Kobanê – Meşa ciwanan bi dirûşma “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” tê organîzekirin. Meşê ji gundê Heclincê dest pê kir û dê li gundê Elpelûr ê li rojavayê bajarê Kobanê bi dawî bibe. Bi sedan ciwan beşdarî meşê bûne û wêneyên Rêber Apo rakirine.
Beriya ku meş dest pê bike, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hesen Mistefa axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ew bêdengî wek berdewamkirina Komploya Navneteweyî hesiband.
Mistefa bang li ciwanan kir ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker xurt bikin. Hesen Mistefa bi navê ciwanên herêmê soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ew ê nesekinin.
Piştre ciwan ber bi gundê Elpelûrê ve ku mala Rêber Apo lê dima li wir e, meşiyan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.