NAVENDA NÛÇEYAN –
(…) pêwîste modela sosyalîst zêde bê pêşxistin. Ev model, modela pêşxistina mirove. Li gorî min bi vê modelê re, mirov dikare her tiştî venêrîne. Hûn dikarin zêdebûna şêniyan venêrînin. Misoger dikarin civakê bi vê bidin yeqînkirin. Kapîtalîzm civakê nade yeqînkirin, civakê ji rê derdixe, bikar tine û xerc dike. Lê sosyalîzm ne wisa ye. Dide bawerkirin û her tiştî bi dilxwazî dide kirin. Xeterî mezine. (…) Civakek ecêb beredayî û xerc dike hatiye avakirin. Her kes dixwaze hîn zêdetir bixwe û hîn zêdetir xerc bike. Hema cinawirên xerckirinê ne!
Dema pêşerojê her kes veguherî cinawirek xerckirinê, êdî cîhanek ku bê xerckirin jî namîne û dê vêca hevdu bixwin. Belê, bi modela sosyalîzma zanistî re ne xweza wêran dibe, ne jî bêrehmiya civakê pêk tê. Dikare plansaziya şêniyan bê çêkirin. Dikare aborî bi hevsengî bê pîlankirin. Vaye di roja me de sosyalîzm li hember harbûna xerckirinê û wêrankirina xwezayê, li hember dîlkirina civakê ya ji aliyê tora çapemeniyê û gelek nexweşiyan ve, navê têkoşînê ye. Misoger feraseta sosyalîzma sedsala 19. têrê nake. Ew her tim hişke û dibêje; “Li hember çînayetî çîn, li hember mêtîngeriyê rizgariya netewî.” Ev jî hinekê hewce ne, lê di rastiyê de rûyê ku derdikeve pêş pêşxistina demokrasiya sosyalîzmê ye. Li dijî wêrankariya hawirdor û harbûna xerckirinê, ya esasî pêşxistina têkoşînê ye. Ev dikare bibe bernameya nû ya sosyalîzmê. Bernameyek wisa hem wê bibe raveya sosyalîzmê ya herî zelal, hem jî rizgariya mirovahî bi xwe ye. Di vê watê de sosyalîzm pêşeroja mirovahî ya yekane ye. Berê civakbûn dihat gotin. Em jî niha ji vê re dibêjin sosyalîzm. Jixwe dema civakbûn raweste heywantî destpê dike. Di mercên kapîtalîzmê de jî cinawirên herî xeternak mezin dibin. Lewra têkoşîna sosyalîst di vê qonaxa serdema kapîtalîst-emperyalîst de rêya sereke ya rizgariyê ye.
Mercê ku nebê nabê ye! Ger heywanbûnek evqasî bi giştî bûyî neyê rawestandin, dê mirovahî biqede. Di vê watê de ez dibêjim: DI SOSYALÎZMÊ DE ÎSRAR, DI MIROVBÛNÊ DE ÎSRAR E! Bêguman hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, pirsgirêkên kapîtalîzmê kêm nekirine yan jî weke hatiye îdîakirin nayê wateya serkeftina
wê. Berovajî hîn zêdetir bi pirsgirêkên ku ew giran kiriye û nikare ji bin derbikevê re rûbirû hiştiye. Dikare bê gotin, di roja me de bi ti demê re neyê muqayesekirin, kapîtalîzma heyî elametên rizandinê raber dike. Şîrovekerê herî niyaz baş, dikarin bêjin ku dîrok radiweste. Dibe ku hinek ji vê re bêjin;
“Serkeftina bê dawî ya kapîtalîzmê.” Lê belê hemû amaje destnîşan dikin ku, pêwîste weke bêdawiyek nêzî karesatekê bê pêjirandin. Ya rasteqîn jî wisa ye. Mirovahî xist nava çerxek xerckirinek wisa ku ti carî mînakên vê nehatine dîtin. Bi bazdanek wisa re dihêle, êdî nikare henase bigire û nediyare ku
wê li kur bikeve. Vaye bingeha bûhran û reşbîniyê eve.
