Besê Hozat: Divê yek deng jî nede vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê

Besê Hozat tevlî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê divê teqez bê hilweşandin.

BEHDÎNAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bilî mirin, tarîtî û şer tiştekî nade gelan û got, ev rejîma faşîst divê bê hilweşandin.

Besê Hozat di bernameyê de ku doh êvarê hate weşandin nirxandineke bi vî rengî kir:

“Em di Cejna Remezanê de ne. Cejna Remezanê li gelê me û alema Îslamê hemûyan pîroz dikim. Di nava vê mehê de Cejna Paskalya ya Asûrî-Suryaniyan hebû. Li gelek deverên Kurdistanê hate pîrozkirin. Xelkê me yê Êzidî jî Cejna Çarşema Sor pîroz kir. Ez cejnên gelê Asûrî-Suryanî û xelkê me yê Êzidî pîroz dikim.

TÊKOŞÎNA HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD WÊ HETA SERKETINÊ DEWAM BIKE

Di nava vê mehê de li Serhedê, li Tendurekê hevalên gelekî hêja şehîd bûn. Hevala Hêjar Zozan, hevalê Bager. Her wiha Botan Goyî şehîd bû. Di şexsê hersê hevalan de hemû şehîdên şoreşê û azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Derfetê min çêbû ku hevala Hêjar nas bikim. Hevalên ku wê ji nêz ve nas dikin jî timî qalê dikin. Bi rastî jî hevaleke gelekî hêja bû. Li gelek qadên têkoşînê ma. Di şerê Heftanînê yê sala 2020’î de weke Fermandara Heftanînê pêşengî kir. Di wê pêngavê de bi roleke gelekî girîng rabû. Hevalên ku wê ji nêz ve nas dikin bi vî rengî qala wê dikin. Tevlîbûna wê, eleqeya ji bo hevalan, asta wê ya pêşengiyê, cidiyet û serxistina kar timî tê vegotin. Bi hezkirinê qala wê tê kirin. Bi rastî jî hevaleke bi vî rengî bû. Ji dil bû. Têkoşîna van hevrêyan hemûyan wê heta serketinê dewam bike.

Şer dewam dike. Dewleta Tirk li gel biryara bêçalakiyê jî êrîşî her derê dike. Li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojava êrîş dike. Li hemberî vê yekê hêzên gerîla li ser bingeha xweparastinê bi xurtî li ber xwe didin. Ev têkoşîn wê dewam bike. Heta ku êrîş dewam bikin, heta ku polîtîkayên qirkirinê dewam bikin berxwedan jî wê bi rengekî bi heybet dewam bike û teqez ev gel bigihêje azadiyê, Kurdistan azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe.

HETA KU RUHÊ FEDAÎ DEWAM BIKE EV TÊKOŞÎN TÊK NAÇE

Ev polîtîkayên qirkirinê êdî gihîştiye ber îflasê. Ev polîtîkaya qirkirinê ya ku 100 sal in dewam dike, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê 8 salên dawî bi bikaranîna hemû derfetên dewletê dixwaze bi ser bixîne. Asta ku hatiye li holê ye. Bi vî rengî bi şer, înkar û tunekirinê nikarin encamê bi dest bixin. Ev gelekî zelal e. Heta ku hevalên mîna hevrê Hêjar hebin, hevalên mîna Botan, Bager hebin, heta ku ruhê berxwedêrên Zap, Avaşîn û Metîna hebe, ev îradeya berxwedanê û sekna fedaîtiyê hebe, ev têkoşîn teqez têk naçe. Wê teqez bi ser bikeve. Serketin wê ya têkoşînê be.

DADGERÎ JÎ HIQÛQ JÎ LI BER DESTÊ AKP-MHP’Ê AMÛREKE POLÎTÎK IN

Wezîrê Edaletê daxuyanî da. Dadgeha Destûra Bingehîn ji Wezareta Edaletê, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa li Îmraliyê agahî xwestiye. Li ser vê bingehê Wezîrê Edaletê hin daxuyanî da. Bêguman divê ev rewş hinekî bê nirxandin, beriya derbasî konferansa li Hambûrgê, meşa li Dusseldorfê bibin. Ev bûyerek nû ye û gelekî girîng e. Divê bi baldarî li ser bisekinin.

Li Tirkiyeyê lîstikeke hiqûqê, lîstikeke dadgeriyê tê lîstin. Mîna ku li Tirkiyeyê dadgerî heye, saziyên dadgeriyê dixebitin, hiqûq heye, hiqûq kar dike hebe, hewl didin têgihiştineke bi vî rengî biafirîne ev rejîma faşîst a AKP-MHP’ê. Dewleta Tirk a faşîst bi vî rengî nîşanî cîhanê û civaka Tirkiyeyê dide, hewl dide têgihiştineke bi vî rengî biafirîne. Li holê ne dadgerî heye, ne saziyeke dadgeriyê maye, ne jî hiqûq heye. Hemû jî li ber destê rejîma AKP-MHP’ê bûne amûrên polîtîk. Di şerê qirkirinê de bûye çekek ku li dijî Kurdan, li dijî civaka Tirkiyeyê bêne bikaranîn. Dadgerî veguheriye çekekê, bûye parçeyek ji şer û êrîşan. Ev rastiyeke. Yanî xistine wê rewşê ku bi temamî xizmetê ji siyasetê re bike, bûye amûreke siyasetê, saziyeke siyasetê. Li holê ne dadgerî heye, ne jî hiqûq heye.

CPT FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê REWA DIKE

Vê yekê bi zanebûn dikin. Mîna ku Dadgeha Destûra Bingehî kar dike, mîna ku saziyên dadgeriyê kar dikin, mîna ku Wezîrê Edaletê dişopîne lîstikekê dilîzin. Lewma jî Dadgeha Destûra Bingehîn nêrînê ji Wezareta Edaletê, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dixwaze. Di nava xapandineke bi vî rengî de ne. Bêguman kes bi vê naxape. Kes jê bawer nake. Di serî de gelê Kurd, tevgera azadiyê, cîhana demokratîk, raya giştî bi vê naxape. Êdî ev derbas bûn. Dema van derbas bû.

Ji vê jî xerabtir daxuyaniyên Wezîrê Edaletê ye. Wezîrê Edaletê dibêje, li Îmraliyê berevajî îdîayan tecrîdeke giran nîne. Dibêje ku kiryareke normal e. Dibêje nêzîkatiyeke sivik e, dibêje sedema pêknehatina hevdîtinên li Îmraliyê sedemên ne di dest de ne. Divê mirov çi ji vê gotinê fêhm bikin?

Niha li Îmraliyê sîstemeke êşkence û tecrîdê heye. Li wir şerekî taybet ê bi rêk û pêk tê meşandin. Li dijî Rêber Apo, li dijî Kurdan Îmrali bûye navenda şerê qirkirinê. Bi salan e parêzer nikarin Rêbertî bibînin. Hevdîtina bi malbatê re, bi derdorê re pêk nayê. Saziyeke sivîl, mirovên ku dixwazin hevdîtinê bikin nikarin bikin, nikarin biçin serdana Îmraliyê, serdana Rêber Apo û hevrêyên din ên li wê derê dîlgirtî ne. Hiqûqa neteweyî, hiqûqa navneteweyî, peymanên navneteweyî hatine binpêkirin. Ti ji wan nayên xebitandin.

CPT çend caran çû Îmraliyê. Bawerim cara nehan di Îlonê de çû. Têkildarî Îmraliyê CPT daxuyaniyekê nade, nikare bide. Bi roleke welê radibe ku faşîzma AKP-MHP’ê rewa dike. Konseya Ewropa bûye parçeyek ji vî şerê qirkirinê, êrîşên qirkirinê, sîstema tecrîdê. Yanî kiryareke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê li holê ye. Li wir sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.

