DRANCY – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku li Navenda Çanda Kurd a li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meş û mîtîngek li dar xistin.
Ciwanên ku di çalakiyê de hatin gel hev dirûşmên “Bijî serok APO”, “Bi Can Bi Xwîn Em Terane Ey Serok” û “Liberte Por Öcalan” berz kirin. Piştî meşê ji aliyê ciwanan ve mîtîngek hate lidarxistin.
Ciwanan bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û diyar kirin ku tecrîd û şert û mercên giran ên li ser Rêber APO di şexsê Rêber APO de li hemû gelê Kurd hatiye ferzkirin û gotin ku ew ê di nava têkoşînê de bin. Li qadan û heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bê wê di nava têkoşîneke aktîf de bin. Paşê bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo girîngiya hilbijartinê û bidawîkirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi hestiyar bin û dengê xwe bidin. Piştî îfadeyan çalakî bi dawî bû.