BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên di sala 2017’an de şehîd bûne ev daxuyanî da:
“Partiya me PKK ku li Kurdistanê li dijî hemû polîtîkayên tinekirina nasname û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, gav bi gav bi parastina nasnameya gelê xwe ve pêşketina hişmendiya neteweyî ya li Kurdistanê mîsoger kiriye û xeyalê yekîtiyê yê gelê me ava kiriye. Bêguman haveynê vê yekîtiya ku bi ked û berdêleke mezin hatiye afirandin, şehîdên me yên qehreman in. Ev hevrêyên leheng ên ku li seranserê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me têkoşiyan û şehîd bûn, ji Botanê heta Serhedê, ji Dêrsimê heta Hewreman xeta berxwedan û azadiyê ava kirin. Hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn ên di sala 2017’an de di dema berxwedanên destanî de bi fedekarî şehîd bûn, ji herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn û di heman demê de bûn mînakên herî diyar ên yekîtiya gelê me.
Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re û di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn re dixwazin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Seran Kurdistan Xoser
Nav û paşnav: Berfîn Bazancîr
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Navê dê û bav: Gulser – Hîlmî
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Denîz Ronî
Nav û paşnav: Sûnay Aydin
Cihê jidayikbûnê: Qers
Navê dê û bav: Aslihan – Kaplan
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Battal Menal
Nav û paşnav: Sezaî Altekîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Makbûle – Cemîl
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Andok Fedakar
Nav û paşnav: Latîf Kaymak
Cihê jidayikbûnê:Amed
Navê dê û bav: Remziye -Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Harûn Kiçî
Nav û paşnav: Zuheyr Uca
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Sorî – Omer
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
SERAN KURDISTAN XOSER
Eyaleta me ya welatparêz a Çewlik di têkoşîna gelê me ya ji bo xwedîderketina li pêşerojeke bi rûmet de her tim roleke girîng lîstiye û li dijî dagirkerî û dagirkeran her dem li ber xwe daye. Nirxên Kurdistanî yên xurt û xeta welatparêziyê bû sedem ku Çewlîk bibe hedefa dewleta Tirk a mêtinger. Gelê me yê ku bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê hewl hat dayîn ji têkoşînê wer dûrxistin, tevî hemû êrîşên dagirkeran jî xwe li kevneşopiya berxwedanê girt. Partiya me PKK ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de derkete holê di nava gelê me yê Çewlikê de kelecanek mezin çêkir û gelê me yê Çewlikê ji roja destpêkê ve bi awayekî aktîf di nava têkoşîna azadiya gelê me de cih girt. Hevrêya me Seran ku di malbateke ji Çewlikê de welatparêz bû û tevlî nava refên têkoşînê bû, di nava vê çanda berxwedanê ya xurt de mezin bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bira û xalê wê girt, bû sedem ku heval Seran rûyê rastîn û tarî yê dewleta Tirk a dagirker bibîne. Hevrêya me yê ku di dema xwendina zanîngeha Bedlîsê de dest bi şopandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û ji nêz ve nas kir, fikrên Rêber Apo baştir fêm kir û biryar da ku di nava têkoşîneke aktîf de cih bigire. Hevrêya me ku di sala 2013’an de beşdarî xebatên ciwanan bû, ji bo hişyarkirina ciwan û jinên Kurd li dijî polîtîkayên qirêj, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker, demeke dirêj di nava gel de xebitî. Hevrêya me Seran ku di vê pêvajoyê de gerîlayên yekemîn dît û gelekî bi kelecan bû, gihiştiye îradeya têkoşînê ya zêdetir. Weke jina ciwan a Kurd rastiya gerîlaya jin a li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide û li hemberî dagirkeran şerê gerîla dimeşîne