GEFA BI TUNEKIRINA FÎZÎKÎ

Rejîma şerê taybet bi rejîma tecrîd û êşkenceyê, Îmraliyê bi qanûnên taybet bi rê ve dibe. Ji ber ku haya kesî jê nîne ku li Îmraliyê çi diqewime. Gelek îdîa h atin ikrin, têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêbertî. Agahiya ti ji me, gelê me, tevgera me jê nîne. Dibêje ku li Îmraliyê kar û kiryara herî sivik tê kirin. Yanî van kiryaran, vê rejîma şerê taybet, êşkence û tecrîdê normal dibînin, sivik dibîne Wezîrê Edaletê. Ev tê çi wateyê? Tê vê wateyê. Ev sivik in. Yanî ji vê xerabtir jî heye. Ji vê xerabtir çi ye? Îmhaya fîzîkî ye. Gavek ji vê wêdetir îmhaya fîzîkî ye.

Vê gotinê belasebep nabêje. Ya rast gefê li tevgerê, gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û civaka demokratîk dixwe, şantajê dike. Ev gefeke. Şantajeke. Û bêguman vê yekê jî beriya hilbijartinê dike. Çend roj beriya hilbijartinê van daxuyaniyan dide. Gefê dixwe.

Li aliyê din dibêje, sedemên ne di dest de ne. Sedemên ne di dest de çi ne? Berê jî bi salan gotin ‘keştî xerabe ye, rewşa nebaş a hewayê, ji ber vê yekê parêzer nikarin biçin Îmraliyê’. Piştre jî çend salan timî cezayên dîsîplînê bilêv dikin û nahêlin parêzer biçin Îmraliyê. Cezayê çi? Niha jî dibêjin sedemên ne di dest de ne. Hincetên bi vî rengî didin pêş.

DIVÊ CPT DAXUYANIYÊ BIDE

Ev yek li pêş çavan e. Bi her awayî şîrove li ser dikare bê kirin, daxuyaniyeke welê ye ku fikaran dixe nava civakê, şêweyekî bilêvkirina hesabên qirêj ên siyasî ye. Ev nayê qebûlkirin. Divê CPT di vê der barê de daxuyaniyê bide, eşkere bike. Îlonê çû, serdana Îmraliyê kir. Piştre got wê di meha Adarê de raporê amade bike û pêşkêşî Tirkiyeyê bike. Adarê rapor pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Ti daxuyanî nehate dayin. Ne ji CPT ne jî ji Tirkiyeyê têkildarî rapora CPT ti daxuyanî nehate dayin. CPT li Îmraliyê çi dît, şahidî ji çi re kir, rewşa li Îmraliyê çi ye? Kiryarên li wê derê çi ne? CPT wê bersiveke çawa bide van daxuyaniyên Wezîrê Edaletê. Wê ji vî gelî re çi bibêje? Ev tevger li benda daxuyaniya CPT ye. Li benda daxuyaniya Konseya Ewropayê ye.

CPT li gorî berjewendiyên qirêj ên siyasî yên welatên Ewropayê û Konseya Ewropayê tevdigere. Veguheriye amûreke siyasî. Saziyeke pêşîgirtina li êşkenceyê ye. Pêşîgirtina li êşkenceya çi? CPT bûye saziyeke welê ku êşkenceyê rewa dike, faşîzma AKP-MHP’ê rewa dike, xurt dike. Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa jî bi heman rengî tevdigerin.

Divê Ewropa dest ji vê polîtîkaya xwe ya durû, pragmatîk berde, biterikîne. Doh jî li Elmanyayê serdegirtin li ser gelek saziyên sivîl, saziyên Kurdan, malan hate kirin. Di pêvajoya hilbijartinê de peyam ji Tirkiyeyê re ji Erdogan re tê dayin. Dixwazin bibêjin ’em bi we re ne’.

AKP-MHP BINGEHÊ JI ŞERÊ NAVXWEYÎ RE AMADE DIKE

Em li benda daxuyaniyê ne. Bila CPT daxuyaniyê bide. Çi bû? Di wê raporê de çi hebû? Çi pêşkêşî Tirkiyeyê hate kirin, Tirkiyeyê çi got? Ev daxuyanî niha cidî ne. Rewşeke cidî ye ku Wezîrê Edaletê ev daxuyanî da, Dadgeha Destûra Bingehîn di vê pêvajoyê de kete dewrê û qaşo weke ku hiqûq, dadgerî kar dike ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji Wezîrê Edaletê nêrîn xwest û piştre daxuyaniyeke bi vî rengî hate dayin. Di nava vê meseleyê de şerekî giran ê taybet heye. Polîtîkayeke gelekî qirêj heye. Nîşan dide ku sîstema êşkence û tecrîdê, polîtîkayên qirkirinê çiqasî giran bûne. Nîşan dide ku şer bi rengekî çawa qirêj tê meşandin. Nîşan dide ku eger rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li ser desthilatdariyê bimîne wê paşeroja Tirkiyeyê bi çi rengî be.

Ev yek banga ji bo şerê navxweyî ye. Bingeha vê yekê gav bi gav amade dikin. Faşîzma AKP-MHP’ê bingeha şerekî navxweyî li Tirkiyeyê gav bi gav amade dike. Li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

KONFERANSA LI HAMBÛRGÊ XWEDÎDERKETINÊ NÎŞAN DIDE

Heta niha gelek karên girîng û hêja hatin kirin. Konferansa li Hambûrgê hate lidarxistin gelekî kelecanî bû. Bi rastî jî 4 rojan nîqaşên em pê kêfxweş bûn pêk hatin. Ji 5’ê Nîsanê heta 8’ê Nîsanê çar rojan paradîgmaya Rêbertî ji gelek aliyan ve hate nîqaşkirin. Ev gelekî girîng bû. Têkildarî mijarên rabûna li ber modernîteya kapîtalîst, li dijî krîza bingehîn a modernîteya kapîtalîst çareseriya modernîteya demokratîk a Rêbertî ji gelek aliyan ve hate nîqaşkirin. Bêguman ev yek nîşan dide ku paradîgmaya Rêbertî çiqasî gerdûnî bûye. Gav bi gav li nava civaka cîhanê belav dibe. Gelek rewşenbîr, akademîsyen nîqaş dikin. Dibe sedema bandoreke gelekî cidî. Di rewşa heyî de li hemberî krîza sîstema kapîtalîst, modernîteya demokratîk û sîstema konfederal a demokratîk çareseriyê pêşkêşî gelan dike. Paradîgmaya neteweya demokratîk, paradîgmaya azadîparêziya jinê û ekolojîk ji bo pirsgirêkên li cîhanê hemûyan, ji bo her cûre pirsgirêkên li nava civakan weke çareseriyê tê destnîşankirin. Ev yek bi rengekî cidî tê pejirandin. Têkoşîn bi pêş dikeve, berfireh dibe. Di asta cîhanê de xwedîderketineke xurt pêk tê. Ev xwedîderketin jî hêzeke têkoşînê ya xurt a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diafirîne. Bala xwe bidin ser, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî êdî li cîhanê belav dibe. Di asta cîhanê de xwedîderketineke cidî heye. Têkoşîn êdî gerdûnî bûye. Ev gelekî girîng e. Serketineke mezin e. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Ev asteke gelekî girîng e. Serketineke gelekî girîng e ku paradîgma, fikrên Rêbertî belav dibin, xwedîderketin lê çêdibe, ji gelek aliyan ve vediguhere têkoşînê.

Û aliyekî din jî meşa li Dusseldorfê ye. Meşeke bi heybet e. Ez beşdaran hemûyan silav dikim. Gav bi gav girseyî dibe. Yanî têkoşîna civakî ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin êdî gerdûnî dibe. Ji civaka Ewropayê jî tevlîbûneke cidî dibe. Ji enternasyonalan tevlîbûneke gelekî cidî dibe.

