SANTIAGO – Li paytexta Şilî, ya Santiagoyê, roje yekê mehê pişti meşa 1’ê Gulanê tevgerên civakî û sindikayên çinî, komekî ya gelek tevgerên civakî yen cûr bi cûr ji bo dayine naskirine kovare Lêgerîn ber bi evarê di navenda ‘‘La Trenza’’ ya meclise ‘‘Población Juan Antonio Ríos’’ de hatin gel hev. Wek rojevên sereke dîroka tekoşîna PKK û PAJK û giringiya azadiya fizikî ya Rêber APO yê û parastina Kurdistane ji bo şoreşa demokratîk ye dûniyayê hatin niqaş kirin. Di niqaşe de hemû tevger kû beşdar bûn xwe dan naskirin û bi awayekê aktîf ketîn nav niqaşê.
Piştî niqaşê, dimenekî ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO yê û hilweşandina rejîma dagirker ya AKP/MHP hatibû kişandin. Peyamekê bi wî awahî:
“Ji vir em ji Santiago ya Şîlî silavên dilsoziyê ji gelê Kurd kû li dijî faşîzma Tirk a li berxwe didin re dişînin. Her wiha em daxwaza azadiya Rêber APO û hemû girtiyên siyasî yên cîhanê û Kurdistanê dikin.
Azadî ji bo Ocalan!
Jin, Jiyan, Azadî!”