yên fikirî-îdeolojîk hîn di plana duyemîn de maye. Di rastiyê de ev yek, ji rastiya Rêber Apo û PKK’ê zêdetir, çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku di serî de em, mîna hemû kadroyên partiyê û gelê me, her kes Rêber Apo û PKK’ê wiha dibîne. Yanî hîn zêdetir fonksiyonên serok, fermandar, lîder û rêveber derketine pêş. Aliyên wê yên fikrî, zanistî, teorîsyenî, fêrker, propagandaker paş de maye. Rastiya Rêber Apo bê guman mîna rastiyekê ku di nava geşedanek diyalektîk de, her çendî ku rewşa wî ya destpêkê ne bi asta roja îro de be jî, dîsa jî li van qadan hemûyan kombûnekê pênase dike. Di asta neteweyî de be jî, derkertina rêbertiyekê temsîl dike.
Di rastiyê de dema ku ji Rêber Apo hat pirsîn, bê dudilî diyar kir ku çeka wî ya herî bi hêz a wê demê zimanê wî ye. Bi gotineke din, wî dixwest îfade bike ku ew perwerdekar û propagandavanek e. Bi rastî jî bi hêza xwe ya ziman, yanî perwerdehî û rêxistinbûnê, heta ku ji destê wî tê, hewl daye têkoşîna siyasî û leşkerî bide meşandin.
BI GUHERÎNA PARADÎGMAYÊ RE ALIYÊ TEORÎK-ÎDEOLOJÎK DERKET PÊŞ
Bi guherîna paradîgmaya ku di nava têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî de pêk hat, ev rastî bi awayek hîn zelaltir derket holê. Êdî armanca PKK’ê ya dewlet û desthilatdariyê qediya. PKK veguherî partiyek a li ser esasê azadiya jinê, ekolojî û civaka demokratîk. Piştre aliyê wê yê fikir, teorîk-teolojîk hîn zêdetir derket pêş. Li gorî paradîgmaya berê, aliyê partîbûna pêşeng her çendî hinekî perwerde û rêxistinbûnê digire nava xwe jî, di esasê xwe de aliyê rêveberiya siyasî û leşkerî digirt nava xwe. Bi paradîgmaya nû re ev yek hîn zêdetir veguherî pir perwerdekirin û rêxistinkirinê. PKK weke paradîgmayî guhertina xwe ya ji kokê, bi pêşengiyê pêk anî.
Di rastiyê de dema ku konfederalîzma demokratîk, yanî qada siyasî-leşkerî weke bedena neteweya demokratîk pênase dike, rêveberiya partiyê jî ruhê neteweya demokratîk pênase dike. Rêbertiya partiyê wekî ruhê civaka demokratîk an jî civaka neteweya demokratîk nîşan da. Yanî hest, raman û perwerdeya wî wek heqîqet hatiye pênasekirin. Bi vî rengî guhertina di nava PKK’ê de bi guhertina paradîgmaya radîkal a rastiya Rêbertiyê derket holê. Di vê çerçoveyê de divê ku em pêşketina di çerçoveya tevgera Serokatiyê de, rewşa ku rêveberîya nû zêdetir li ser Rêbertiyê hatîya çêkirin rast fêhm bikin.“
RÊBER YÊ KU RÊ VEDIKE, RÊ DIBÎNE, RÊ NÎŞAN DIDE YE
Pir baş tê zanîn ku Rêber yê ku rê vedike, rê dibîne, rê nîşan dide ye. Bi Tirkî Önder, bi Kurdî Rêber, bi Farisî Rehber tê gotin û di her zimanê de pênaseyek vê heye. Serok- fermandar-rêveber jî di rastiya xwe de li ser rêya ku hatî nîşandan diçe. Lewma divê em ferqa di navbera fermandar-serok-rêveber û onder-rêber de bibînin. Rêber rê dibîne, rê nîşan dide, rê vedike. Serok-fermandar-rêveber jî hewl dide li ser rêya hatî nîşandan bimeşe. Serok-fermandar an jî rêveber, îdare dike, bi rê ve dibe, hikm dike. Rêber di esasa xwe de bi zîhniyetê re eleqeder dibe. Xwe dispêre hêza ramanê. Serok an jî fermandar di esasa xwe de hêza siyasî-leşkerî îfade dike. Ji ber vê yekê serok-fermandar an jî rêveber ji aliyê hêza siyasî-leşkerî ve tên hilbijartin; Rêber ji aliyê mirov û civakan ve bi hêza xwe ya ramanê tê qebûlkirin. Ango tev li Rêber dibin. Bi hilbijartinê, an bi hêza siyasî û leşkerî re mirov nabe rêber. Rêber bi hêza raman, hêza îdeolojîk, afirandina jiyanekî nû, rêyek nû nîşandana mirov û civakan re dibe.
