NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.
Di 14’ê Gulanê de wê hilbijartinên serokkomarî û parlamentê bêne kirin. Di hilbijartinê de bi serkêşiya şefê faşîst Erdogan tifaqa çete û faşîst a ji AKP-MHP û Huda-Part (Hîzbûl-kontra), her wiha Tifaqa Milet ku di nav de komên faşîst jî hene û Tifaqa Ked û Azadiyê li ber xwe didin. Têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê hûn dixwazin çi bibêjin?
Têkildarî vê hilbijartinê bêguman gelek tişt dikarin bêne gotin, têne gotin. Bêguman ne cara destpêkê ye ku hilbijartin tê kirin. Lê belê ji bo her kesî ev hilbijartin girîng e. Ji bo desthilatdariyê û alîgirên wê, ji bo muxalefetê, ji bo hêzên demokratîk şoreşger gelekî girîng e. Bêguman ji bo me şoreşger, hêzên sosyalîst dawiya dawî nîne. Lê belê li dijî rejîma faşîst a ku desthilatdariya AKP’ê bîst yek salên dawî ava kir, ji aliyê nîşandana bersiva dijber a xurt a civakê girîng e. Eger gel, jin hemû li hemberî vê rejîma faşîst bi dengekî hevpar li ber rabe, bi navê têkoşînê û hêzên têkoşer wê bibe asteke girîng. Demokrasî, edalet û azadî ku gel û jin daxwaza wan dike, dikare pêk were.
‘DIVÊ NÊZÎKATIYEKE JI RÊZÊ NEYÊ NÎŞANDAN, DESTHILATDARÎ BÊ TÊKBIRIN’
Ev hilbijartin di demeke dîrokî ya Tirkiyeyê de pêk tê, lewma nabe ku nêzîkatiyeke ji rêzê bê nîşandan. Sîstemek, jiyaneke bi vî rengî ya bêexlaq ne mafê gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd û jinan e. Divê bi lezgînî ev desthilatdarî bê têkbirin, sûcên vê desthilatdariyê bêne darizandin. Dema ku mirov polîtîkayên vê desthilatdariyê yên mêtingerî û êrîşkariyê yên li ser herêmê binirxîne, hingî ev yek ji bo gelên herêmê, ji bo jinan hemûyan girîng e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku neteweperestî, olperestî û zayendîperestî gihandiye asta herî bilind, êdî nikare civakê û jinan bi rê ve bibe. Jiyan, exlaq, edalet, hezkirin, xweşbînî, xweza, têkiliyên jin-mêr, her tiştên têkildarî jiyanê û civakê tarûmar kiriye, jiyan bi jehr kiriye. Dem hatiye ku êdî dawî li vê yekê bê anîn, bikevin ser rêya jiyaneke rast, bedew, baş û bi wate û jiyaneke ku mafê vê xakê ye bê avakirin.
Tercîha ku di vê hilbijartinê de bê kirin, ji hilbijartina namzetê tifaqekê wê hilbijartina jiyaneke bi rûmet an jî jiyaneke bêrûmet be. Dixwazin ku gelên Tirkiyeyî û Kurdistanî di navbera lîberalîzm û mejiyê desthilatdariya paşverû ya Rojhilata Navîn, jin di navbera porno û turbanê de, bawermend di navbera laîktî û desthilatdarîperestiya Sûnîtiyê, Kurd di navbera hêzên qirker ên spî û kesk de bêne asêkirin. Polîtîkayên sed sal in têne meşandin di navbera van herdu xetên dejenere yên neçareserî hatin meşandin. Bi taybertî di nava bîst û yek salên dawî de civak hatiye tevizandin û bi jehrê hatiye xistin. Herdu xet jî ne ew xet in ku li ser bê meşandin. Di dîroka komarê de ev herdu xet hatine ceribandin, bêkêr bûne û bêçareseriya xwe her carê ispat bûye.