dît. Hevrêya me li ser vê bingehê asta çareseriyê derxist asta herî jor, di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên îmhayê zêde kir, ew jî tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Seran ku bi kêfxweşiya tevlîbûna nava refên gerîla li herêma Garzanê, partiya me nas kir û bi tevlîbûna pratîkê xwe pêş xist. Hevrêya me Seran ku piştre derbasî herêma Wanê bû, tevî hemû zehmetiyên fizîkî bi îradeya xwe zehmetî derbas kir û ezmûnek mezin bi dest xist. Hevrêya me ya ku li Bakurê Kurdistanê yekemîn pratîka gerîlatiyê bi serkeftî bi dawî kir, ji bo ku tecrubeyên xwe ragihîne û ji aliyê îdeolojîk ve jêhatîtir bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dît, di xeta PKK û PAJK’ê de û di felsefeya Rêber Apo de kûr bû. Hevrêya me Seran ku bala wê li ser qada leşkerî bû û meyla wê li ser vî tiştî bû, bi perwerdeya xwe ya akademiyê di gelek taktîkên gerîla de pispor bûye. Hevrêya me ya ku xwedî baweriyeke mezin e, di vê pêvajoyê de guhertinên mezin di xwe de çêkir û bû mîlîtaneke mînak a Îdeolojiya Azadiya Jinê. Hevrê Seran ku serpêhatiya xwe ya gerîlatiyê bi hevrêyên xwe re parve kir û di demeke kin de bi fermandariyê hevrêyên xwe kir û ruhê serketinê yê serdemê di kesayeta xwe de afirand û veguherand pratîka xwe. Hevrêya me Seran ku bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi heyecan û bênavber a jiyanê tê naskirin, piştî pratîka li Heftanînê pêk anî xwest tevlîbûneke tund a di xeta Zîlan de pêk bîne. Li ser vê bingehê hevrêya me Seran a ku tevlî Hêzên Taybet bû û bi bilindkirina xeta têkoşînê, xwestiye xizmeta gelê me bike. Hevrêya me Seran ku li hemberî dagirkeran xwedî hêrseke bêdawî ye, hêrsa xwe bi rêxistin kiriye û veguherandiye qada têkoşînê ya xurt. Hevrêya me Seran ku her kêliya jiyana xwe ji bo pêşeroja azad a gelê me yê bindest bê teredut feda kir, di sala 2017’an de şehîd bû. Mîrateya têkoşînê ya hevrêya me Seran ku di nava refên PKK’ê de yek ji mînaka herî xurt a jina Kurd a leheng e, wê her tim ronî bike.
DENÎZ RONÎ
Herêma me Serhed ku yek ji erdnîgariya Kurdistanê ye ku girêdanên civakî yên xurt û nirxên Kurdistanê lê serwer e, bûye yek ji navendên israra jiyana azad a gelê me. Herêma me Serhed her tim li dijî êrîşên mêtingeran li ber xwe daye û bi serhildanên xurt derbasî dîroka Kurdistanê bûye, bûye yek ji wan qadan ku partiya me PKK’ê destpêkê lê belav û girseyî bûye. Xelkê me yê Serhedê yê berxwedêr, bi felsefeya Rêber Apo re girêdanên xurt ava kiriye û her tim berxwedana xwe mezin kiriye. Bi hezaran zarokên bi wêrek ên Serhedê tevlî refên gerîla bûne û ji bo pêşeroja azad a gelê me bi fedayiyane şer kirine. Hevrêyê me Denîz di nava malbatek a Serhedê de ku serî li hember dagirkeran natewîne û girêdayî çanda xwe ya berxwedanê ye, hatine dinê. Ji temenê zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me ji temenê zarokatiyê ve hezkirinek wî ya bêhempa li hemberî gerîla çêdibe ku bi çîrok û destanên gerîlatiyê mezin bûye û her tim têkoşîna me ji nêz ve şopandiye. Hevrêyê me li Zanîngeha Kafkas a Qersê perwerdeya fîzîkî dibîne û di vê demê de bi rengekî çalakî tevlî xebatên ciwanan dibe û dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî kiriye. Li dijî êrîşên qirkirin û polîtîkayên bişaftinê ciwanên Kurd bi zane kiriye û ji bo parastina wan dem dirêj têkoşîn meşandiye. Hevrêyê me gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye destgîrkirin û zext lê hatiye kirin. Hevrêyê me tevî hemû êrîşan dest ji xeta berxwedanê bernedaye, her tim hîn zêdetir tevlî têkoşînê bûye û bersiva dagirkeran daye. Di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla dibe û xeta têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd kiriye.