MEŞA LI DUSSELDORFÊ BI HEYBET BÛ

Îsal di 15’ê Nîsanê de tevlîbûneke xurt li meşa li Dusseldorfê hate kirin. Ev girîng e. Encama ku ji vir bê wergirtin bi vî rengî ye: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî eger em ne bi yekalî lê belê bi pir alî têkoşînê bimeşînin, ji aliyê siyasî, dîplomatîk, hiqûqî, civakî, îdeolojîk ve têkoşînê bimeşînin teqez em ê encamê bi dest bixin, em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Di heman demê de em ê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûnê çareser bikin. Bi her awayî bingeha vê yekê em ê karibin biafirînin. Ji xwe mijarên di nava hev de ne. Lewma divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî li her derê bê meşandin. Hem divê paradîgma li cîhanê bê belavkirin, hem têkoşîna civakî bê berfirehkirin xurtkirin, hem jî têkoşîna hiqûqî bê meşandin. Aliyekî wê yê din jî têkoşîna dîplomatîk, siyasî û îdeolojîk e. Divê bi rengekî topyekûn têkoşîneke xurt bê meşandin. Ya ku heta niha hate kirin gelekî hêja û bi wate ye. Asteke girîng a xwedîderketinê afirand. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd xiste rojeva cîhanê. Veguherand pirsgirêkeke gerdûnî. Çareseriya wê jî gihad asta gerdûnî. Divê em vê yekê hîn bi xurtî dewam bikin.

TÊKILIYÊN TIRKIYEYÊ YÊN BI WELATÊN EREBAN RE, JI BER DIJMINAHIYA LI HEMBERÎ KURDAN E

Tirkiye ji xwe hemû dîplomasiya xwe li ser dijminahiya Kurd û dijbertiya Kurd dike. Siyaseta xwe ya ji derve bi temamî endeksî vê kiriye. Têkiliyên bi dewletên Ereb jî ji ber vê ye. Bi welatên Kendavê re hevdîtinê dike; Siûdî Erebistan e, Îran e, Qatar e, Misir e. Giştî hevdîtinên ku li Rojhilata Navîn û Efrîqayê dike, ji ber dijminahî û dijbertiya li hemberî Kurdan e. Niha hewl dide ku van welatên Ereb jî bixe pozîsyoneke li dijî Kurdan. Dixwaze polîtîkayên xwe bîne. Ji bo ku li Sûriyeyê çareseriyek demokratîk çênebe, Sûriye jî li dijî Kurdan şer bike û li Sûriyeyê şer kûrtir bibe çi ji destê tê pêk tîne. Hemû siyaseta ku bi welatên Ereb re jî dimeşîne, li ser vê yekê ye.

Eger têkiliyek welatên Ereb bi Sûriyeyê re hebe, ev têkilî ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê, li Sûriyeyê pirsgirêkên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê demokratîk were çareserkirin û Tirkiye hewl dide van têkiliyan hemûyan binirxîne. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî vê mijarê gelek zelal e. Pêvajoya ku dixwaze bi Sûriyeyê re pêş bixe, bi temamî pêvajoyek e ku bi vê armancê tê pêşxistin. Pêşxistina dijberiya li hemberî Kurdan, Sûriyeyê û Kurdan li bera hev berdin û li Sûriyeyê Kurdan qir bike. Bi rêya rejîmê û dewleta Sûriyeyê hemû polîtîkaya xwe li ser vê esasî pêş dixe. Hewl dide ku Rûsyayê bikêşe vê yekê. Hewl dide ku Sûriye, Îran, yanî welatên Ereb bikêşe vê yekê. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên rejîma Sûriyeyê yên bi welatên Ereb re çêbû. Hin serdanên welatên Ereb çêbûn. Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Erebistanê çûbû Şamê. Hin hevdîtin kirin. Hin nûçe hatin weşandin ku Erebistana Siûdî Sûriye vexwendiye nava Yekîtiya Ereban. Derdikeve holê ku hewldanek wiha heye. Ji derveyî Qatarê di serî de Siûdî Erebistan, welatên Ereb dixwazin Sûriyeyê bixin nav Yekîtiya Ereban. Ev eşkere ye. Dewletên Ereb her ku diçin li Sûriyeyê sefaretxaneyên bilind vedikin. Li pey hev li wir sefaretxane tên vekirin û lewma bi welatên Ereb re, di taybet de welatên Kendav, niha li Misirê di nava peywendiyan de ne. Her ku diçe têkiliyên wê yên bi Şamê re baş dibin. Ev tê vê wateyê. Welatên Ereb rêveberiya Şamê ya heyû nas dike, rêveberiya Esadê nas dike. Ev naskirinek e. Nêzîkatiyek heye ku bi vî rengî Sûriyeyê jî bixin nava Lîga Ereban. Qatar li divê vê yekê derdikeve. Têkiliyên Tirkiye û Qatarê yên stratejîk hene. Li ser heman xetê, heman têgihiştin, zihniyet û tenê têkildarî vê yekê welatê Ereb Qatar heye ku cûda dibe.

TÊKILIYÊN SÛRIYEYÊ Û WELATÊN EREB GIRÎNG E

Em vê yekê girîng dibînin. Em eşkere bibêjin. Têkiliyên Sûriye û welatên Ereb girîng in ku di vê astê de pêş bikevin. Em girîngî didinê. Lê helbet em dixwazin ku ev têkilî li ser esasê demokratîkbûna Sûriyeyê û li Sûriyeyê pirsgirêka wê ya bi rêveberiya xweser re, li ser esasê nîqaşek demokratîk û siyasî were çareserkirin. Ev yek wê bibe feydeyek ji bo Sûriyeyê. Ji bo hemû welatên Ereb feydeyek e. Feydeyê civaka Ereb û gelê Ereb e. Eger Kurd û Ereb şer bikin, ev yek tenê wê ji dewleta Tirk a qirker re xizmetê bike. Wê ne di xizmeta ti welatên Ereb de be. Qet wê xizmetê ji Sûriyeyê, dewleta Sûriyeyê û civaka Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê re neke. Lewma gelek girîng e ku pirsgirêka van têkiliyane li ser esasê demokrasiyê were çareserkirin.

Jixwe Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deklarasyonek ragihand. Ew deklarasyon gelek girîng e. Ragihand ku têkiliyên welatên Ereb û dewleta Sûriyeyê girîng dibîne, ew bi xwe jî dixwaze bi vî rengî bi hemû welatan re bikeve têkiliyê û ji têkiliya bi her cûre çêkera siyasî, rêxistina civakî ya sivîl, her cûre welat, welatê Ereb û her beşekê civakê re vekiriye. Danî holê ku ew dixwaze pirsgirêkê di çarçoveya tevahiya xaka Sûriyeyê de, di nava sînorên wê de, li ser esasê demokrasiyê û li ser esasê demokratîkbûna Sûriyeyê çareser bike û niyet, siyaset, helwest, stratejî û armanca wê jî bi temamî ev e. Ev nêzîkatî û daxuyaniyek gelek girîng û bi nirx e. Di pêvajoyek a ku têkiliyên Şamê û welatên Ereb zêde de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman pêvajoyê deklarasyonek wiha weşand û ev yek hevdû temam dikin. Nêzîkatiya gelek girîng jî danî holê û em jî di aliyê vê çareseriyê de ne. Di aliyê çareseriya demokratîk de ne. Em piştigiriyê didin ku bi dewleta Sûriyeyê re di nava sînorên Sûriyeyê de li ser esasê demokrasiyê bi rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were ba hev û pirsgirêkan çareser bikin. Bi rastî çareserî demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Kurd û hemû civakên li Sûriyeyê dijîn bi bidestxitina mafên xwe, wê Sûriye bibe demokratîk. Pirsgirêk jî wê li ser esasê demokrasiyê were çareserkirin. Di vî warî de em van hemû hewldanên wan piştgirî didinê û girîng dibînin.

