Qamişlo – İroj Li Qamişlo li gel duwara sonî seat 8:00’an êvarî bi pêşengtîya Yekîtîya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşê Meşela Ji bo Dijî Tecrîda Li ser Rêber Apo Hate Li darxistin. di meşê de bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan bi rihekî Apo’yî bi rihê walatparêzîye beşdarî meşê bûn. meş bi slogana ” Bê Serok Jîyan Nabê ” ”Bijî Rêber Apo ” û ”Bijî Berxwedana Gerîla ” li gel navenda Warê Ciwana seat 9:00 êvarî bi dawî bû.
https://youtu.be/3bAebDhPRrE
Ciwanan heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meşiya.
dawîya Meşê de endamê Yekîtîya Jinên Ciwan Heval Ronahî daxweyanî ji bo Raya Giştî dan daxweyanî wisa bû.
Em wekê Yekîtîya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda kû di şaxsê Rêbertîya me de li hember gel u Ciwanên kurd tê meşandin lanet dikin. Di ronahîya hemleya nû ya ji bo azadîya fizîkî ya Rêber Apo hatîye despê kirin ” Bi Rihê Apocî xwe Nû Bike, Cenga Azadîye Bi Serbixe” de em jî wekî Ciwan tevlîbûna xwe ya vê hemleya radigîhînin û hemû çalakîyên xwe li ser vê bingehê rêxistin dikin. Di vê mehê de jî dewletên dagirker ên faşist tecrîd dîsa nû kir û anî asteki nû ya hovîtî û bêexlaqî ye. Ji bo Ciwan û gelên cîhanê Azadîya Fîzîkî ya Rêber apo dewleta faşist ya tirk vê carê jî fermanekî nû li dijî gelê kurd derxist hole. Bi daxwaza ji xwe re cih avabike komara Tirk di şerê ku di seranserê cîhanê de didomê ket pey xeyala ku bi kevirekî çend çûkan bixînê ûu niha jî li berxwedana Gerîla ya bêhampa qûlipî û bi windahîyên mezin rû bi rû ma. Dewleta faşist ya dagirker di duyemîn sedsala Komarê de bi perçiqandina şoreşa gel ya demokratîk ku li kurdisatanê pêşdikevê hesabên ji nû ve nûjenkirina xwe kiriye û di vî warî de kiryarên xwe berdewam dike. Bi vî awayî dixwazê vî şerê li heremên Kurdisatanê de bîne rewşekê domdar. Hilbijartinên li bakurê Kurdistanê pêk werê pir eşker dide xûya kirin kû êdî dawîya Erdoğan hat. Ew jî baş dizanin ku wunda kirina van hilbijartinan ye bibe sedema şikandina tecrîda giran ya li sern Serokatî. Gelê kurd ji her demê zêdetir nêzî Azadîyê ne.
Em wekê Yekîtîya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda giran ya li hember Serokê me û li hember gelê me tê pêkanîn lanet dikin. Em didin xûya kirin heta kû Rêbertîya me bi awayekî fizîkî ne nava me de be em her li qada bin û li hember dagirkêrî û paşverû bi fikir û Ramanên Rêber Apo berxwe bidin.BİJÎ RÊBER APO
BÊ SEROK JÎYAN NABÊ