Hevrêyê me Denîz bi heyecanek mezin tevlî jiyana gerîla ya pîroz dibe ku timî xeyala wê kiriye, di demek kurt de fêrî jiyana çiyê bûye. Hevrêyê me li çiyayên azad ên Kurdistanê ji bo ku gelê me bibe xwedî pêşerojek azad tevlî refên têkoşînê bûye, bi lez xwe ji taybetmendiyên nerênî yên ku sîstemê lê ava kirî rizgar kir û bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve ava kir. Hevrêyê me di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji bo pêkanîna armancên Partiya me kedek mezin daye û hem di aliyê leşkerî û hem jî îdeolojîk de bûye xwedî tevlîbûnek xurt. Hevrêyê me Denîz li her qada ku lê ye, bûye sedem ku xeta mîlîtanî û jiyana PKK’ê serwer be. Di nava têkoşînê de bûye mîlîtanek pêşeng. Hevrêyê me Denîz ji bo bi rengekî serketî wezîfeyên demê pêk bîne her tim di nava lêhêrbûnan de bû û bi bûyîna fermandar derketiye pêş. Hevrêyê me Denîz bi tecrubeya xwe ya lêhêrbûn û pratîkê pêşengî ji hevrêyên xwe kir û timî esas girtiye ku xwe pêş bixe. Hevrêyê me li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û bi awayek serketî gelê me parastiye. Piştre ji bo li dijî artêşa Tirk a mêtinger şer bike bi hevrêyên xwe re vegeriye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Denîz bi tevlîbûna xwe ya mîlîtanî ya ji jiyan û şer re, bi kesayeta xwe ya kedkar û dilnizm bilez bal kişand û heskirina hemûyê hevrêyên xwe qezenc kiriye. Bûye xwedî meşek a mîlîtanê Apoyî. Hevrêyê me di demên êrîşên dagirkeriyê li ser zêde bûbûn de derbasî qada Zapê bû û di nava berxwedana dîrokî ya Zapê de cihê xwe girt û li dijî dagirkeran şerekî bi bandor meşandiye. Hevrêyê me Denîz li ser xeta şehîdan û rastiya Rêbertî tevlîbûnek pêyî teredut kiriye û her kêliya jiyana şoreşgeriyê daye têkoşînê. Hevrêyê me Denîz kesayeta Serhedê ya berxwedêr bi xeta têkoşînê ya PKK’ê re kir yek û seknek mîlîtanî ya xurt raber kiriye û di xeta fedayiyan de bûye xwedî tevlîbûn. Mîrateya wî ya têkoşînê wê her tim pêşiya me ronî bike.
BATTAL MENAL
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi dehan salan hêviya azadiyê ya gelê me yê çewisandî ji nû ve zindî kir û derbek giran li siyaseta qirkirinê ya dewletên mêtinger daye. Gelê me ku car din derket ser dika dîrokê bi berxwedana xwe ji gelên çewisandî, jin û ciwanan re rêya jiyanek nû vekiriye. Gelê Kurdistanê yê berxwedêr li dora Rêber Apo kom bû û ketiye nava têkoşîne bê navber. Bajarê me Mêrdîn jî bi hemû hêza xwe xwedî li berxwedana partiya me PKK’ê derketiye û bi serhildanan silav kiriye. Xelkê me yê Mêrdînê ku rû bi rûyê êrîşên herî bêrehm ên dewleta Tirk a mêtinger maye, ti carî ji xeta welatparêziyê tawîz nedaye û di jiyana bi rûmet de israr kiriye. Hevrêyê me Battal li Nisêbîna Mêrdînê di nava malbatek ku hestên welatparêzî û çanda berxwedanê li pêş de, hatiye dinê û di nava çanda ku PKK’ê ava kirî de mezin bûye. Hevrêyê me di nava malbatek ku rewşa xwe ya madî bi keda xwe dimeşîne de, mezin bûye û xebitî ye da ku di aliyê madî de alîkariyê bide malbata xwe. Li aliyê din bi hezkirinek ji dil xizmet ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re kiriye. Hevrêyê me Battal di dema xebatên xwe yên ji bo zanekirina gelê me de, gelek caran hatiye destgîrkirin û 9 mehan di girtîgehên mêtingeriyê de maye. Bi ti awayî tawîz ji xeta berxwedanê nedaye û her tim têkoşîna xwe geş kiriye. Hevrêyê me Battal li girtîgehên mêtingeriyê têkoşîna xwe ya şoreşgeriyê domandiye, bê navber xwe pêş xistiye û bûye xwedî şansê hîn baştir felsefeya Rêber Apo û rastiya PKK’ê nas bike. Hevrêyê serî li hemberî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a mêtinger netewandiye, sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bûye, bersiva pêwîst daye dagirkeran û xeta têkoşînê nîşanê ciwanên Kurd kiriye.
