BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin dayin:
“Êrîşên bi çekên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker;
15’ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
15, 16 û 17’ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM’ê, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê û qadên Çemço û Sîdayê 17 caran bi helîkopterên êrîşê, 53 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.”