Rêbertî ji dîrokê ve bi pêxemberî, zanatî, felsefî û zanistê civakî hatiye îfadekirin. Ji destpêka dîroka şaristaniya çînî û vir ve ji bo hêza leşkerî fermandartî, ji bo hêza siyasî jî serokatî û rêveberî heye. Ev piranî wekî hev tê nîşandan. Bi ser de lîbaralîzma modernîteya kapîtalîst hewl dide serok, fermandar û rêveber demokrat, rêber ku rê nîşan dide, wekî dîktator nîşan bide. Ev yek berevajîkirina lîbaralîzma modernîteya kapîtalîst e. Tu eleqeya rewşeke wisa bi rastiyê re nîne.
PÊWÎSTIYA HEMÛ BEŞÊN BINDESTAN BI RÊBERIYA PKK’Ê HEYE
Em vê yekê bi guhertina di PKK’ê de bi eşkere dibînin. Dema ku nêzîkatiyên partiyên pêşeng ên kevn bi piranî li ser desthildarîye, hikm dike; PKK ku xwe li ser esasa paradîgmaya nû ji nû ve afirand, êdî rêberek ku perwerde dike û birêxistin dike ye. Rê nîşanî mirov û civakê dike, dibe alîkar. Rêveberiya siyasî li ser esasê konfederalîzma demokratîk ji civakê re dihêle. Fermandariyê jî li ser esasê xweparastina civakî, dîsa ji civakê re dihêle. Bi vî awayî cudahiyeke îdeolojîk derdikeve holê. Ango, li hemberî jiyana taybet-milkiyet a sîstema dewletê, sîstema modernîteya demokratîk, ferdê azad û jiyana komuna demokratîk pêşbînî dike. Di rastiyê de li ser bingeha her tiştî ev ferq heye. Li ser esasê berçavgirtina guhertina têgiha rêbertiyê, divê em vê yekê diyar bikin, rêberiya rêxistinkirî pêwîst e. Belê, ya diyarker di encam de pratîk e, çalakî ye. Lê çalakî bi rêxistinbûnê, rêxistinbûn jî bi perwerdeyê pêk tê. Lewma bêyî hêzekî hîndeker û rêxistinî çalakî pêk nayê. Hêza çalakiyê dernakeve holê. Lewma, bê guman rêberiya nû jî girîngî dide rêxistinê. Rêberiya rêxistinkî esas digre. Dema ku rêberiyekî wek PKK’ê perwerde dike û rêxistin dike hebe, wê demê li ser xeta modernîteya demokratîk xebatên şoreşgerî û pêşketinên şoreşgerî pêkan dibe.
Eger em şoreşê wek bûyereke jiberxwe an jî teqîneke nebînin, eger bi zîhniyeta ku rêberiya bi hişmend û rêxistinkirî di her şert û mercî de xebat dimeşîne bibînin, wê demê pêwîstiya hemû civakan, hemû bindestan, karkeran, kedkaran bi taybet jinan û ciwanan bi rêberiyekî weke PKK’ê heye. Ji ber ku pêwîstiya wan bi guherîna şoreşgerî heye. Pêwîstiya wan bi rizgariyê heye. Eşkereye ku ev yek jî bîrdoziya modernîteya demokratîk pêkan bibe. Lewma rêberiya PKK’ê ji bo jin, ciwan, karker, kedkar û hemû bindestdan pêwîste. Bi qasî nan û av girînge. Xwedî girîngiyekî jiyanî ye.“