Hevrêyê me Battal Menal dema ku tevlî nava refên gerîla dibe, navê xizmên xwe yên şehîd, Şehîd Battal (Veceddîn Altekîn) û Şehîd Menal (Salih Koç) li xwe dike û di şexsê wan de xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me hemûyan derdikeve. Esas girtiye ku têkoşîna şehîdên me bigihîne serketinê. Hevrêyê me perwerdeya gerîlatiyê ya esas bi serketî temam kir, derbasî qada Avaşînê bû û dest bi pratîka yekem a gerîlatiyê kiriye. Hevrêyê me ku kesayeta wî ya kedkar û fedakar li pêş bû, bi lez fêrî jiyana gerîla bûye. Hevrêyê me bi eleqeya xwe ya ji qada leşkerî re di taktîkên gerîla de bûye pispor, perwerdeyên xwe yên pisporiyê jî bi serketî temam kir û di xea gerîlatiyê ya profesyonel de xwe kûr kiriye. Hevrêyê me Battal piştî qada Avaşînê derbasî Zapê dibe, bi rengekî çalakî tevlî Şerê Gel ê Şoreşgerî dibe û ji bo wezîfeyên xwe bê kêmanî bixe pratîkê, hewldanek zêde daye. Hevrêyê me li dijî êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger sala 2015’an dayî destpêkirin, car din derbasî qada Avaşînê dibe û di gelek çalakiyên ku têde derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger tê xistin de, di çeperên pêş de cihê xwe digire. Hevrêyê me Battal dibe fermandar û ji wezîfe û berpirsyariyên demê re dibe bersiv. Bi dilsoziya bi xeta şehîdan re û tarzê şerê mîlîtanî kariye bibe xwedî seknek mînak. Hevrêyê me Menal di tevahî têkoşîna xwe de di xebatên cuda de cih girt û hemû berpirsyariyên ku girtine, bê kêmanî bi encam kiriye û xizmet gelê me re kiriye. Bi tecrube û lêhêrbûnên xwe pêşengî ji hevrêyên xwe yên ciwan re kiriye. Hevrêyê me Battal bi têkiliyên xwe yên xurt ên hevrêtiyê, li her qada ku lê ye bûye çavkaniya hêz û moralê. Li ser xeta jiyana fedayî meşiyaye. Hevrêyê me bê navber tempoya xwe ya tevlîbûnê bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bûye yek û bi ruhê serketinê wezîfeyên pêk aniye. Kariye bibe mîlîtanek layiqê partiya me PKK’ê. Bîranîna hevrêyê me Battal ku di tevahî jiyana xwe ya şoreşgerî de, bi kesayeta xwe ya fedayî û fedakar û kariye hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc bike, wê timî di têkoşîna me de bijî.
