NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya PAJK’ê li ser esasê plansaziya xebatên xwe yên pêşeng ên sala 2023’yan civîna xwe bi şîara ‘Em di nasnameya PAJK’ê de kûr bibin, bi pêşengiya jinên azad di şerê gel ê şoreşgerî de bi ser bikevin’ li darxist.
Rêveberiya PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî civîna xwe ya rêveberiyê eşkere kir û diyar kir ku sala têkoşînê ya sala 2023’yan weke sala azadiya Rêbertî hate destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku peywîrên pêşeng ên sala 2023’yan bi şîara ‘Em di nasnameya PAJK’ê de kûr bibin, di pêşengiya jinên azad de şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikevin’ hatiye plankirin û wiha dewam kir:
“Di civîna Rêveberiya PAJK’ê de tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo weke rojeveke taybet hate nîqaşkirin û biryar hate dayîn ku li ser esasê seferberiyê ji bo şkandina tecrîda Îmraliyê têkoşîn bê mezinkirin. Pêngava ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dike û Pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Şoreşa Jinê ve’ ya ku ji aliyê Tevgera me ya Jinê ve hatiye destpêkirin, ji bo bigihe serkeftinê, weke peyama demkî hatiye destnîşankirin.
Hêzên sîstema modernîteya kapîtalîst ku tecrîda mutleq pejirand û li hemberî sîstema Îmraliyê ya ku di bin kontrol û çavdêriya sazî û peymanên navneteweyî de ye, bi bêdengiya xwe tecrîda mutleq pejirand, bi meşandina polîtîkaya Kurdistan û Rojhilata Navîn a bêpar, di şer û komployê de israr dike. Di civîna me de carek din hêzên komploger bi hêrs hatin şermezarkirin, biryar hat dayîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jin û gelan misoger bike û paradîgmaya azadiya Jinê ya Ekolojîk a Demokratîk manîfestoya çareseriyê ye û biryar da ku têkoşînê bi rengekî piralî bilind bikin.
Di civîna me de bi awayek berfireh li ser têkoşîna gerîla ya sala 2022’an a li dijî her cure sûcên li dijî mirovahiyê, di serî de çekên kîmyewî, şerê qirkirina jinê, gelê Kurd û erdnîgariya wê ku ji aliyê dijmin ve li Zap-Avaşîn-Metîna hatiye kirin. Her wiha di civîna me de carek din fermandar û gerîlayên YJA Star û HPG’ê hatin pîrozkirin.
Sembolên israra partîbûn û azadiyê
Civîna me ku li ser esasê dilsoziya rast a ji bo bîranîna şehîdên me yên mezin hemû rojevan nirxand, bi îdiaya ku erkên şoreşê li gorî rastiya şehîdan pêk bîne û bi rê ve bibe hêza nûkirinê ya rexne û rexnedayînê eşkere kir û gihişt biryarên pêwîst. Endama Meclîsa PJAK’ê û Rêveberiya Tevgera Jinan Delal Nûrhak, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Evîn Goyî, Peyman Bagok ku li hemberî êrîşên jenosîd û îmka-înkarê ya dijmin bêyî asteng li Kurdistan û derveyî welat pêşengiya şoreşa jinê kirin û avakirina konfederalîzma demokratîk û şerê gelê şoreşgerî bi ked, coş û baweriyeke mezin meşandin û di sala 2022’an de şehîd bûn û fermandarên me yên hêja Melsa Mûş, Jiyan Tolhildan, Delal Şoreş, Mîzgîn Rojhilat, Baharîn Kobanê, Kînda Berçem, Zîlan Konya ku di xeta azadiya jinê de meşiyan, weke sembolên ISRARA DI PARTÎBÛN Û AZADIYÊ DE sonda me ya têkoşînê û hesab xwestina ji dijmin in. Dijmin e ku li Ewropayê bi hedefgirtina hevreya me Evîn Goyî-Emîne Kara komkujiya duyem a Parîsê kir, li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel, Bêrîvan Zîlan û Raperîn Amed bi awayekî nemerdane qetil kir û li Herêmên Parastina Medyayê rêveber, fermandar û şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê hedef digre, hema dijmin e. Em Tevgera Azadiya Kurdistanê, armanca me ya esas ew e ku bi armanca hesab xwestina ji dijmin li her derê dijmin bikin hedef û tola wan rakin. Her wiha mîrateya têkoşînê ya her hevreyên me yên azadiyê biparêzin û di xeta şehîdan de têkoşîna şoreşgerî bi ser bixin.
