NAVENDA NÛÇEYAN –
PKK ji bo vê heta dawî alîkare û hatina xwe ya li Başûr jî ji bo pêkhatina van pêşketina ye. Ji bo partiyên vê nakin û li pêş vê dibin asteng ji holê rakirin û rê ji gel re vekirinê ye. Li Başûr sedema mayîna PKK’ê ji gel re rê vekirine û avakirina yekîtiyê ye. Ger demokrasi pêş bikeve, hewce nake PKK li Başûr bimîne. Dê şer li Bakur pêş bixe. Lê divê Başûr ne di destê dijmin de be. Pêwîste Başûr ne di destê Tirkiye, yan jî hinek din de be. Heta ku Başûr ne di destê gelê Kurd de be, elbet PKK dev ji wir bernade. Ji ber ku xwe welatparêz û neçarî vê dibîne. Ger Başûrê Kurdistanê bikeve xizmeta Kurdan, PKK rojekê jî li wir namîne. Dema hatin wê astê xwe bi xwe li ser lingên xwe bimînin, dê PKK çima li Başûr bimîne? Heta ku gelê Başûrê Kurdistanê bê asta ku bikare li dijî dijminên xwe şer bike, emê alîkar bin. Ev jî peywirek welatparêziyê ye, heta peywira mirovahiyê ye. Yekîneyên nav-netewî jî alîkarî dikin, divê em beriya wan alîkariyê bikin. Pêwîste PKK û pirsgirêka Başûr wisa bê nirxandin. Nabe bê gotin; “Çima PKK tê vir û destwerdanê dike.” Ger PKK neyê hûn mirîne. PKK neyê, bi salane hûn xeniqîne. PKK neyê, hûn parçe parçe ne. Her roj xwîna bira tê rijandin. Hûn li hember dijmin ber bi tinebûnê ve diçin. Hûnê bi pişgiriya PKK’ê yekbûnê saz bikin û xwe jî biparêzin. Alîkariya biratî, alîkariya hewcedariya welatparêziyê eve. Ev pêngava me ya biratî, ji bo vê rê ji jiyanek nû re vedike. Jiyanek demokratîk û serbixwe ava dibe, dilxweşî bilind dibe û her tişta heyberî û giyanwerî bilind dibe.
Ger niha hejartî heye, sedema vê dîsa parçebûn û ev malbatin. Bazirganî nameşe, çandinî nameşe. Sedem dîsa heman tişte. Ger sedemên siyasî ji holê rabin, dê hemû sedemên aborî yên din jî ji holê rabin. Dê ev mirin û kuştin tev ji holê rabin. Ji ber van rewşan tevan nirxa vê pêngavê bizanin û li derdora wê bicivin. Em kêliyekê zûtir yekîtiya leşkerî û siyasî xurt bikin. Ger hûn li ser vî bingehî alîkar bin, dê pirsgirêka Başûr di nava çend mehan de bê çareserkirin. Her wiha emê bi temamî Kurdistanek demokratîk saz bikin û bikevin ber xizmeta Kurdistanê. Dê cîhan jî vê binase. Ma ji bilî vê em dikarin çi bêjin? Em ji bilî civatek welatparêz û mirovên durist çi tiştek din daxwaz nakin.
Bibînin ku di dîrokê de yekem care firsendek wisa bi destê we dikeve, bi rihû fikrek beşdarbûna mezin ve li ser rawestin. Rola para we dikeve bilîzin. Ji bilî vê ne gengaze ku li Başûr bê jiyîn. Pêwîste beriya dijmin, hemû partiyên li Başûr vê bipejirînin. Dev ji xwestekên Komara Tirk berdin, bi alîkariya me, alîkariya şoreşa Bakur, bi pişgiriya Kurdistana mezin, xwe pêşve bibin. Yekbûnê saz bikin, alîkarî bigirin û pêwîste jî alîkarî bidin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî zehmetiyên mezin dijî. Ji bo wan jî alîkarî hewce ye. Pêwîste Başûrê Kurdistanê bi wan re alîkar be, di her wateyê de pişgiriyê bike. Ger Kurdistan li Bakur jî bê rizgarkirin, dê dijmin jî bibîne ku êdî nikare bikeve Kurdistanê. Ger Başûrê Kurdistanê bikeve xizmeta beşa Kurdistanê ya mezin, rola xwe bilîze, dê beşên Kurdistanê yên din jî rola xwe bilîzin. Dê ev jî bibe bingehek ku Başûr li ser rastiya xwe peşve biçe û pêşketina xwe saz bike. Ji bo vê pêwîste partiyên Bakur û Başûr hevdîtinê bikin, li Bakur û Başûr eniyan ava bikin. Pêwîste ev enî, li ser bingeha Kurdistana mezin yekbûnê pêk bîne û civatek netewî saz bikin. Hewce dike Kurd, di navbera hemû beşan de pirsgirêkên xwe yên navxweyî, bi xwe çareser bikin. Ya hewce destûr neyê dayîn ku destê dijmin dirêj bibe.