Bi gelemperî hemû çînên mêtînger û çewsîner, bi taybet jî çîna wê ya herî çavsor û bêrehm, weke pergala ku xwe dispêriyê kapîtalîzm-burjuva, ya rastî xiftanê xwe jî biguhere, di roja me de hatiye rewşek ku qet hewce nake, lê ewqas jî bûye bela serê civakê. Ji bo Şoreşa Cotmehê, dikare bê gotin ku şoreşek zû welidiye.
Lewma di nava xwe de nexweşiyên giran jiyaye û rê ji şêweyek sosyalîzma ku nekariye xwe ji hilweşînê rizgar bike re vekiriye. Em dikarin vê ji bo şoreşên ku di demên dîrokê yên herî kevin de pêk hatine jî bêjin. Di her serûbinbûna girîng de yan jî di şoreşê de kêm-zêde çîna ku meyla desthilatiya şoreşgerî ya herî
çepgir û radîkal diyar dike, di nava mercên herî jêr û zehmet de dibe çîna ku herî zêde kar dike. Kole, serf û peyre karker bi mercên hinekê tên guhertin ve, çînên kedkar ên rengê xwe guhertine. Em dizanin ku çînên serdest jî bi guhertina rengê xwe ve hatine heta roja îro. Tişta ku kaptalîzm-emperyalîzmê jî bi
serve kirî, bêteşekirin, ji vê hêlê ve anîna rewşek ku nekare têbikoşe û ji bo vê jî şerek derûnî, bîrdozî û çandî ya pir sazûmankirî dimeşîne. Pêşketina teknîk a di qada çapemenî û weşanê de jî pir baş bikar tîne û berfireh dike. Civakê di bin bombebaranek wisa de digire ku nekare henase bigire û wisa
birêve dibe. (…)
Ger em di roja me de nikarin behsa çînên ku sînorên wê zelal û baş hatine destnîşankirin bikin, yek ji sedema wê ya herî girîng jî ev e. Ya rastî diyardeya kedê, çîna ku çavkaniya xwe ji wê digire, her çendî naverok û şêweya xwe biguhere jî, misoger wisa ye. Lê bi gelemperî pêwîste pênaseyek baş ji bo çîna mêtînger a serdest ku her tim rengê xwe diguhere û di wateyekê de jî xwe bi giştî dike bê kirin. Pênaseya çîna kevnar a weke xwediyên koleyan, xwediyên axan, xwediyên kargehan têrê nake. Pênaseyên weke burjuvaziya navîn, burjuvaziya biçûk û hwd. jî têrê nake. Ger em dixwazin sosyalîzmê baş fêm bikin, pêwîste pênaseyên dahûrînên çînan û rastiya rojane berçav bê girtin û wisa bên kirin. (…) Rêbazên zextê yên çors şûna xwe ji bîrdozî û derûnî re hiştiye û jixwe ya tevlîheviyê jî kûr dike ev e. Ya împaratoriya tora civakî tê gotin yekdestên çapemenî û weşanê ji hukumdarên herî bi qudret zêdetir bi şêweyek xeternak civakê birêve dibin. Cihê teknîkê ya di nava hilberînê de hinek din pêş ketiye. Li şûna keda berê ya dest û mil –her çendî dîsa girêdayî vê bingehê be-, hilberîn kirine destê rêveberên teknîka nû û wisa jî keda dest û mil bêbandor kirine. Ango aliyên keda xwe dispêre dest û milê mirovê kedkar zêde hatiye lewazkirin.
