KOBANÊ – Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê yê Herêma Firatê merasîma şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Fadil Şahîn (Şahîn Cûdî) li dar xist, tê de bi sedan şêniyên herêmê; Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Eyn Îsa û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêmê beşdar bûn.
Şehîd Şahîn Cûdî di 31’ê Cotmeha 2018’an de dema ku ji bo dermankirinê çûbû Başûrê Kurdistanê, ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdxistin.
Di destpêka merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û bal kişand ser rola şehîdan di têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên li dijî herêmê de. Piştre, cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cahid Hesen got: “Sala 2023’yan sala bidawîkirina desthilata zordest a li Tirkiyeyê ye, êdî dem dema yekbûna gelan ji bo ku li hember dagirkeriyê bisekinin û axa Sûriyeyê tevahî rizgar bikin.”
Hesen der barê hewldanên çareserkirina kirîza Sûriyeyê de got: “Îro civîn li paytextên navneteweyî tên lidarxistin, armanc ji wan jî koçberkirina şêniyên mayî ye. Lê belê çareseriya kirîza Sûriyeyê tenê di projeya Rêveberiya Xweser de ye.” Her wiha, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dêmo destnîşan kir ku şehîd Şahîn Cûdî dizanî ku “ev şoreş derfeteke zêrîn e ji bo rizgarkirina gel ji bindestiyê, ji ber wê jî ew qet dudilî nebû û têkoşîna xwe heta şehadetê domand.”
Piştre, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û îşaret bi berxwedana gelê kantona Kobanê kir û got: “Kobanê bajarê ku şehîd Şahîn Cûdî aniye, ew heman bajarê ku şêniyên wî çeteyên DAIŞ’ê têk birine û destanên fedakarî û lehengiyê nivisîne. Ji ber wê jî em soz didin şêniyêm Kobanê ku em dê heta pêkanîna serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.