Di civîna me de hatiye nirxandin ku şehadet û zextên li girtîgehan zêde bûne, di encama polîtîkayên qirker ên AKP-MHP’ê de pêk hatine û bang li civakê hatiye kirin ku li dijî kiryarên dermirovî bikeve nava tevgerê û bang li saziyên neteweyî û navneteweyî jî hatiye kirin ku wezîfeyên xwe bi cih bînin. Hevrêyên me yên şehîd ku li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst îradeyek bê hempa raber dikin, hatine bîranîn. Heta ku komkujî tên ronîkirin, hesab tên pirsîn em ê her kêliya jiyan û têkoşîna xwe veguherînin tolhildanê. Di civîna me de hevrêyên me yên PAJK-PKK’î bi hezkirina azadiyê hatine hembêzkirin û silavkirin ku bi berxwedana girtîgehan têkoşîn bi rûmet kirine, bi hêz kirine û bûyîne nirxên me yên moralê.
Avakirina şoreşa jinê gelek giring e
Di civîna me de hatiye diyarkirin ku şoreşên navendî yên jinan û êrîşên li dijî şoreşê zêde bûne. Hatiye destnîşankirin ku tevger û rêxistinên jinan hemûyan bi têkoşîna hevpar ketine nava tevgerê û li her qadê pêşxistina têkoşîna xwecihî-herêmî-gerdûnî ji bo avakirina şoreşa jinê gelek girîng e.
Em vê heqîqetê dibînin ku rêya demokrasiya ref, neteweyî û civakî û ya maf azadiyan, bi azadiya jinê pêkan e. Ev yek pênaseya Rêber Apo ya ku gotiye, sedsala 21’emîn wê bibe serdema azadiya jinê piştrast dike û daniye holê ku wê bi jin û mêrên ku bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî‘ bi zanebûne, mirov xwe bigihijînin sîstema civakî ya azadî û demoktîk.
Di civîna me de hatiye tespîtkirin ku têkoşîna azadiyê jinê şoreşa civakê bi xwe ye û belavkirina paradîgmaya azadiyê jinê ya Rêber Apo, pêşxistina konfederalîzma demokratîk û bi parastina civak û welatê xwe, mayîndekirina rêxistinbûnê esas girtiye.
Di civîna me de çêkerên despotîk ên li Rojhilata Navîn, zayendparêziya civakî û têkoşîna azadiyê ya li dijî vê yekê hatiye nirxandin. Hatiye diyarkirin ku ji her demê zêdetir derfet heye ku hîn bêhtir şoreşa jinê were pêkanîn û Rojhilata Navîn were demokratîkkirin. Jinên Kurdistanî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî, Şengal-Iraqî, Îranî û Tirkiyeyî li dijî desthilatdariya mêr, desthilatdarên faşîst û paşverû yên dijminên jinan, komên çeteyan û kujeran li ber xwe dane. Em ê bi jinên Efxan û Misiriyan ên berxwedêr û jinên têkoşer ên ji gelên din ên Rojhilata Navîn re tarîtiya hişmendiya mêr bi azadiya jinê ronî bikin û jiyanê bi bedewiya jinê û têgihiştina ekolojîk şîn bikin.
Em ê berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi ruhê piştevanî, biryardariya têkoşînê bidomînin. Şoreşa jinê ya ku bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî‘ Rojhilatê Kurdistan û Îranê hejand, Rojhilata Navîn û Cîhan xist bin bandora xwe de û belav bû, tevî komkujiyên rejîma Îranê jî dewam dike. Vê şoreşê nirxên mezin derxist holê. Gelek eşkere ye ku çi dibe bila bibe, serkeftin wê ya jinên berxwedêr û ya gelan e ku bi qêrîna ‘Jin jiyan azadî‘ ji bo azadiyê rabûne ser piyan. Di civîna me de biryar hatiye dayîn ku em vê wezîfeya xwe bi awayek bi bandor bînin cih.
