STENBOL – Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serldanên hevdîtinê kirin.
Parêzer ji bo hevdîtinê bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza Înfazê ya Îmraliyê dan.
Parêzeran bi heman rengî ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin tecrîda mûtlaq de, hem serî li dozgeriyê û hem jî midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 21’ê Adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêber APO nayê girtin.