KOBANÊ- Di merasîna 127 şehîdên Nîsanê de ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî û got şehîd meşaleya azadiyê û ronahiyê ne. Ne ji şehîdan bûya aramî û ewlehî dê tune bûya.
Hec Kerho wiha gotina xwe bi dawî kir: “Desthilat nahêlin em bi aştî bijîn, kilîtên serkeftinê li çiyayên Kurdistanê ne. Hêzên gerîla berxwedaneke bê hempa raber dikin û ji bo em ji wan re bibin piştgir, divê em berxewdanê bikin.”
Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.