Têkoşîna bi têgeh û teoriya Îdeolojiya Rizgariya Jinê
Hêzên pergala kapîtalîst ku ji pêşketinên paradîgmatîk, îdeolojîk, polîtîk, siyasî û pratîk ên têkoşîna azadiya jinê tirsiya, hewl da bi êrîşên leşkerî, siyasî, aborî û çandî tasfiye bike û berevajî bike. Li hemberî operasyonên zîhniyetê ku bi êrîşa li ser têgîna îdeolijiya rizgariya jinê hewl dide bingeheke teorîk ava bike û li hemberî berovajîkirinên îdeolijîk a li ser nasnameya jin û şoreşa jinan, bi hişmendiya jinelojiyê parastina nasnameya xwe ya jin û civakbûna xwe, helwesteke şoreşgerî ya li dijî pergalê ye. Têkoşîna herî radîkal a li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst, ferzkirina azadiya jinê ye. Bi vê hişmendiyê em ê bi têgih û teoriya Îdeolojiya xwe ya Rizgariya Jinê, têkoşîna îdeolojîk mezin bikin.
Polîtîkaya qirkirinê ya destdirêjî, tundî, komkujî, talana ekolojîk, îstîsmara aborî, înkara siyasî, lînç, mêtînkariya çandî ya li hemberî jin û zarokan ku bi awayekî organîze hewl tê dayîn pêşbixin û rewa bikin, li Kurdistanê belav bûye. Bi çalakiyên civakî yên herî radîkal hesap pirsîna ji netew dewletên mêtînkar, erka exlaqî û wîjdanî ye û xwedî lê derketina mirovahî û civaka xwe ye. Pêwîste jin û ciwanên Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên qirêj bi çalakiyên xweparastinê bersiv bidin û bi tevlîbûna nava refên azadiyê têkoşînê mezin bikin.
Krîza serweriya mêr
Civîna me, ku krîza pergala modernîteya kapîtalîst weke krîza serweriya mêr nirxand, biryar girt ku li dijî mêraniya dogmatîk têkoşînekî bibandor were meşandin. Bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku navê vê serdemê ye ku pê re projeya veguherandina mêran wê bikeve meriyetê, bi qasî tunekirina serweriya mêr perspektîfa nirxandina guhertina ji bo azadiyê de û pêşxistina çalakî û polîtîkayên şoreşa zîhniyetê hatiye pêşxistin.
Nêzîkatiya têkoşîna li hemberî rastiya zilam ku bi gotina ‘jin pêşeng in’ berpirsiyariyên xwe yên şoreşê li ser jinê ferz dike, ji çalakiyên civakî û kedê direve, pirsgirêka veguhertina civakê weke pirsgirêka xwe nabîne, hat esas girtin.
Hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî giringiyek jiyanî ye
Civîna me, pênaseyên zanista pergala modernîteya kapîtalîst ku ciwanan kategorîze dike û bêwate dike red dike; bang li ciwanên xwedî îradeya polîtîk, nasname û hêza şoreşgerî ye, dikin ku bi hev re têkoşîna civakî ya li hemberî pergalê bimeşînin. Civîna me, kareseta erdheja ku AKP-MHP’ê rê lê vekir nirxand, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku Tevgera Jinan ku birînan dipêçe, mînaka herî baş a piştevaniya civakî ya gelê me yê Kurd û Tirk nîşan dide û anî ziman ku divê ev yek berdewam bike. Yekane îrade û hêza civakî ku pergala baviksalarî, netew dewleta faşîst biguherîne, jin û ciwan in. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ku ji bo jin, ciwan û hemû civakan xwedî girîngiyekî jiyanî ye, bi li hev kirina Çepa Kesk têkbirina AKP-MHP’ê, rê li ber serkeftina demokrasiyê veke û bibe destpêka avakirina jiyana civakî ya azadîxwaziya jinê û ekolojîk.
Civîna me, biryar da ku li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku di her firsendê de hewl dide bi êrîşên leşkerî, siyasî û dîplomatîk xweseriya Rojava, Şengal û Mexmûrê ji holê rake, bi baregehên leşkerî û bi MÎT’ê Başûrê Kurdistanê dagir dike, hewl dide tevgera me ya azadiyê tasfiye bike û sond xwariye Kurdan tune bike, û li hemberî xiyaneta PDK’ê ku alîgirê AKP-MHP’ê ye, li her qadê têkoşînê were dayîn. Civîna me, îşaret pê kir ku di vê mijarê de erka sereke dive ser milê gelê me yê li Başûr û bal kişand ser girîngiya mezinkirina berxwedanê ya di pêşengiya jin û ciwanan de.”