ŞIRNEX – Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi taybetî li hemberî Kurdan pêleke nû ya zext û zordariyê hatiye destpêkirin.
Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, li taxên Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê yên navçeya Silopiyayê avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinan de alavên li malan bi rengekî kêfî hatin belavkirin û Mehmet D. Ridvan D., Ozcan K. Ûmût O. û gelek kesên navên wan nehate hînbûn hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyan yên hatin destgîrkirin hemû ciwan in. Hinceta destgîrkirinê jî nehate eşkerekirin.
Bi taybetî ji 25’ê Nîsanê û vir ve bi rengekî girseyî destgîrkirin tê kirin. Li Amed, Stenbol, Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin destgîrkirin.