NAVENDA NÛÇEYAN – Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, hêmanekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji nijadkujiya fîzîkî xeternaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî nerîna wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin.
Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye. Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di berbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima heta niha Saziyeke Zimanê Kurdî nîn e. Ataturkî jî dema nû komar damezirand, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî saz kir. Divê em jî bi lez bigihên saziyeke bi vî awayî. Ger heta niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmasiyek e û divê di demek berî demekê ev kêmasî ji holê were rakirin. Her wiha ev yek weke Akademiya Ziman jî dibe. Ya girîng ew e ku di demeke zûtirîn de, di warê zimanê Kurdî de saziyeke wiha pêk bê. Divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihîjin biryara sazîbûna Zimanê Kurdî.
Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare dîroka ziman a heta roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî resen û hevpar ê kurdî saz bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî jî pêş bixe. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Heta ev yek pêk were jî divê her zarava di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman
biste, biaxuve û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor… Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye.
Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek zarava têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare bi zemîna ku me afirandiye biaxive, heta dikare bi zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be. Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdîtiyê hinek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min tu caran li pêşiya xwe nekir asteng. Hinek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hinek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdîtiyê hinek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek zaravayên cuda pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tuyê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku dê Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng digrin dest, ger wisa bidomînin dê bidin windakirin.
Di nava me de tu caran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanê tirkî û yê erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirin. Ev heta demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran heta demekê serdest bin, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengiyekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi vê yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare tu tiştî jî bi dest bixe. Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe rawest e. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir heta dawiyê jî ezê wisa bidomînim” be, her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîn e. Di bingeha xwe de her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengiyekê bi dest bixe. Ez dibêjim ku zarava jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê rêxistin bike. Heke ku bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hinek binaşe (plan) û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.
Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî nûnertiya paşverûtiyê dike. Tu nirxeke çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e; dijmin, te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku tu ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de wêrankariyeke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkirina min a kurditiyê ne asteng e. Berevajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, humanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e.
Ji aliyê din xwenedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm karmendekî mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezila jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratiyê û
yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye. Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hinek
rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ên dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê liberxwekirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîn e.
Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me heta niha ji biratiyê re raber kiriye heta niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşa û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna neteweyî ya ku min bi dirustî wergirtiye nîşanî min dide ku Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.
Hinek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev derseke mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare heta bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexeyan jî, bi cilan jî nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî jî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hinek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Nexêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi dijminên gel re be? Van her du xalan ez baş ji hev derdixim û pêk tînim.