‘XETA SÊYEMÎN JI BO JINÛVE DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE DÎROKÎ YE’
Di sala 2023’an de ku komar dikeve sala 100’emîn di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li şûna rêya hatiye ceribandin û çareseriyê bi xwe re nîne, girîng e ku rêya sêyemîn a çareseriyê bê hilbijartin ku ev yek ji bo jinûve diyarkirina çarenûsa xwe di asta dîrokî de girîng e. Sala 100’emîn ji bo gelan û jinan, ji bo bindestan û hemû hêzan bibe sala komareke demokratîk, bi perspektîfa Tirkiyeyeke demokratîk sedsala duyemîn destpê bike. Ya esasî mirov e, civak e, jin e, xweza ye. Xeta sêyemîn van nirxên esasî mirov, civak, jin û xwezayê dike bingeh ji xwe re, jiyanê jinûve ava dike. Bi îrade û destê xwe bi rengekî mirovî nîqaş dike, nakokiyan bi rengekî mirovî çareser dike, hêvî û hezkirinê diafirîne û çareseriyê pêk tîne. Hêza tifaqê ya sereke ya vê hilbijartinê Tifaqa Ked û Azadiyê ye, Partiya Çekên Kesk e. Xeta sêyemîn û alternatîf xeta jiyana nû, mirovên azad e, felsefeya wê ye.
Dîrok heta ku tercîh bi nûkirinê neyê kirin wê xwe dubare bike. Dema ku tercîh li aliyê nûbûn û mirovbûnê, azadiya jin û xwezayê hate kirin, hingî jiyan, çarenûsa jin, ciwan û bindestan wê bê guhertin. Azadî rastiyeke welê ye ku bi tercîha mirovan a li ser başiyê, bedewiyê bi wate dibe. Lewma li şûna hêzên desthilatdar û tifaqên ku bi ceribandinê bêçaremane, dejenere bûne, divê îradeya azad a jinan û gelan, xeta sêyemîn a ji nirxên wekhev û azadiyê bê hilbijartin.
Çarenûsa sedsala duyemîn a Tirkiyeyê wê ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve bê diyarkirin ku temsîla xeta sêyemîn dike. Ji ber vê yekê hilbijartineke ji rêzê nîne, ew hilbijartin e ku wê sedsalekê, wê jiyan û paşeroja bi milyonan mirovî diyar bike. Gelekî girîng e ku her kes bi rengekî dîrokî nêzîk bibe, berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
‘DIJMINÊN JINÊ Û KURDAN BÛN YEK’
Bi serkêşiya Erdogan tifaqa çete ya ji AKP-MHP-BBP-YRP û Huda-Parê ava bûye. Taybetmendiya bingehîn û diyarker a vê tifaqa çete ya faşîst dijminatiya li jinê ye. Li dijî vê tifaqê divê jin têkoşîneke çawa bimeşîne?
Tifaqa Cûmhûr tifaqeke dijminê jinê, gelan, civakê ye. Xwîna van bi ser hev ve diçe, ev tifaqa faşîst a dijminê jinê û civakê dema ku tengav dibe yekser bi partiyên xizmên xwe re dibin yek. Dijminatiya li Kurdan, nexweşiya nijadperestî-neteweperestiyê, dijminatiya li jinan, dijminatiya li kedê taybetmendiyên wan ên sereke ye. Ew li hev kom dibin. Her çend hewl didin ‘xwîna teze’ bidin partiyên marjînal ên mîlada wan qediya ye, maskeya li ber rûyê vê desthilatdariya nexweş ketiye, mîna cenazeyekî lê bûye. Rewşa tenduristiyê ya Erdogan çi be rewşa tenduristiyê ya tifaqa AKP-MHP’ê jî bi wî rengî ye.
Rejîma yek şexsî êdî rejîmeke mirovekî nexweş e. Sîstem û rejîmên tekperest nexweşiyan diafirînin, kujer in. Hem yên afirandiye hem jî civaka ku siyaset li ser tê meşandin nexweş dixîne, bi jehrê dixîne. Sedema heyî gelekî dişibe salên dawî yên Osmanî. Dem ew dem e ku cenazeyê vê rejîma yek şexsî ji holê rake. Bêguman hesabê kiryarên wan ên 21 salên dawî wê ji dinya din re neyê hiştin, bi gotina Erdogan ‘ê li hev neyê helalkirin’ û li vê dinyayê yek bi yek bê pirsîn. Hesabê polîtîkayên şerê qirker, hesabê kiryarên dijminatiya li gelê Kurd, hêzên şoreşger, demokrat, jin, zarok, karker, kedkar, xweza, dar, av, xak wê yek bi yek bê pirsîn.