ANDOK FEDAKAR
Bajarê me Amed, navenda berxwedanê ya Kurdistanê, di dîrokê de pêşengiya têkoşîna gelê me ya parastina hebûna xwe û jiyana azad kiriye. Li hemberî êrîşên dagirkeran her tim weke kelehekê li ber xwe da û gelê me yê welatparêz ê Amedê her tim vê kevneşopiya berxwedanê ya xurt zindî hiştiye. Amed di serdema damezrandina partiya me PKK’ê de ev rol û mîsyona dîrokî lîst, bû dergûşa partiya me û di heman demê de bû navenda Berxwedana Zindana Amedê. Berxwedana bêhempa ya ku kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê li zindanan di şert û mercên herî dijwar de pêş xistin, bû bingeha ruhê berxwedan û serketinê ya di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket. Gelê me yê Amedê ji roja destpêkê ve vê berxwedana pîroz hembêz kiriye û bi kevneşopiya serhildanê ya ku pêşxistiye di dîroka birûmet a gelê me de rûpelek nû vekiriye. Hevrêyê me Andok ê ku di malbateke welatparêz a dilsozê vê kevneşopiya dîrokî ya xurt û nirxên Kurdistanî de mezin bûye, bi çanda berxwedanê mezin bûye. Hevrêyê me yê ku şahidê êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker li kolanên Amedê bû, kîn û hêrseke mezin li dijî dagirkeran hilgirt. Hevrêyê me yê ku dît ku Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, yekane hêza parastina rewa ya gelê me ye, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku di demeke ku êrîşên qirkirinê li dijî gelê me hatibû pêş xistin de tevlî refên gerîla bû, armanca têkoşîna wî ya şoreşgerî ew bû ku gelê me yê bindest li hemberî polîtîkayên qirêj ên dagirkeran biparêze. Hevrêyê me Andok ê li qada Qendîlê perwerdehiya bingehîn û pispor a gerîla dît, bi hemû hêza xwe tevlîbûnê perwerdehiyê bûye di kesayeta xwe de guhertinên mezin çêkir û xwe ji erk û berpirsyariyên demê re weke milîtanek bi hêz, amade kir. Hevrêyê me yê ku bi meyla xwe ya leşkerî di taktîkên gerîla de pispor bû, di qada bîrdozî de jî kûrbûneke xurt pêk aniye. Hevrêyê me Andok ku piştî pratîka xwe ya serketî ya gerîlatiyê li qada Qendilê berê xwe da Zapê, ku li dijî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî hate dayîn, bû yek ji hevrêyên me ku bi lez û bez tecrûbeya xwe veguherand pratîkê. Hevrêyê me yê ku di pratîkê de pijiya û li dijî dagirkeran têkoşînek bi bandor meşand, bi bûyîna fermandar re têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin kir. Hevrêyê Andok, yek ji fermandarên me yên ciwan ên bi ruhê serketinê ye, ji bo baştir rastiya Rêbertî û şehîdan bê fêhmkirin her tim ketiye lêhûrbûnên kûr. Hevrêyê me Andok ê ku zû fêr dibe û tiştên ku hîn dibe bi ceribandina wan di pratîkê de vediguherîne ezmûnê, bi tevlîbûna xwe ya jiyanê û bi helwesta xwe ya milîtanî re, her tim pêşengî ji hevrêyên xwe kiriye û bawerîyek mezin afirand. Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya kedkar, bi kelecaneke mezin nêzî erkên xwe yên şoreşgerî dibe û bi serketineke bilind armanc dike ku bigihêje hedefê, ji bo bibe milîtan û fermandarekî mînak di her wateyê de kedeke bêhempa daye. Hevrêyê me Andok ku gelek bi hevrêyên xwe ve girêdayî ye, fêrbûn û fêrkirin esas girtiye, di her şert û mercî de hevrêtiya PKK’ê ya pîroz parastiye. Hevrê Andok, lawê leheng ê Amedê ku ji bo mîrateya şehîdên me yên nemir bigihîne serkeftinê, ku bêyî rawestan û bêhnvedanê xizmet ji şoreşa azadiyê ya gelê me re kir, wê her tim di nava têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.