HEWL TÊ DAYÎN KU IRAQÊ BIKE DIJMINÊ KURDAN

Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe yên bi Iraqê re pêş bixe. Ev demek dirêj e, ji bo vê yekê pir dixebite. Ji dest were wê şêwe jî bide Iraqê. Dixwaze di dîzayna Iraqê de, bi awayek bi bandor rol bilîze. Di vê mijarê de bi salan e hewl dide ku bi taybetî Tirkmenên ku ji navenda Kerkukê, Tirkmenên nêzî xwe ji her alî ve rêxistin bike. Hin agahî hene ku li wir rêxistinbûnek cidî afirandine. Di nav kar û xebatên dijberiya li hemberî Iraqê de ye. Ev pir eşkere ye. Kerkurk jî kiriye navenda vê yekê. Niha tiştek wiha dimeşîne û li Iraqê jî bi taybetî ji aliyê Sûriyeyê ve me anî ziman; hewl dide ku Iraqê bike dijminê Kurdan. Pirsgirêkek Iraqê ya bi Kurdan re nabe. Li Başûr û Iraqê pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin. Yanî bi israr hewl dide ku Iraqê ber bi vê yekê ve bibe. Lê ev bi salan e Iraq nakeve vê xefikê. Pirsgirêkek Iraqê ya bi vî rengî nîn e. Li Başûrê Kurdistanê statuyek heye, têkilî hene. Di qanûna sereke de Iraqê ev yek nas kiriye. Iraq çima wê li hemberî Kurdên li Bakur bibe dijmin? Çi feydeya vê ji Iraqê re heye? Iraq çima wê li hemberî Kurdan li Rojava bibe dijmin? Iraq çima wê li hemberî Kurdên li cîranan bibe dijmin? Çi feydeya vê ji Iraqê re heye? Iraq vê dizane.

Bi aqilê dewletê nêz dibe. Yanî rasyonel nêz dibe. Ev hevdîtinên dawî di çapemeniyê de jî zêde hatin nîqaşkirin.

AV WEKE ŞANTAJ TÊ BIKARANÎN

Li Iraqê pirsgirêkek gelek cidî ya avê heye. Ava Firatê li dijî Iraqê kiriye şantaj û gef. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ev bi salan e avê qut dike. Ev sûcek navneteweyî ye. Erê, nabe ku aveke ku di çend sînorên welatan de derbas dibe, mirov wê qut bike. Di peymanên navneteweyî de, qanûnên vê yekê hene. Tirkiye van binpê dike. Tirkiye sûcekî mirovahiyê dike. Hiqûqa navneteweyî binpê dike. Vê yekê li dijî Iraqê weke koz bi kar tîne. Ava Firatê dibire. Niha li Iraqê qala çolbûnek cidî tê kirin. Çandinî nayê kirin, sewalvanî nayê kirin. Ev pirsgirêkek gelek cidî ya avê ye. Bi rastî jî ketiye rewşa krîzeke mezin. Ev yek veguherandiye çekekê. Heman tiştî li Sûriyeyê jî dike. Li Iraqê jî dike.

Niha vê yekê bi karanîna weke kozekê hewl dide ku Iraqê bikêşe xeta xwe, bikêşe polîtîkaya xwe. Hewl dide bike dijminên Kurdan. Dibêje, ez ê Kurdê azad tune bikim, ez qirkirinê pêk tînim û tu wê di vê qirkirinê de piştgiriyê bidî min. Eger tu piştgiriyê nedî wê avê qut bikim. Bi salan e vê yekê li dijî Iraqê bi kar tîne.

Hat gotin ku rayedarên Iraqê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, çûn Tirkiyeyê. Bi rastî av krîzek cidî ye. Rojeva sereke encex bi rengî pirsgirêka av û bazirganiyê ye. Tiştek ekonomîk a cidî jî heye di vê mijarê de. Pirsgirêk gelek in, ji aliyê Iraqê ve dibe rojev helbet dibe ku evane bin, evane tên îdîakirin. Tê îdîakirin rojev ev in. Helbet dibe. Lê rojeva Tirkiyeyê ne ev e. Rojeva Tirkiyeyê dijminahiya li hemberî Kurdan e. Tirkiyeyê dijmaniya li hemberî Kurdan aniye rojeva Iraqê jî. Li ser Iraqê ferz kiriye ku piştgiriyê bide êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li dijî Kurdan pêk tîne. Ev yek ji Iraqê xwestiye. Ev eşkere ye. Ev ne veşartî ye. Jixwe ew bi xwe jî, dewleta Tirk jî, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst jî tîne ziman.

Em difikirin ku Iraq wê nekeve xefikên bi vî rengî. Ji ber ku çi feydeya vê ji Iraqê re nîn e. Ne di berjewendiyên Iraqê de ye, wê zirarê bide Iraqê. Bi rastî jî berjewendiyên Iraqê di azadiya Kurdan de heye. Di tifaq û yekîtiya stratejîk de ye. Ev rastiyek e.

DIXWAZIN YNK’Ê JÎ BIKIN PDK

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî heman polîtîkayê dimeşîne. Ev êrîşên qirkirinê bi salan e didomin. Her sê jî di awayê dagirkeriyê de ne. Bi asteke girîng axa wê dagir kiriye. Vî tiştî didomîne. Dixwaze vê êrîşa dagirkeriyê bidomîne. Dixwaze qada xwe ya bandorê bike qada PDK’ê. Hewl dide Silêmaniyê jî bike weke Hewlêrê. Hewl didin, bikin wekî PDK’ê. Dixwaze YNK’ê bikin PDK. Dixwaze YNKê bixe xeteke xiyanetkar, hevkariyê ya wekî PDKê. Sedema sereke ya van êrîşan ev e. Weke mînak dikaribû li cihekî pir dûr a balafirgehê, li ser wê rêyê li dijî Mazlûm Ebdî êrîş bikirina, lê nekirin. Li cihekî nêzî balefirgehê kir. Ji ber ku dixwazin dest deynin ser balefirgehê. Dixwazin Balefirgeha Silêmaniyê têxin bin kontrola xwe. Li nêzî balefirgehê kirin da ku wê bike rojev. Xwest li ser vî tiştî zextên mezin bike, tawîzan werbigire da ku li ser Balefirgeha Silêmaniyê jî serweriyê bi dest bixe.

Bi heman awayî ew helîkopterên ketin jî kirin sedem. Lê belê tevî koalîsyonê bi salan e li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn tê kirin, planek tê meşandin. Di vî warî de têkilî hene. Li ser wî esasî jixwe me daxuyanî da. Hatina helîkopteran jî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ye. Qezayek e; rewşeke wiha niha wek hincet tê kirin. Helbet ev hemû hincet in. Ev çalakî bi salan e didomin. Anîn xistin vê pêvajoyê. Beriya hilbijartinê dixwazin şerê qirkirinê kûr bikin. Plana wan ev e ku bi şer di van hilbijartinan de bi ser bikevin. Heke bîne ser xeteke ku ew ê karibe têk bibe, bi zextên wisa YNK’ê bînin ser xeta xayîn û hevkariya dijmin, wekî PDK’ê têxe bin kontrola xwe yan jî teslîm bistîne, wê vî şerê qirkirinê wekî ku dixwaze û li gorî plana xwe bidomîne. Bi vî awayî wê dengê nijadperestên li Tirkiyeyê bistînin, li Tirkiyeyê rojevê kûr bikin û hilbijartinê bi dest bixin.  Armanca wan Mazlûm Abdî bû lê bi ser neketin. Niha jî konsepteke wisa didome. Hûn êrîşan dibînin. Bi kûrahî li Rojava didome, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Bakurê Kurdistanê her roj operasyon û êrîş didomin. Konsepta şerekî topyekun wisa didomîne. Li ser Başûr jî YNK’ê tevlî vî tiştî dike û didomîne. Heta niha helwesta YNK’ê girîng bû, nehate ser xeta PDK’ê. Xayîntî nekir û nebû hevkarê dijmin. Nexwest bibe şirîkê qirkirina Kurdan. Li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan da. Ev pir girîng e. Ev helwestek welatparêzî ye. Helbet divê bê xurtkirin. Heke YNK were ser xeta PDK’ê wê biqede. Wê sedema hebûna wê ji holê rabe. Tişta ku YNK’ê dikir YNK ev hesasiyeta welatparêziyê bû, ev bihistyarî bû. Ev helwest bû. Heke ne ji vê helwesta wê be, tu ferqa YNK’ê ji PDK’ê namîne, wê tu qîmetaYNK’ê nemîne. Ji bo YNK’ê wê were wateya xwekuştinê.