Hema bêje bi şoreşa zanist û teknîkê ya yekdestên heyî pêş xistin re, ji mirov re dibêje; “Tu zêde ne hewce yî.” Betaliya zêde, hinekê jî girêdayî vê xisleta kapîtalîzmê derketiye holê. Kêmek maye burjuvazî civakê weke ne hewce ye îlan bike. Ya rastî ya nehewce kapîtalîzma heyî bi xwe ye. Lê mixabin ji ber
desteserkirina wê serdestî, rêveberî û amûrên bandorkirinê yên mezin ji civakê re dibêje; “Tu ne hewce yî” û dide pejirandin. (…) Hem di wateya ruhî hem jî fîzîkî de henaseya mirovahiyê tê birîn. Fikarên bingehîn ên jiyana mirov tên tinekirin, estetîk tê tinekirin, rista ol û felsefeyê tê tinekirin. Rewşek ku mirovatiya
kor bûyî, ecûc, koma mirovên weke moriyan, dibe xeternakiyek rasteqîn. Pergala ku vê jî saz dike, kapîtalîzma cîhanî ye. Pêdivî bi bîrdoziyek nû û ramanek bingehîn heye. Sosyalîzma ku li hember vê pir bi îdîa ye nebesiyek jiyan kiriye. (…) Ya rastî qada ku nîqaş li ser lêhûr bibin eve. Kapîtalîzma heyî parastin, ji
bo mirovahiyê pejirandina mehşerê ye, pêşeroja wê tinekirin, di rewşek ku bi qasî mirovahiya hovane de jî ne kamil, dixe nava mehkumiyetek xirab. Harbûna xerckirina civakî ya heyî, dibe sedema ku em hêsan pênaseyek wisa bikin. Ger dê mirovahî bijî, ev rewşa heyî nayê pejirandin. (…)
Di hemû şoreşên bingehîn de her tevgera ku serkêşe û alîgirê kedê ye, hinekê jî xwedî naveroka sosyalîstiyê ye yan jî xwe ji sosyalîzmê re amade kiriye. (…) Ev derdikeve holê: Bi qasî dîroka mirovahiyê, têkoşîna sosyalîzm û komînîzmê jî rastiyeke. Lê belê nêzîkbûnên gelek fişal, şaşiyên nirxandinên weke mînak
di demek kin de bizava xwe kir bizavek serdest, di asta cîhanî de bû bizavek serkeftî hatin kirin. Hinekê jî bi şêweyên nirxandinên nebiyê dawî, ol’a dawî û gotina dawî derketin holê. Li gorî ku pêşketina civakî jî didome, gotina her qonaxa girîng a rastî li gorî pêşketinên nû tên derbaskirin. Bihêlin weke gotina dawî be,
weke gotina kevnar dimîne. Lê ev jî nayê wê watê ku, ti wate û girîngiya gotinên ku hatine kirin nînin. Jixwe Îslamiyetê, li gorî dema xwe şûna lîberalîzma burjuva û sosyalîzmê rê ji pêşketinên girîng re vekiriye. Mîrateyên girîng ji dîrokê re hiştine. Di vê watê de misoger vale neçûye. Pêşketina civakî û azadî hinekê jî
xêra van têkoşînan çêbûye. Nexasim têkoşîna sosyalîzmê, di vê mijarê de navê pêşketina herî bingehîne. Hemû pêşketinên xwe dispêrin kedê, hilberînê û afirîneriyê, herî zêde jî di bin ronahiya vê bîrdoziyê de ber bi mirovahiyê ve pêşve çûne.
Em dikarin bêjin ku di roja me de velvele û bûhranek berfireh tê jiyîn. Kapîtalîzm îdîa dike ku pergalek di asta gerdûnî de ye û gelemperî ye. Berê jî ev îdîaya wî hebû. Di encama kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî bi xwe de û hilweşîna bi destê wê, firsed dide ku di vê îdîaya xwe de hîn xurtir be. Lê belê weke hatî diyarkirin, berovajî vê îdîayê jî gengaze. Bûhrana ku her diçe giran dibe, zêdetir pêdiviya sosyalîzmê derdixe holê. Bê sosyalîzm bûyîn, tê wateya bê hewa mayînê. (…) Çareserî dîsa di rastiya civakî de ye, aliyê wê yê sosyalîst de ye. Lê sosyalîzmek çawa? Çi ji hêla teorîk ve, çi jî bi şêweya pêkhatî, pêwîste sosyalîzm bê xurtkirin. Bi qasî pêdivî heye kêmasiyên di dîroka xwe de berçav bigire û derbas bike, ewqas jî divê bûhrana tevlîhev û berfireh a di roja me de tê jiyîn rasteqîn binirxîne û
hêza xwe ya çareseriyê ferz bike. (…)”
Rêber APO (1993)
Di pirtûka: “Di Sosyalîzmê de îsrar, di însanbûnê de îsrar e” ya Abdullah Ocalan hatiye girtin