HARUN KIÇÎ
Botan ku li Kurdistanê hîmên gerîla lê hatiye avêtin û navenda berxwedaneke bêhempa ya li dijî dagirkeran e, di dîrokê de serî li ber êrîşên dagirkeran netewandiye û her tim pêşengiya têkoşîna gelê me yê bindest kiriye. Gelê me yê welatparêz ê Botanê, bi derketina partiya me PKK’ê re ya di pêşengiya Rêber Apo de, bi lez û bez xwe bi Partiya me re kir yek û pêwîstiya rola xwe ya dîrokî bi cih anî. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku îradeya azad û hêza parastina bingehîn a gelê me ye, li xaka Botanê mezin bûye û li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Gelê me yê welatparêz ê Botanê ku têkiliyên civakî yên xurt lê serwer e û agirê berxwedanê her tim geş e, hem bi serhildanên ku pêşxistiye û hem jî bi tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla her tim li pêş bûye. Hevrê Harûn ku li navenda kevneşopiya xurt a Botanê li Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de mezin bû. Hevrêyê me Harûn ê xwedî taybetmendiyên berxwedanê yên eşîra Kîçî ya welatparêz e, mîna her kurdekî bi rûmet ji temenê xwe yê biçûk ve bi terora dewletê re rû bi rû maye. Ji ber ku birayê wî yê mezin di zindanên Komara Tirk a mêtinger de dîl hate girtin, ev yek bû sedem ku hevrêyê me Harûn zû rûyê tarî û qirêj ê dagirkeran nas bike û di temenekî ciwan de tevlî refên têkoşînê bû. Tevlîbûna xwişka wî ya di nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê de bandorek mezin li hevrêyê me kiriye û biryardariya cih girtina di nava berxwedanê de xûrt kiriye. Hevrêyê me yê ku di sala 2010’an de ji aliyê dagirkeran ve hat girtin, 6 mehan di zindanên dagirkeriyê de ma. Hevrêyê me Harûn ê ku di têkoşînê de astengiya qadê nas nekir û bi hevrêyên xwe re zindanên dijmin veguherand qadên perwerde û têkoşînê, di vê pêvajoyê de felsefeya Rêbertî û partiya me PKK’ê ji nêz ve nas kir. Piştî pêvajoya zindanê, dest ji têkoşîna xwe berneda; Bi beşdarbûna di çalakiyên ciwanan de xizmet ji gelê me re kiriye û ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd ku hêviya paşerojeke azad a gelê me ne, gelek hewl daye.
Hevrêyê me Harûn ê ku qet leza têkoşînê sist nake û her tim li berxwe dide, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Harûn ê ku bi lez adepteya çiyayên Kurdistanê bû û bi perwerdeya ku dît asta hişmendiya xwe kûr kir, berê xwe da herêma Zapê û yekemîn pratîka xwe ya gerîla pêk anî. Hevrêyê me Harûn ê ku xwe di têkoşînê de bi felsefeya Rêber Apo ji nû ve afirand, bi têkoşîna xwe derket pêş û bi tevlîbûna rast bû mîlîtanekî mînak. Hevrê Harûn milîtanê dem û erkên dijware, di her hawirdora ku lê ye ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Harûn ê ku di bin bandora têkiliyên PKK’ê yên pîroz ên hevrêtiyê de bû û her tim hewl dide vê girêdana pîroz hîn bêhtir xurt bike, bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar, hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe bidest xistiye. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya akademîk a di warê taktîkên gerîla de pispor bû û bi eleqeya xwe ya li qada leşkerî di demeke kin de pêşketineke mezin nîşan da, li gelek herêmên Zapê ma û pratîk kir. Hevrêyê me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê berxwedaniya dîrokî bi awayekî fedaî li Zapê li ber xwe da û di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de cihê xwe girt. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe ya gerîla ya serketî bersiv da êrîşên mêtîngeran ê li dijî gelê me yê bindest, bi berxwedana ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de nîşan da bû navê xeta milîtanan. Hevrêyê me Harûn ku ji me re mîrateya berxwedanê hiştiye, wê her tim rêya berxwedana me ya pîroz ronî bike.”