PDK DI WIJDANÊ GELÊ KURD DE MEHKÛM BÛYE

Dema gelê me ji ber sedemên siyasî diçin Başûr, PDK li ser wan sîxurtiyê ferz dike. Dibêje divê hûn ji MÎT’ê  re sîxurtiyê bikin. Dibêje ger hûn wek sîxuran tevbigerin hûn ê karibin li vir bijîn, heke hûn sîxurtiyê nekin em ê nehêlin tu li vir bijî. Dibêje ya derkeve biçe, tu diçî ku biçî yan jî ez ê te teslîmî Tirkiyeyê bikim. Ev ferzkirin li ser wan tê kirin. Kesên vî tiştî qebûl nakin jî, bi hevkariya MÎT’ê wan tasfiye dike. Êrîşa li dijî Zekî Çelebî ev bû. Êrîşa li ser Zekî Turelî ev bû. Yanî sedem ev e. Sedema êrîşê ev bû.

Her wiha me di daxuyaniyê de diyar kir ku ev rewşeke rezîl e. Mehdê mirov jê li hev dikeve. Şermeke giran e. Ez bawer im di wijdanê Kurdan de, PDK mehkûm bûye. Ji ber vê feraset, siyaset û polîtîkaya xwe ya qirêj, gelê Kurd ew mehkûm kiriye. Dîrokê ew mehkûm kiriye.

JI XEYNÎ ŞER AKP TIŞTEKÎ DIN NABÊJE

Bi rastî ev hilbijartinên girîng in. Li vir girîngiya wê heye. Ger di van hilbijartinan de ev hikûmet, ev hikûmeta faşîst bi ser bikeve, wê ev polîtîkayên faşîst ên qirker rewa bibin. Ne tenê wê meşrû dike, wê mayînde bibe. Êdî wê ev faşîzm, mayînde bibe. Wê zilmeke gelekî giran li civaka Tirkiyeyê bike. MHP van polîtîkayên qirkirinê bi awayekî kûrkirî didomîne. Ji ber van tiştan divê ev desthilatdariya faşîst, ev rejîma faşîst di van hilbijartinan de bi ser nekeve. Jixwe ji bo serketinê her tiştî dike. Tenê tiştek di destê wan de maye. Bi salan e vî tiştî dike. Şer e. Şerekî qirkirinê ye. Li her derê dike. Hêviya xwe bi şer girêdaye. Tu rezerveke wan nemaye. Ji xeynî kuştin, şîddet û rijandina xwînê tiştekî din di destê wan de nemaye. Li çapemeniya AKP’ê binêrin; ji bilî şer, çekên şer tu rojeva wan nîne. Hemû rojeva wan li dijî Kurdan e. Dema ku êrîşî muxalefetê dike, li ser esasê dijminatiya Kurdan êrîş dike. Dema êrîşî muxalefeta di nava sîstemê de dike, dema êrîşî Tifaqa Millet dike, bi dijminatiya Kurdan êrîş dike. Tevahiya argumanên wan li ser vî şerî dimeşe, siyaseta xwe li ser vî tiştî dimeşîne. Ji xeynî wê hemû rojeva wan cîhat e. Rojeva wan hilberandina çekên nû yên şer in. Dijminatî ye yanî. Hemû rojeva wan ev e. Niha jî wek mînak sedemên doza girtina HDP’ê eşkere kirin. Her wiha sedema cezayê ku dane Selahattîn Demîrtaş jî eşkere kirin. Sedemek bingehîn ev e; li vir heyeta HDP’ê ya Selahattin Demirtaş hat Qendîlê û hevdîtinan pêk bîne. Di wê pêvajoya diyalogê de, di pêvajoya salên 2013-2015’an de, hatin û çûyîna Qendîlê ya di wê pêvajoya diyalogê de jî weke hinceteke bi vî rengî ya bingehîn derdikeve pêş. Hevalan jî nirxandin kirin; çûn û hatina heyeta HDP’ê ya Qendîlê bi destûra Erdogan, rêveberiya AKP’ê û bi destûra hikûmeta AKP’ê bû.

HERÎ ZÊDE AKP’Ê TÊKILÎ BI PKK’Ê RE DANÎ

Di dema çûn û hatinê de hikumetê bi xwe ewlekariya rê ya heyeta HDP’ê distend. Di wê pêvajoya diyalogê de me gelek name ji Rêbertî re şandin. Dema heyeta HDP’ê ew name dibir, dewletê ew name yekser nedidan Rêbertî. Carinan çend roj şûnde, carinan çend hefte şûnde name didan Rêbertî. Di wê demê de çi bi nameyan dikirin? Name pêşkêşî Erdogan dikirin. Nameyên ku me ji Rêbertî re nivîsandibûn ji didan Erdogan. Erdogan name dixwend. Piştre name dida Hakan Fîdan. Herî dawîn name didan Rêbertî. Di wê pêvajoyê de rojnameya Sabah a girêdayî AKP’ê hat û di heman demê de hevpeyvînek çêkir. Hevalê Abbas jî diyar kir. Herî zêde Erdogan û hikumeta AKP’ê têkilî bi PKK’ê re danîne. Erê, ev rastiyek e. Niha pir eşkere ye ku çima ew hemû hevdîtin hatin kirin.Wê xwe li ser dewletê serwer bikirina. Ew ê vê pergal û rejîma xwe ya faşîst jî mayînde bikira. Hemû armanc ev bû. Ji ber wê Rêbertî got, pirsgirêka Kurdan dikin amûr. Bi rastî jî doza Kurdan dikin amûr. AKP taktîkî nêzik bû. Lê bi her awayî, di her astê de di wê pêvajoyê de têkilî bi her kesî re danîn. Niha Erdogan devê xwe vedike, çêran û heqaretê li Kurdan dike, dijminatiya Kurdan dike. Ji ser Tifaqa Millet vî tiştî dike. Rewşa wê jî pir zelal e. Di vê pêvajoyê de ji ber ku Kurdan ev rastî dît, Rêber Apo hemû maskeyên wan xist. Têkoşîna me hemû maskeyên Erdogan xist. Êdî bi rastî jî di destê di vê desthilatdariya faşîst de tu rezerv nemaye. Her tişt li ber çavan e. Rastiya wan a qirker û faşîst derket holê. Niha ji xeynî şer, di destê wan de tu alav nemaye. Hemû polîtîkayên xwe yên hilbijartinê ji ser dijminatiya Kurdan dike.

Ji ber vê tenê tiştekî ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê dixwaze, ew jî şer e, qetlîam e, hêsir e, êş û mirin e. Qewlê tiştekî din nade, tenê van tiştan dixwaze.