Bi taybetî jin wê yek bi yek hesab bipirsin. 21 salan felaketek nema ku bi serê jin, zarokên Tirkiyeyî û Kurdistanî neanîn. Bi rengekî bê dawî destavêtin, destdirêjî, komkujiya jinan, êşkence, tundî, fûhûş, kedxwarî, tundiya mêr, bêedaletî, girtin, hewcedarîkirina li mêr, polîtîkayên lîberal, bêçarehiştina jinê, zexta xwekuştinê ya li jinê, koçberiya bi darê zorê, bêdengkirin, bêparhiştina ji mafê xwe yê herî xwezayî û gelek êrîşên din ên tirsnak li jinan hate kirin. Ev rejîm li hemberî jinan ji sedî sed sûcdar e û gelek guneh kirine.
Em bala xwe bidin ser kiryarên bîst û yek salan ên li dijî jinan.
Komkujî û tundiya li dijî jinê di dema desthilatdariya AKP’ê de zêde bûn, dewam kirin. Bi destê meclîs, hikumet, dadgerî, polîs, artêş, MÎT, artêşa cîhgir a sivîl, tarîqatên desthilatdarîperest gelek sûc li dijî jinan hatin kirin. Piraniya van sûcan bêceza hatin hiştin. Biryarên hatin wergirtin jî bi kêrî mêr û dewletê hatin.
Gotinên zayendîperest, sixêf û heqaret gihîştin asta herî bilind, Erdogan bi xwe di nav de saziyên dewletê hemûyan, saziyên baviksalar êrîşî bedena jinê kirin, hewl dan bikin meta ku her tişt li dij bê gotin û bê kirin.
Li gel polîtîkayên şer ên AKP’ê, bi neteweperestiyê serweriya zayendîperestî-mêr bi hev re hate meşandin, her qada jiyanê kir dijber, jiyan bi xwe kir qada şerê têkiliya jin û mêr. Di nava civakê de mêr ê serwer jin weke dijmin dît û tundî lê kir. Bi rêbaza DAÎŞ’ê êşkence kir, zext li beden û ruhê jinê kir û ew qetil kir, çandeke bi vî rengî afirand.
Malbat, zewac, dayiktî, pir zarok da pêş, îradeya azad a jinê dîl girt. Ev gotinên ku weke gotinên pîroz hatin pêşkêşkirin, bi xwe re pirsgirêkên tundiya nava malê, destavêtin û mêtingerî anî. Di çarçoveya berjewendiyên malbatê, dewletê yanî AKP’ê de hatin rewakirin, jin bi zorê li qedexera xwe hate ‘razî’kirin.
Ji bo îradeya jinê ya li Kurdistanê bê têkbirin êrîş li dijî rêxistiniya jinê hate kirin, siyasetmedarên Kurd ên jin û jinên têkoşer girt, êşkence li wan kir. Piştî ku qeyûm danî ser şaredariyan, karê destpêkê ku kirin girtina saziyên jinan bû, guhertina navê saziyên jinan bû. Ji bo îradeya berxwedêr a dayikên Kurd bişikînin, her tişt kirin. Li gel vê yekê artêşa xwe ya tecawizkar, çawişên pispor, polîs, ajan, cerdevanên xwe ji bo bêîradekirina keçên Kurd kirin ku destavêtinê bikin, bikujin, weke mînaka Gulistan Dokû cenazeyên wan jî ji holê rakirin, kiryar hemû jî hatin berdan. Li Êlih, Wan, Şirnexê bi dehan kesî dest avêtin zarokên keç, kiryar hatin berdan û hatin parastin. Li gel vê yekê li dijî pêşengên jin ên Kurd li Başûr, Parîsê, Rojava êrîş kir, qetil kir. Li zindanan li dijî jinên berxwedêr zilmeke giran, êşkenceyeke giran kir.
