Marseliya – Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (NCKD) bi hezara kes di saet 13:00’an de li Qada Canebîere li hev civiyan. Girse bi pankarta “Liberté Pour Ocalan” cihê xwe di kortejê de girt. Li pêşiya meşê jî dayikên gerîla û şehîdan bi pankartên “Azadî Ji Bo Ocalan”, “Liberte Pour Ocalan”, “Öcalan’a Özgürlük” û “Free Ocalan” dest bi meşê kirin.
Meş ji Qada Canebîere heta Nûnertiya Parlementoya Ewropayê ya Marsîlyayê berdewam kir.
Mîtînga li vir, piştî deqeyek rêzgirtin û çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan dest pê kir. Li ser navê NCKD’ê ya Marsîlyayê axaftin hat kirin. Di axaftinê de hemû çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silav kirin û hat destnîşankirin ku di vê pêvajoya dîrokî de kombûna gel li dora Rêber Apo girîng e.
Piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî. Kartal bal kişand ser komploya navneteweyî û got: “Komploya ku dixwestin pêk bînin, li ber berxwedana me ya dîrokî û îradeya Rêbertiyê têk çû.”
‘EM BI FIKAR IN’
Kartal anî ziman ku 2 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin û gelê Kurd ji vê rewşê bi fikar in. Kartal wiha dewam kir: “Tecrîda li ser Rêber Apo, bi polîtîkaya dewleta Tirk ku li ser gelê Kurd pêk tîne re girêdayî ye. Dewleta Tirk vê siyasetê ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Dewlet ji ramanên Rêber Apo ditirse. Pêvajoya çi dibe bila bibe, Rêber Apo li gorî şert û mercên heyî proje û planan pêş dixe. Gotinek wî li ser pêvajoyê bandoreke mezin dike. “
‘MAL BI MAL, KOLAN BI KOLAN JI BO PARTIYA ÇEPÊN KESK BIXEBITIN’
Kartal anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê bi têkoşînê bi dawî bibe û got: “Azadiya Rêber Apo bi berxwedanê re girêdayî ye. Bi têkoşîn û berxwedana gelê me, wê neçar bimînin ku bi Rêber Apo re li masê birûnin. Her kes vê yekê di 14’ê Gulanê de bibîne. Lewma divê gelê me bizane ku ev hilbijartin girîng e. Divê hemû gelê me bi ruhê Rêbertiyê nêz bibe, mal bi mal, kolan bi kolan ji bo Partiya Çepên Kesk bixebitin.”
Di dema axaftinan de gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.