DIVÊ REJÎMA AKP-MHP’Ê WERE HILWEŞANDIN

Li lîsteya AKP-MHP’ê binêrin; jixwe gelek tetîkkêş û kujer tê de hene. Lîsteyek tije tetîkkêş in. Lîsteyek tijî dijminên Kurdan in. Tişta ku desthilatdarî soz da Tirkiyeyê ev e. Lewma ji vî alî ve divê teqez di 14’ê Gulanê de ev desthilatdarî were hilweşandin. Ev desthilatdarî ji bilî mirin, tarîbûn, şer, komkujî û wêrankirinê pê ve tiştekî nade gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê. Tune dike. Paşeroja Tirkiyeyê xera dike. Divê ev desthilatdarî bê hilweşandin.

Tifaqa Millet ne xwediyê proje, plan û siyaseteke demokratîk e. Jixwe wan jî beyannameyê xwe ya hilbijartinê eşkere kirin. Daxuyanî hene. Her kes diaxive, nîqaş dike, gelek ravekirin têne kirin. Yanî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk ti plan, proje û polîtîkayeke xurt û cidî nîne. Pir eşkere ye; siberoja Tirkiyeyê di Tifaqa Ked û Azadiyê de ye. Hêza sereke ya ku wê Tirkiyeyê demokratîk bike, komara demokratîk ava bike û pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareseser bike, Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de serkeftina wê diyar dike. Teqez ev wisa ye. Ji ber vê yekê divê Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo avakirina komara demokratîk û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelekî girîng e. Divê Partiya Çepên Kesk hem ji aliyê hejmarî û hem jî ji aliyê kalîte ve pir bi hêz bikeve meclîsê. Ji ber vê yekê ji gelê me, hemû hawirdorparêz, ekolojîst, tevgera jin û tevgera ciwanan a civaka Tirkiyeyê ya ku alîgirê aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û têgihîştina xwezayê ne, ev e.

JI BO HILWEŞANDINA ERDOGANÊ FAŞÎST DIVÊ DENG WERE DAYIN

Her kesê ku bi rastî demokrasî û aşitiya Tirkiyê û sîstemek adil û dadperwer dixwaze, bila dengê xwe bide Tifaqa Ked û Azadiyê, Partiya Çepên Kesk û ji bo serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê bixebite. Ev pir girîng e. Siberoja Tirkiyeyê li vir e. Ew hêza bingehîn e. Ev hêza demokrasiyê ye. Hêza sereke ya ku wê Tirkiyeyê demokratîk bike ev e. Ne Tifaqa Milletê ye. Lê ji bo hilweşandina Erdoganê faşîst û dîktator Erdogan, divê hemû gelê me dengê xwe bide namzetê Partiya Çepên Kesk û Îtîfaqa Ked û Azadiyê. Divê ev dîktatorê faşîst têk biçe. Serkêşê vê rejîma faşîst ev dîktatorê faşîst e. Hem divê ev dîktatorê faşîst ji holê bê rakirin û hem jî divê ev rejîma faşîst bê hilweşandin. Serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk a 14’ê Gulanê gelekî girîng e. Lîsteya namzetên Partiya Çepên Kesk gelekî xurt e. Nûnertiya jinê jî pir xurt e. Nûnertiya ciwanan jî pir xurt e. Hema hema ji her nasnameyê nûnerî heye. Hemû rengên Tirkiyeyê, hemû cudahiyan di nava xwe de dihewîne û digihîne meclîsê. Ew îdiaya birina meclîsê derdixin pêş. Ev pir girîng e. Di vê wateyê de lîsteyek pir demokratîk e. Ev lîsteya ku rastiya rengîn û piralî ya Tirkiyeyê nîşan dide û di vê wateyê de divê gelê me li dora van namzetan bibe yek. Ji bo serketina van namzetan divê seferber bibin. Divê teqez her kes dengê xwe bi kar bîne. Divê her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji bo hilweşandina Erdoganê faşîst divê her kes dengê xwe bide. Divê hêzên demokrasî deng bidin namzetên xwe. Divê di hilbijartinên serokatiyê de û di hilbijartinên parlementoyê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji bo paşerojeke demokratîk, azad, wekhev, adil û aştiyane divê di van hilbijartinan de her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û ji bo demokrasiya Tirkiyeyê seferber bibe. Ev pir girîng e û ez bang li her kesî dikim ku li dora namzetan kom bibin.

Dibe ku di vê pêvajoya hilbijartinê de hin kes bikevin bendewariyên cuda. Dibe ku nêzîkbûnek li gorî wan bendewariyan jî pêş neketibe. Bi rastî, ev ne pêvajoyek e ku mirov bi van re mijûl bibe. Divê her kesên xwedî hêz û xwedî bandor beşdarî vê pêvajoyê bibin. Pêdivî ye ku ew hêza xwe, enerjiya xwe seferber bike. Ji bo demokrasî bi ser bikeve divê hêzên demokrasî û azadiyê ji bo serketinê seferber bibin. Divê kar bike. Ev pir girîng e.

BOYKOT QELSIYÊ DIAFIRÎNE

Her wiha em dibihîzin ku hin pêkhateyên siyasî, demokratîk, çep û sosyalîst hin nîqaşên wekî boykotkirina hilbijartinên Serokkomariyê dikin. Ev yek li gorî me ne rast e. Ev hilbijartin ne hilbijartineke wisa ye. Yanî her cure boykot, helwesta boykotê li hemberî hilbijartinên Serokkomariyê, her çiqasî bi îdeolojî, meyl û xeta çepa sosyalîst a demokratîk be jî, ev yek rasterast û ne rasterast xizmeta dîktatorê faşîst Erdogan dike. Ji rejîma qirker a faşîst re xizmetê dike. Û divê tu hêz nekeve helwestek wiha. Ji ber ku ev dibe sedema windakirina dengan. Windakirina dengan xizmeta rejîma faşîst dike. Ti feydeya boykotê ji bo hêzên demokratîk nîne. Divê hûn vê yekê bizanibin. Ji ber ku ev hilbijartin bi rastî girîng in. Di warê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de divê em xeletiyeke herî biçûk jî nekin. Divê sekneke lawaz a herî biçûk jî neyê nîşandan.

JI BO HAWIRDORPARÊZAN JÎ BÛ HÊVÎ

Partiya Çepên Kesk kelecanek cidî çêkir. Vekirina buroyên hilbijartinê hema weke mîtîngê derbas bûn. Pir bi coş û bi girseyî bû. Coş, kelecan û bendewarî heye. Di heman demê de ev eleqe û kelecana zêde ya li hemberî Partiya Çepên Kesk jî eleqeya demokrasiyê ye. Eleqeya li hember siberojeke azad e. Eleqeya li hember siberojeke demokratîk, azad û wekhev e. Eleqeya li hember jiyana adil û jiyana azad e. Bi vî rengî divê were nirxandin. Partiya Çepên Kesk vê îfade dike, temsîl dike. Vê yekê bi bernameya xwe, bi feraseta xwe, bi têgihiştina xwe ya ji siyasetê û bi têgihiştina xwe ya jiyanê tîne ziman. Nûnertiya paradîgmaya demokratîk, jin, azadîxwaz, ekolojîk û siyasetê dike. Ev jî pir girîng e.