Em vê dixwazin. Xwestekek wisa, sedî sed berjewendiya gelê Kurdistanê ye. Her wiha xwestekek wisa, beriya her tiştî ferz dike ku em pir baş kar bikin. Ger tu pir baş kar nekî, tê wateyê tu mirî yî. Jixwe ti armanca van nîne. Ji bo xwestek û jiyana xwe bidomînin, ji dijmin çend quruş girtin û ji bo çend rojan jiyana xwe domandine. Ev jî mirina miletekê ye. Tu doh di refê de mayî û têk çûyî. Vaye ev Kurd jî tu yî. Cîh û war, nav û şanê te nîne. Pir pir te bikin noker, bibî hemal Heso. Bes ewqas. Me li dijî vê şer destpê kir. Camêr dibêje; “Min paşê fêm kir.” Kesayetên wisa hene, tu berdî dê herêmekê tine bike. Hem jî dê vê bi navê min bike. Dîn û harin, çavsorin! Elbet nabe, şêwaza te diqedîne. Tu didî windakirin, her roj mirovan tine dikî, derfetan tine dikî. Çiye qaşo, ‘berxwedêre’, ma berxwedaniyek wisa dibe? Berxwedêrî hinekê weke em dikine. Dijmin ji xebatên me ditirse. Ev xebat, bi temamî gavên ku di bin pêşengiya PKK’ê de tên avêtine. Her kes vê dizane.
PKK nebe, niha Kurd ji cîhanê, dîrokî hatibûn tinekirin û tasfiye bibûn. Partiyên din, em berdin ji bo Kurdistanê têbikoşin, bi temamî di xizmeta dijmin de ne û bi pratîkên xwe selmandine ku tiştek nekirine. Ev partî, ne azad û serbixwe ne. Her tiştî ji bo xwe dikin. Ev bîst salin em van şêwazan parçe dikin û me rê ji Kurd û Kurdistanê re vekir. Niha jî em dibêjin li Başûr federasyon hewce ye. Divê her kes vê bibîne, xwe nû bike û heta dawî beşdarî vê bibe. Ger partiyên vê derfeta dîrokî ji nedîtî ve tên, xwe beşdarî vê nake hebin, dê hemû ji holê bên rakirin. Dê yên dixwazin durist, welatparêz û demokratîk bijîn bimînin. Rêya jiyanê ji wan re heye. Lê belê yên di jiyana kevin de israr dikin, di siyaseta xwe ya kevin de israr dikin, yan dê bi zorê yan jî bi siyasetê bên tasfiyekirin. Bila kes vê ji bîr neke.
Em dixwazin guhertin ne bi zorê û kuştinê, bi biryarên aştiyane û siyasî çêbin. Me di van mijaran de gelek caran bangawazî kir, dîsa jî her roj em bang dikin; “Li pêş şoreşê, li pêş yekbûnê zêde nebin asteng. Kurdan parçe nekin. Hêza Kurdan nexin xizmeta dijmin.” Dîsa em dubare dikin, çiqas pisgirêkên me hebin bila be, em bicivin, civînên netewî û eniyan lidar bixin, li meclîsan bicivin. Em meclîsên hemû beşan, meclîsa hemû welat, meclîsên herêman ava bikin û pirsgirêkan li van deran çareser bikin. Em nebin cem dijmin, wêrekî bi ser her cure pirsgirêkên xwe de biçin û çareser bikin. Her çendî pirsgirêkên kevin, ên çil-pêncî salî jî bin, dîsa pirsgirêkên di navbera eşîran de jî bin, em bi ruhê welatparêzî û şêwazek demokratîk çareser bikin. Em vê ji hemû partî û kesan dixwazin. Pêwîste kes li hemberî vê raneweste. Li dij vê derketin, ne li gorî feydeya gelê Kurde.
Emê li dijî yên dixwazin li hember me asteng bin şer bikin. Dê li dijî van heta dawî şerê şoreşgerî û şerê zorê bê meşandin. Wisa nebe, Kurdistan jî nabe! Heta ev bên ser xeta rastiyê şer hewce ye. Ew bi xwe dibêjin bi zorê nabe, lê ew bi xwe bi dijmin re dibe yek û bi zorê êrîşî me dike ne wisa. Vêca ev ne zore çiye, ma dema di şêwaza şoreşgerî de be dibe zor? Elbet ev ne duristin. Dê zor, li dijî dijminê gelê Kurd bê bikaranîn. Heta ev şêwaza Kurdê kevin tine bibe, dê zor rola xwe bilîze. Ger devjêberdin bi dijmin re bibin yek, dê wê demê pirsgirêk bi siyasetê çareser bibin. Dê zor di rastiyê de, li dijî dijminê gelê Kurd, yên Kurdan qetil û îmha dikin bê bikaranîn. Pêwîste nêzîkbûnek wisa durist ji mijara zorê re bê kirin.
Yên naxwazin pêngava me ya dawî fêm bikin, ne duristin. Pêngava me ya dawî, ji bo hemû Kurdan, nexasim gelê Başûr, şoreşgerên Başûr, mirovên durist alîkariyek mezine. Me evqas xwîn rijand, evqas zehmetî jiya, niha jî em digihin çareseriyê, nirxa vê jî bizanin. Ji bilî vê ne gengaze ku ti kes alîkariya Kurdan bike. Ji bilî me, ji bilî endam, şervanên leheng, egîdên PKK’ê, kes nikare vî şerî zêdetir bimeşîne. Welatparêziyek mezin, wêrekiyek mezin nebe, we jî dît negengaze ku gavek wisa bê avêtin. Artêşa Tirk, li Botanê bi çend hezar kesî ve êrîşî me kir. Lê me li ber xwe da.
Çavkanî: Li pirtûka ‘Li Başûr têkoşîna şoreşgerî û pirsgirêka desthilatî’ ya Abdullah Ocalan hatiye derxistin