Qanûn di destê xwe de kirin mîna pêlîstokê, li cihekî mîna ku sererastkirinê dikin nêzîkatî nîşan dan hemû pûç kirin. Gelek caran mafên hiqûqî yên ku bi têkoşîna hevpar a jinan hatin bidestxistin, bi rengekî kêfî desteser kir. Kujerên jinan, tecawizkar bi rengekî eşkere parast. Di bûyera destavêtinê de gotina ‘bi dilê zarok bû’ ya dûrî aqil afirand û bêexlaqî gihand asta herî bilind. Di wekheviya jin-mêr de, gotina zilamê nexweş ‘Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim, nabe’ kir mîna çarenûsekê. Piştî sala 2011’an ji Wezareta Dewletê ya ji Jin û Malbatê Berpirsyar navê jinê derxist û destpêkê kir Wezareta Polîtîkayên Civakê û Malbatê, piştre jî kir Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî û Kar. Bi vî rengî bi şênberî nîşan da ku ji bilî malbatê ew nasnameyeke jinê nas nake. Ji vir jî destpê kir û cihêbûn û hejmara kêm a zarokan nebaş nîşan da, malbat, dayiktî û anîna gelek zarokan weke rewşeke pîroz nîşan da. Wezareta Karên Diyanetê jî weke ‘pisporê’ jinê û malbatê tevlî pirsgirêkên wan bû, bi gotinên tirsnak û fetwayan dijminatiya li jin û zarokan rewa kir. Ji bo ‘islah’kirina jinên ku li gorî wan ji rê derketiye, ji Wezareta Perwedeyê ya Milî heta bi Wezareta Tenduristiyê û Wezaretên Edalet û Karên Hundir hemûyan polîtîkayên tunehesibandina jinê meşandin.
Bi taybetî piştî ‘darbeya 15’ê Tîrmehê’ ku bi gotina Erdogan ‘Xêra Xwedê ji bo hikumeta AKP’ê bû’, pêvajoyek li dijî jinê destpê kir. Ragihandina Rewşa Awarte û biryarnameyên di hukmê qanûnan de ji bo birêkûpêkkirina dijminatiya li jinê bi roleke hêsankirinê rabû. Mêr ê serwer ê hatî sorkirin û paranoyakkirin, gihand wê astê ku li welêt destavêtinê, tundiyê, êşkenceya li naverastê asayî bike. Bi qanûnên înfazê re tecawizkar û kujerên jinan hatin berdan, kolan bûn qada tundiyê ya li dijî jinê.
Herî dawî di sala 2021’ê de Peymana Stenbolê hate betalkirin û bi vî rengî destketiyên jinan hatin desteserkirin.
Dema ku erdhej çêbû Tayyîp Erdogan got ‘ev di nava plana çarenûsê de ne’. Kiryarên AKP-MHP’ê yên bîst û yek salên dawî li dijî jinan mîna erdhejeke gelekî giran e. Ya ku ev rejîma faşîst li jinan ferz dike, planeke bi vî rengî ya qederê ye. Yê ku vê plana qederê dinivîsîne, bi cih tîne, serkêşê mêr ê serwer rejîma AKP-MHP’ê ye. Ya ku me hewl da bîst û yek salên dawî bi kurteberî vebêje, plana qederê ya AKP-MHP’ê ye ku li dijî jinan ferz dike. Bi polîtîkayên şer û tundiyê û polîtîkayên dewletê, rejîma yek şexsî re hewl hate dayin ku nasnameya jinê bê tunekirin û ji qedereke nebaş re bê razîkirin. Her ku AKP rejîma yek şexsî da rûniştandin, dewletperestî û malbatperestî ferz kir, bi pergala yek şexsî, polîtîkayên şer, dewletperestî, malbatperestî û zayendîperestiyê ev pêvajo meşand.