Niha wêraniyeke ekolojîk a xeternak heye. Jixwe parçeyek ji vî şerê qirkirinê yê li Kurdistanê ye. Di encama polîtîkayên talanî û rantê de li Tirkiyeyê jîngeheke xerabûyî heye. Xweza hatî wêrankirin û di vê wateyê de Partiya Çepên Kesk di rêxistinên ekolojîk û rêxistinên hawirdorê de heyecaneke pir cidî çêkiriye. Di nava civakê de kelecanek cidî çêkir. Ger ev cih, erdnîgarî û cîhana ku em lê dijîn ji holê rabin, yanî têkoşîna demokrasî û azadiyê ti wateya xwe namîne. Ti qîmeta wê nîne. Jiyan namîne. Ji ber ku piştî qada we ya jiyanê hat xerakirin, hûn ê li ser çi bingehê jiyana azad, demokratîk ava bikin? Jiyan li ser cihekî tê avakirin. Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Pir girîng e. Ez pê bawer dikim. Tifaqa ked û Azadî, Partiya Çepên Kesk wê bibe serketiya vê hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de Hêzên Demokrasî û Azadiyê dê bi ser bikevin. Dîktatoriya faşîst, ev rejîma faşîst wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de têk biçe.

DIVÊ JIN DENGÊ XWE BIDIN ÇEPÊN KESK

Vê desthilatdariya faşîst tiştekî nehişt bi jinan nekir. Di esasê de desthilatdarî, pergala dewletê li dijî jinê ye. Sîstemeke li dijî jinê ye û li dijî civakê ye. Ev rastiyek e.

Lê di vê serdema desthilatdariya AKP’ê ya 20 sal, 21 sal û bi taybetî jî di vê serdema desthilatdariya faşîst a AKP, MHP’ê ya 8 salan de tundiya li ser jinê pêk hatiye bûye 3-4 katan zêde bûye, dibe ku bêtir. Qetilkirina jinan bi awayekî xeternak zêde bûye. Gihiştiye lûtkeyê. Bi gotineke din tundî derbasî nava malbatê, kolan, cihê kar, medya û siyasete bû; ango tundî hemû qadên jiyanê dorpêç kiriye. Zayendperestî kûr bûye, çanda zayendperestî gelekî kûr bûye. Vê desthilatdariyê feraseta çanda zayendperest, zayendperestî xwedî kir. Sedema bingehîn a ku tundiya li ser jinê ewqas zêde bûye ev e. Hema li her derê mêr kirine dijminê jinê. Desthilatdariyek dijminê jinê ye. Ne tenê ew, hemû saziyên jinan girtin. Êrîşê pergala nûnertiya wekhev a hevserokatiyê kir. Niha gelek hevserok di girtîgehê de ne. Peymana Stenbolê betal kir. Bi Huda Par û Partiya Refahê re dîsa qanûna li dijî tundiyê kir mijara bazirganiyê. Îhtîmalek mezin ew e ku tawîz daye wan. Li gorî zagona netewe-dewletê, hemû qanûnên di aliyê hiqûqî de ji bo jinan tên, rakirin û betalkirin. Di asta herî jor de dijminahiya jinan kir. Di vî warî de ev desthilatdarî, desthilatdariyeke dijî jinan e. Hemû destkeftiyên jinan ji holê rakirin. Ger ev desthilatdarî bimîne, wê polîtîkayên qirkirina jinan hîn kûrtir bibin. Bi rastî jî mayindekirina civakeke kole ya ku xwe dispêre jin a kole, sazûmankirina sîstemeke dîktatorî, qirker û faşîst a xwe dispêre civakeke kole, tê wateya tunekirina hebûna jinê. Di vî warî de divê jin di vê hilbijartinê de li dijî vê desthilatdariya faşîst helwesteke xurt nîşan bidin. Jina ku piçek be jî hesasiyeta jinê pê re hebe, azadiya jinê dixwaze, ji bo azadiya jinê têdikoşe, ji bo azadiya xwe têdikoşe, divê yek deng jî nede vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê.

JIN DI SIYASETÊ DE KIRDEYA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE

Bi gelemperî divê wisa be. Desthilatdariyek ku qirkirina jinê pêk tînê ye. Ev mijar girîng e. Partiya Çepên Kesk partiyeke jinan e. Bi bernameya xwe, bi têgihiştina xwe ya ji siyasetê re lîsteya namzetan jî wisa ye. Nûnertiya wê ya wekhev û temsîliyeteke nêzîk a jinan heye. Ji 34 cihan teqez jin tên hilbijartin. Wê bikeve parlamentoyê. Li Tirkiyeyê partiya yekemîn e. Partiyeke azadiya jinê ye. Bi temsîliyeta jinê, bi feraseta xwe ya azadîxwaz di rêza yekemîn de cih digire. Di vê wateyê de Partiya Çepên Kesk partiyeke jinan e. Divê hemû jin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo serkeftina Partiya Çepên Kesk pêwîst e seferber bibe. Ger Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve, ev tê wê wateyê ku jin bi ser ketine. Serketina jinê tê wateya demokratîkbûna siyasetê. Tê wateya ku li Tirkiyeyê hêdî hêdî siyaseta demokratîk û rêveberiya demokratîk serdest dibe, lewma jî tê wateya demokratîkbûna siyaseta Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê. Di siyasetê de kirdeya sereke ya demokratîkbûyînê jin e. Di demokratîkbûn û azadkirina civakê de kirdeya sereke ye. Di vî warî de serkeftina jinan di vê hilbijartinê de wê bibe serkeftina Partiya Çepên Kesk, serkeftina Partiya Çepên Kesk jî wê bibe serkeftina jinan, wê bibe serkeftina siyaseta demokratîk, civaka demokratîk, rêveberiya demokratîk a Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Di vê wateyê de divê xebat bê kirin.

Rewşek bi vî rengî ji bo ciwanan jî heye. Partiya Çepên Kesk bi rastî partiyeke ciwanan e. Nûnertiya wê ya xurt a ciwanan heye. Hem polîtîka û hem jî têgihiştina wê ji bo ciwanan soza paşerojeke azad û demokratîk dide. Ew têkoşîna pêkanînê dide. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê siberojeke tarî diyarî ciwanan dike. Tifaqa Millet siberojeke cidî nade ciwanan. Di vî warî de vê desthilatdariyê siberoja ciwanan ji niha ve qedandiye. Ji bo ku Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve divê hemû ciwan seferber bibin. Serketina vê partiyê ji bo siberojek azad û ji bo ciwanan wê pir girîng be. Di vî warî de ez bang li ciwanan dikim ku bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibin, dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û di ewlekariya sindoqan de rolek pir xurt bilîzin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QIRKIRINA ELEWIYAN

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê zilmeke mezin li Elewiyan kir. Ev desthilatdarî jixwe li ser kevneşopiya Muawiye de ye. Erdogan Muawiya îro ye. AKP’ê di heman demê de tevgera Muawiye ya îro ye. Niha tiştê ku bi gelên Tirkiyeyê dide jiyîn Kerbela ye. Ev rastiyek e. Du qatan vê Kerbelayê bi Elewiyan dide jiyîn. Bi salan e zilmê li Elewiyan dike. Elewî rastî qirkirineke mezin a baweriyê tên. Li her derê asîmîlasyonek pir cidî heye. Li hemberî Elewiyan asîmîlasyon û qirkirineke baweriyê heye. Ev qirkirineke li dijî Elewiyan e. Jixwe li gelek cihan komkujî hene. Ji xwe di dîrokê de Komkujiya Mereşê, Komkujiya Çorumê, Komkujiya Sêwasê, Komkujiya Dêrsimê navdar e. Bi qasî ku komkujiyeke li ser Kurdan e, ewqas jî qirkirinek e. Hemû ocaxên Elewiyan li Dêrsimê ne. Dêrsim mal û navenda Elewiyên Kurd e. Vê dewleta Tirk a faşîst li vir qirkirineke mezin pêk anî. Di vê serdema desthilatdariyê de ev qirkirina li dijî Elewiyan bi hezar û yek rêbazan hate meşandin. Ya yekem ji van asîmîlasyon e. Rêbaza herî hovane ya qirkirinê îro asîmîlasyon e. Li dijî Kurdan qirkirina çandî pêk tîne. Li dijî Elewiyan û civaka Elewiyan qirkirina bawerî pêk tîne û asîmîlasyonê dike. Yanî bawerî ji holê radike. Niha jî di nava desteya vê Wezareta Çand û Tûrîzmê de avahiyek çêkiriye. Li vir jî hemû armanc jiholêrakirina vê baweriyê ye. Ji bo vê yekê ew kirin.

