NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyan li Afganistanê li parêzgeha Zabulê, dibistaneke keçan ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin. Tê gotin ku piştî ev dibistan hat şewitandin, hemû belgeyên îdarî û pirtûkên tê de jî hatin şewitandin.
Heya niha ji aliyê Talîbanê ve derbarê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.