Ya ku jê re Tifaqa Cûmhûr tê gotin, hevkariya dijminatiya jinê ye. Çîmentoyê ku van digihîne hev jî dijminatiya li jinan, Kurdan û kedê ye. Dilxwaziya pere û neteweperestiyê ya mêr ê hegemon, bi eşqeke mezin ew gihandiye hev. Lê belê vê carê ev hevkariya sûc wê bi ser nekeve.
‘TÊKOŞÎNA JINÊ DIVÊ HÎN BI XURTÎ BÊ MEŞANDIN’
Li dijî vî mejiyê serwer ê mêr di hilbijartinê de divê jin sekneke çawa nîşan bide? Tê gotin ku 14’ê Gulanê ji her alî ve ji bo paşerojê wê bi roleke diyarker rabe. Ji bo jinên ku pêşengên paşerojê ne 14’ê Gulanê xwedî wateyeke çawa ye?
Jinan bi salan li dijî vê rejîmê têkoşîn meşandin, li gel her cûre zext û zordariyê jî têkoşîn bi pêş ve birin. Bêguma pêwîstî pê heye ku têkoşîna jinê hîn bi xurtî û bi bandor bê meşandin. Lê belê li hemberî êrîşên zayendîperest û faşîst, jinên ku qet bêdeng nebûn sekneek wêrek afirandin. Lê belê hêza li hemberî me xwe bi rengê mêr ê hegemon bi rêxistin û bi sîstem kiriye, bi vî rengî êrîş dike. Li hemberî vê yekê lidarxistina çalakiyên protestoyî bi tena serê xwe têrê nake, divê tevgerên jinan, rêxistin, rêxistinên civakî yên sivîl jî hêzeke rêxistinî ya bi rêk û pêk û hevpar biafirînin û têkoşîneke serketî bimeşînin. Kêmasî herî zêde di vir de heye.
‘RÊXISTINÎ Û XWEPARASTIN ÇARENÛSÊ DIGUHERÎNE’
Di vê pêvajoyê de ku sedsala duyemîn a komarê destpê dike, gelekî girîng e ku jin di nava helwesteke welê de bin ku çarenûsê diguherîne. Jin tenê bi rêxistinî û xweparastinê dikarin çarenûsa xwe biguherînin. Em bala xwe bidin ser, desthilatdariya AKP’ê bêrêxistinî û bêxweparastin li jinan ferz kir. Ji ber vê yekê ya komkujî li jinan hate kirin, yan bi tenê hatin hiştin, tirsandin û hewcedarî dewletê ya bi serweriya mêr hatin kirin. Jin ji bo hesabê van bipirsin, ji bo jiyaneke wekhev û azad biafirînin divê xwe bi rêxistin bikin û teqez xwe biparêzin. Stratejiya têkoşînê ya jinê divê xwe bispêre vê yekê, di heman demê de li binê sîwana vê stratejiyê divê em hêz û rêxistiniya xwe bikin yek. Peymanên ku mêr ê hegemon nivîsandiye divê em biqetînin, biavêjin û bi dest û îradeya xwe peymana xwe ya azadiyê jinûve binivîsînin.
Bi wesîleya hilbijartinê gelekî girîng e ku hêza hevpar a jinê bê afirandin, bi polîtîka û rêxistiniya xwe biryardariyeke xurt pêk bînin. Ji ber vê yekê jî girîng e partiya jinê Partiya Çepên Kesk bê hilbijartin, li Meclîsê têkoşîna jinê bê xurtkirin. Li meclîsê zêdekirina dengê jinê, hewldana ji bo pêşvebirina çand û feraseta temsîliyeta wekhev, li gel li kolan, kargeh, mal, bajar, gundan xurtkirina têkoşînê li meclîsê gelekî girîng e. Ji hêza polîtîk heta bi qadên aborî, civakî, perwerde, tenduristî, hiqûqî û xweparastinê, divê têkoşîna jinê bi berfirehî bê nrixandin. Bi nirxandineke bi vî rengî ya berfireh em dikarin têkoşîna jinê li dijî mêr ê hegemon bigihînin asteke hîn bi bandor.