Li aliyê din Elewî tên derxistin û demografiya wan tê guhertin. Tişta ku me di erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Kurdistan, Elbîstan, Pazarcix pêk hat de dît; li wê herêmê guhertineke pir cidî ya demografîk heye. Komkujiyê dike, koçberî zêde dibe. Çeteyan digire û saz dike. Avaniya demografîk diguherîne, dikuje. Erdhej çêbû, 2-3 rojên ewil neçû wan deveran. Elewî terkî mirinê kirin. Ji qirkirinê re hatin hiştin. Dewletê ev yek bi zanebûn kir. Dibêjin ku derfeta dewletê nebû ku xwe bigihîne, nekarî biçe û hwd, ev hemû çîrok in. 2-3 rojan qet mudaxele nekir û kesên dildar ên xwestin mudaxele bike jî asteng kir. Polîtîkayek bi zanabûn bû, gel terkî mirinê kir.

Siyaseta qirkirinê tê meşandin. Elewî wê di vê hilbijartinê de tola xwe hilînin, wê di hilbijartinê de hesab bipirsin. Ji ber vê yekê Partiya Çepên Kesk partiya Elewiyan e. Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê partiyên ku herî zêde mafên Elewiyan diparêzin in. Di nava Partiya Çepên Kesk de jî nûnertiyeke gelekî xurt heye. Nûnertiya Elewiyan, nûnertiya saziyan; ango bi nasnameya Elewî temsîliyeke xurt heye. Dê bi xurtî pirsgirêka Elewiyan bibin Meclîsê.

Li Tirkiyeyê li gel pirsgirêka Kurd, pirgirêka herî mezin a dîrokî pirsgirêka Elewî ye. Hema bibêje qasî pirsgirêka Kurd, belkî jî pirsgirêkek hîn kevintir. Di pêvajoya Osmanî de jî bi deh hezaran Elewî hatin qetilkirin. Di dema komarê de jî ev yek dewam kir. Elewî jî mîna Kurdan hatin înkarkirin. Polîtîkaya înkar û îmhayê û polîtîkaya qirkirinê hetanî roja îro li hemberî Elewiyan hat kirin. Hîna kesê Elewî, ditirse ku bibêje ez Elewî me. Mirov siyasetê dikin. Li ser Elewîtiyê şerê taybet tê meşandin. Lewma Elewî divê di vê hilbijartinê de hesabê vê yekê bi rengekî pir xurt bipirsin. Cih û şêwazî vê hesabpirsînê, wê çawa be? Helbet ku divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku nûneriya Elewiyan dike. Ez bangek wiha li Elewiyan dikim. Hemû Elewî ji bo serkeftina Partiya Çepên Kesk, ji bo serkeftinê divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Teqez biçin ser sindoqan.

BANG LI XELKÊ DÊRSIMÊ HATE KIRIN

Qirkirina Dêrsimê hîna dewam dike. Di pêvajoya vê rejîma faşîst de, qirkirina û bişaftina çandî ya li Dêrsimê zêdetir bû û dewam kir. Piştî komkujiya Dêrsimê, ji Terteleya Dêrsimê, piştî qirkirinê bi rengekî qirkirina spî dewam kir. Qirkirin û bişaftina çanda Kurd hat zêdekirin û meşandin. Niha di vê pêvajoa rejîma faşîst de hat zêdekirin. Qirkirina çandî ya li Dêrsimê û li gel vê yekê qirkirina baweriyê jî, qirkirina baweriyê ya li hemberî baweriya Elewiyan jî û bi navendîkirina Dêrsimê tê zêdekirin û meşandin. Bişaftinek tirsnak e. Ji aliyê baweriyê ve jî li hemberî Kurdên Dêrsimê, Kurdên Elewî tê kirin. Di pêvajoya vê desthilatdariyê de ev yek gelek hat zêdekirin. Di heman demê de li hemberî erdnîgariya wê êrîşek bi xeter heye. Erdnîgariya Dêrsimê navenda sereke ya Kurdên Elewî ye. Dêrsimê dergûşiyê ji 12 ocaxên Elewiyan re dike. Navenda wê ye. Cihê ku hemû Elewî û Kurdên Elewiyan berê rûyê xwe dayiyê ye. Erdnîgariya pîroz e. Niha vê rejîma faşîst ev erdnîgarî talan kir, hilweşînek mezin li ser pêk anî. Li her derê kan û maden hatine vekirin. Santralên Hîdroelektrîk hatine çêkirin. Li ser ava Mûnzûrê gelek bendav tên çêkirin. Xweza hemû û zindiyên derdora wê hatine tunekirin. Niha li wan çiyayên pîroz hemûyan, ocaxên madenan hatine vekirin. Li derdora wê û cihên serdanê, gelek projeyên rantê hatine pêşxistin. Yanî hilweşînek mezin bi serê vê erdnîgariyê tê, ev xaka pîroz. Ev li dijî pîrozahiya Dêrsimê, êrîşek mezin e. Li dijî hebûna wê êrîşek mezin e. Li dijî dîrok, hafizaya wê êrîşek mezin e. Yanî bi hemû ve hewl tê dayîn ku Dêrsim were tunekirin. Hewl tê dayîn ji holê were rakirin. Êrîşek piralî ya tunekirinê heye. Êrîşeke hilweşandinê heye. Êrîşa qirkirinê heye. Helbet bi êş e.

Li dijî vê yekê ez bang li hemû Dêrsimiyan dikin ku xwedî li Dêrsimê derkevin. Xwedî li xweza, bawerî, çand û dîroka Dêrsimê derkevin. Rêya xwedîderketina li Dêrsimê jî teqez di hilweşandina vê desthilatdariya qirker û faşîst de derbas dibe. Ev desthilatdarî, van polîtîka, êrîş û polîktayên hilweşînê pêş dixe.

Ji wî alî ve ez bang li xelkê Dêrsimê dikim ku bi taybetî di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetên Partiya Çepên Kesk. Divê teqez her kes biçe ser sindoqan. Divê li Dêrsimê dengê xwe bidin namzeta Partiya Çepên Kesk. Ev desthilatdariya faşîst ku dijminê Dêrsimê, dijminê Kurdan, dijminê Elewiyan, dijminê jinan û dijminê ciwanan e, divê di vê hilbijartinê têk biçe û hilweşe. Di vî alî de jî rolek gelek mezin dikeve ser milê Dêrsimiyan. Eger bixwazin Dêrsimê rizgar bikin, ji nû ve ava bikin divê wê demê hesabek mezin ji nûnerên vê zihniyet, têgihiştin û van polîtîkayan bipirsin. Ez vê yekê girîng dibînim.

Helbet bi hilweşandina vê desthilatdariyê re her tişt nayê çareserkirin. Ev zihniyetek gelekî kûr e. Kokê dewleta Tirk a faşîst li ser sîstema înkar û îmhayê ye. Lê eger hêzên aliyê demokrasiyê bi ser bikevin, li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê wê çeperek xurt ê têkoşînê ava bike. Di vê mijarê de geşedanên gelek girîng wê derbikevin holê. Li Tirkiyeyê wê dînamîkê nû derbikevin holê. Zemînê demokrasiyê wê pêş bikeve û xurt bibe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê zemînê komara demokratîk, rêveberiyek demokratîk û sîstemek demokratîk derbikeve holê. Lewma divê her kes di van hilbijartinan de rolê bikeve ser milê wî/ê bilîze. Li gorî vê yekê nêz bibe.

Nivîsa Pêş