Bokan – Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) di 13’ê Îlona 2022’an de ji hêla “Polîsên qaşo exlaq” ve hate destgîrkirin û qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re bi pêşengiya jinan li seranaserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de gelek kes ji hêla rejîmê ve hatin qetilkirin. Bi boneya Cejna Remezanê, li Mahabadê bi sedan kes çûn serdana gorên kesên di çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatin qetilkirin.
Bi sedan kesên di serdana goristanan de hatin ba hev, wêneyên kesên hatine qetilkirin hildan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştre jî bi sedan kesan bi hev re sirûda neteweyî ya Kurd “Ey Reqîb” xwendin.