Di mijara jinê de Tifaqa Cûmhûr jî Tifaqa Milet jî hêzeke xwe ya çareseriyê nîne. Di nava herdu tifaqan de jin bi îrade û nasnameya xwe cih nagirin. Ya di bin siya mêr ê serwer de ne, yan jî di bin navê xurtbûnê de hewl didin bişibin mêr, ji mêr jî xerabtir dibin. Siyasetmedarên jin bi vî rengî nabe. Jin divê li ser bingeha hêza xwe ya rêxistinî û nasnameya xwe bi rengekî azad, wekhev cihê xwe di nava siyasetê de bigirin. Ev kevneşopiya siyasetmedariya jinê di kevneşopiya siyasî ya Kurd a demokratîk de hatiye afirandin, di nava HDP’ê de asta temsîliyeta wekhev bi pêş ketiye û niha bi Partiya Çepên Kesk hîn bi xurtî dewam dike.
Niha dem ew dem e ku plana qederê ya ku AKP-MHP a nûnerê mêr ê hegemon li ser jinê ferz dike, bê têkbirin. Dem ew de me ku bi jinan re bibin yekîtî û hêz. Madem gelekî ji Osmanî hez dikin, dem ew dem e ku jin sîleyeke Osmanî li van alîgirên Osmaniya Nû bixin. Ji bo vê jî divê deng ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin, hêza xwe mezin bikin, siyasî bikin, têkoşîna ji bo azadî û edaletê hîn bêhtir bê berfirehkirin.
‘BÊRÊXISTINÎ WÊ FAŞÎZMÊ MEZIN BIKE , NIHA JÎ DIXWAZIN RÊXISTINBÛYÎNÊ JI HOLÊ RAKIN’
14 Gulanê wê bibe rojek ku jin, gel, bawerî, çand, civak, ciwan û zarok dengê xwe bidin ka wê li kîjan welatî bijîn. Di vê çarçoveyê de weke Tevgera Jinê peyama we ya têkildarî hilbijartinan çi ye, banga we çi ye?
Ya ku faşîzmê mezin dike bêrêxistinbûne û ji ber bêrêxistinbûnê tirs e. Ev faşîzm wê têk biçe, divê gumana kes jê vê yekê nebe. Civak, jin û ciwan çiqasî bi rêxistin û bi hişmendî tevbigerin, wê faşîzm ewqas biçûktir bibe û tune bibe. Ji bo vê jî di pêşengiya jin û ciwanan de rêxistinbûn û têkoşîn û pêşxistina rê û rêbazên vê pir girîng e. Ev pêvajoya hilbijartinê jî weke beşekî wê pêş dikeve. Bi taybetî jî helwesta jin û ciwanan di cihekî diyarker de ye. Divê jin, ciwan, gel û kedkar baweriya xwe bi hêza xwe bînin, dengê xwe bidin partiya ku vîna wan temsîl dike û bi zêdekirina hêza xwe rê li ber bidawîkirina desthilatdariya vê rejîma nexweş a yek zilamî veke.
‘DIVÊ CIWAN ENERJIYA XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK’
Divê di van hilbijartinan de li gorî hînbûna dengdanên berê nebin. Bi naskirin û têgihiştina xeta sêyem ku dê bêçaretî ji holê rake, pêdivî ye ku deng bidin vebijarka ku çarenûsa xwe diyar dike. Bi taybetî nêzî şeş mîlyon ciwan dê cara yekem dengê xwe bidin. Divê ciwan enerjiya xwe ya azadiyê bi dengdana van partiyên klasîk, kevneperest, marjînal winda nekin. Berovajî vê, divê berê xwe bidin Partiya Çepên Kesk a ku weke stêrkekê dibiriqe, her tim ciwan dimîne û her tim bi jinan re ye.
Dîsa Laz, Çerkez, Tirkmen, Ermenî, Gurcî, Terekeme, Asûrî, Rûm, Yewnan ku di dîroka xwe ya sed salî de rastî asîmlasyona Tirkbûnê hatine, Elewîyên ku her tim di bin şûrê sunnîtiyê de hatine qetilkirin, gel, mezheb û karkerên bi xizaniyê re têdikoşin, kedkar, gundî û esnafên ku di nava kaosa bênasnamebûnê de xeniqîne, divê di xeta sêyemîn de, Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk ku nasname û rastiya xwe tê de bibîne, ked û jiyana xwe biparêze.
