DIHOK – Balafirên şer yên Tirk çiyayê Bêxêr ya Şêxanê bombebarankirin, di bombebaranê de ti ziyaneke giyanî çênebûye.
Îro saetên sibehê balafirên şer yên Tirk çiyayê Bêxêr ya ser bi bajaroka Şêxanê ku girêdayî parêzgeha Dihokê ye bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên herêmî ti zirereke giyanî çênebûye, lê bûye sedema tirsê di nava xelkê herêmê de.