‘DIVÊ MIROV BI HESASIYETEKE MEZIN BIÇIN SER SINDOQAN Û YÊN NAÇIN BÊN ÎQNAKIRIN’
Ji bo vê jî divê her kes bi hesasiyeteke mezin biçe ser sindoqan, yên naçin bên îqna kirin, yên din jî razî bike ku dengê xwe bidin azadî û demokrasiyê û hişyariyek di vî warî de ava bikin. Dema ku diçe ser sindoqê divê bi temamî li gorî rêgezên dengdanê bê tevgerîn, bi serweriya qaîdeyan xeletiyan neke û nehêle ku dengek jî vala biçe. Piştî dengdayînê divê vîna xwe biparêzin û di nava rêxistinbûneke ku weke çavê xwe wan biparêze de bin. Ev nayê wê wateyê ku “min deng da, karê min qediya”. Lîstik di Împaratoriya Osmanî de bi dawî nabe, pêdivî ye ku mirov bi dîsîplîn û rêxistinek ku bi hesabkirina van hemî lîstikan rê nede xapandin û gendeliyê.
Suleyman Soylu herî dawî got “14’ê Gulanê teşebusa derbeyê ye”, diyar e ku dixwazin bi vê yekê peyamê bidin, tirsê çêkin û bi gotinên kaos-krîz-derbeyê tevliheviyê derxin. Dema ku têkçûna xwe bibînin, wê bixwazin planên xwe yên tirs û kaosê pêk bînin û provokasyonê pêş bixin. Ev hilbijartin ne hilbijartineke asayî ye ku her kes dibêje, her tişt mimkûn e. Dema faşîzm bizane ku winda kiriye, dikare serî li rêbazên bi vî rengî yên kontra jî bide. Lewma ev hilbijartin jî tê wateya berxwedanê. Amadekariya li dijî kaos û planên darbeyê yên AKP-MHP’ê, berxwedana bi rêxistinî û pûçkirina provokasyonan ji erkên herî girîng ên beriya 14’ê Gulanê û roja 14’ê Gulanê ne.
Faşîzm wê têk biçe. Sala borî serokê dewleta Srî Lankayê ji ber protestyoyên rêxistinî yên gel, bi lez û bez bi balafirê ji welatê xwe reviya. Li Brezîlyayê Serokkomar Bolsonaro hilbijartin winda kir, xwest li welêt gengeşiyê derxîne, lê li hemberî îradeya gel ê berxwedêr neçar ma ku bireve DYE’yê. Li gelek welatan gel li dijî rejîma faşîst û dîktatoriyan bê navber çalakî lidar xistin û vê yekê rejîm lewaz xistin. Eger gelên Tirkiyeyî û Kurdistanî, jin û ciwan bi rêxistin bibin, wê ev planên faşîzma AKP-MHP’ê jî têk biçin. Lewma divê mirov bêyî tirs bi ser de here, ti xerabî nema ku faşîzma AKP-MHP’ê di 20 salan de nekiriye, ji vê wêdetir nîn e. Ne pêkan e ku rejîma yek mêr a nexweşekî, hêzek ev qas mezin a mirovan bitirsîne, biçewisîne û ber bi paş ve bibe. Tişta ku were kirin, divê li ser sindoqan û yan jî li hemberî planên kaosê ku dibe were kirin, sekna rêxistinî were raberkirin û vê mêrê nexweş binax bikin.
Di di sihara 15’ê Gulanê de rabin ku Erdogan ne serok e û di meclîsê de di asta herî bilin de nûneriya gelan, Elewiyan, ciwanan û jinan were kirin. Em ji hêvî û biharê re rabin. Em vê plana qirêj a li hemberî gelên me, jin û ciwanan parçe bikin û çarenûsa xwe ji nû ve bi azad, adilane, kêfxweş û heskirinê binivîsinin.